Li Idlibê jin û mîras
Civakên ku hemû zagon û şerîeta îslamî veguherandine kevneşopiyên zilamên serdest, ne zagon û ne jî biryarên ku di pirtûka pîroz de hatine nivîsandin dipejirînin, ya ku dikin tenê binpêkirina mafên jinan e.
SUHÊR AL-IDLIBÎ
Idlib-Li Idlib û bakurê Sûriyeyê, diyardeya belavbûna miras û mehrûmkirina jinan veguheriye edet, kevneşopî û mîrasa çandî. Serdestiya mêr ku mafên jinan di her warî de desteser kiriye, di mijara mîras de jî wisa ye. Ji ber vê jî di nava endamên malbatê de pirsgirêk derdikevin holê.
“Ev edalet nîn e mafên min jî wekî yên we ne”
Li ser mijara mîrasê jina 35 salî Helîme Al-rifaî êş û zilma birayên xwe anî ziman û diyar kir ku tevî di rewşeke xizan de dijî jî birayên wî mîrasa zêde ya ji bavê xwe girtine, nadinê. Li ser vê yekê Helîmeyê ji bo para xwe ya mîras bigre, der barê wan de serî li dadgehê da û doz li wan vekir.
Tê diyarkirin ku piştî Helîme hêviya xwe birî ku nikare bi riyeke aştiyane mafê xwe bigre, serî li dadgeha Idlibê ya şeriî da û doz li wan vekir. Helîme li bajaroka Xizanoyê ye wiha dibêje: “Min ev yek nedixwest lê birayên min ez mecbûr kirim. Ez di mijara mafên xwe de xemsar bûm lewre rewşa me baş bû lê bi bombararkirina bajaroka Xan Şêxûnê, hemû hebûna me çû, tiştek di dest me de nema. Ji ber wê min doz vekir. Çima ez destpêkê bêdeng bûm lewre hemû endamên malbatê xwişk, xaltîk û metên min mafên xwe ji birayên xwe re hiştin. Dibêjin li gorî edetan mîras li xerîban naçe ango hevjînên me xerîb in.”
Tê zanîn ku her jin nikare doza daxwaza mafê mîrasê bike. Ji ber tirsa ku dê têkiliya wan ji malbatê qut bibe û zextên endamên malbatê li ser wan çêbibin bêdeng dimînin û mafên xwe nagirin lê Helîmeyê bêyî ku encama wê bifikire serî li dadgehê da.
“Hewceye jin ji bo bidestxistina mafê xwe bêdeng nemîne”
Li aliyê din jina 28 salî ya bi navê Ramiya Sibêh ku ji bajaroka Kelelî ya gundewarê bakurê Idibê ye, gelekî belengaz e û hewceya wê bi mîrasê heye lê birayên wê ew red kirine, lewre ji bo xwişk û birayên xwe dev ji mafên xwe berda ji bo vê jî bi hêrs dipirse dibêje: "Çima jin ji bo mafên xwe bêdeng bimînin yan jî têkiliya wan ji dê, bav û birayên wan qut bibe? Çima em nikarin mafên xwe bê tirs bixwazin? Her wiha çima em vê yekê wekî dayîna bedêlên giran dibînin bi tecrîda civakî re rûbirû dimînin, ji birayên xwe dûr dikevin? Gunehê me tenê ew e ku em jin in di nav civakek ku zilam lê serdest in."
“Dayik û bav mîrasê xwe didin kurê xwe”
Der barê mafên mîrasa jinan de gelek nivîs di pirtûka pîroz û nêrînên oldar û zagonan de ku vê rewşê rewa dibînin hene lê normên civakî yên ku vê yekê tevahî dikin para zilaman hene di nava civakê de. Her wiha hin dê û bav jî hene ku dayîna mîras ji jinan re wekî belavbûna keda xwe ya bi salan dibînin. Ji bo vê jî hemû milkên xwe didin ser kurên xwe loma jî kirîn û firotin tenê mêr dikarin bikin û jin bi vî awayê nikare para xwe bistîne.
“Di zagonan de mafê jinan ê girtina mîras heye”
Li gorî nêrîna zagonî û şerîetê ya ji bo mîrasê û parêzerê mafên jinan Enwer El-Şêx Alî yê 39 salî diyar kir ku çand û edetên zilamên serdest li herêmê ji zagonan bi hêztir in. Bi taybetî têgihîştinên çewt ji bo biryarên şerîetê ku di Îslamiyetê de hatine diyarkirin û nezanîna jinan, vê cudabûnê derdixe holê.
Her wiha Enwer got: "Zagon mafê mîrasa jinan misoger dike û belgeyên di vî warî de hene. Heta ku para wê di mîrasê de nîvenîv be jî divê were dayîn ji ber ku zagon li ser bingeha şerîeta Îslamî hatiye tomarkirin."
Her wiha parêzer Enwer bal kişand ser zagona mîrasê dema ku deyn an kirîn û firotan hebe û diyar kir ku ol li ser bingeha belavbûna mîras ji kesên mafên wan heye re diçe. Karê deyn nîn e ger xwediyê mirasê sax be yan mirî be tenê mîras ji endamên malbatê re dimîne.
Di dawiya axaftina xwe de Enwer El-Şêx Alî bang li jinan kir ku pêdivî bi çêbûna hişmendiya hiqûqî, olî û civakî heye. Ji bo ku mafên xwe, peywirên xwe bizanibin divê sererastkirinek di navbera endamên malbatê de bê avakirin û jin wekî mêr mafê xwe di mîrasê de bigrin. Jineke ku mafên xwe bigre, xwedî bawerî ye û di nava qadên jiyanê de bêyî ku hesabê kevneşopiyên hişk bike û bitirse, dikare bixebite.