Li Idlibê jin ‘bêyî mahrem’ nikarin derkevin ji derve

Hêzên Tehrir El-Şam rê nadin ku jin bêyî ku mêrek li gel wan be derbikevin derve û kar bikin. Jinan zehmetiyên ku dikêşin ji ajansa me re qal kirin.

İdlib – Hêzên tehrir El-Şam bi hinceta ol û şarîatê de rê nadin jinan bêyî ku mêrek li gel wan be derbikevin ji derve û seyahetê, ji bo wê yekê rastî tacîz û zextan tên.

Rehman El-Borgol a 25 salî diyar kir ku li Idlibê dema ku çû firoşgehekê ji aliyê leşkerên bi pere ve hate rawestandin û jêre gotin “dema ku mêrek li gel te nebe tû derbikevî suc e”. Rehman El-Borgol ferzkirinên ku pê re rû bi rû dimînin wiha qal kir: “Ew jinên ku di demê şerê Idlibê de hevjînê xwe ji dest dane wê çawa dahata jiyana xwe bikin. Wê jin çawa bi tenê biçin bazarê tiştên ku pêwîst bîne?”

“Gef li xwedîyê firoşgehê xwarin”

Rawan El-Barhoum a 30 salî da zanîn ku ji ber li navendên bazarê de mêr dixebitin karê xwe ji dest daye û wiha got: “Mûşteriyên vê bazarê piraniya wan mêr in. Ji ber vê yekê hêzên Tehrir El-Şam gefa girtinê û pareyek zêde li xwediyê firoşgehê xwariye. Ji xwediyê firoşgehê hate xwestin ku aliyek ji bo jinan û aliyek ji bo mêran were çêkirin.”

Derûnzan û Şêwirmenda Civakê Ola El-Brimo ya 40 salî polîtikayên tund yên ku zextên şerîatê li ser jinan ferz dikin şermezar kir.