Li Idlibê ji aliyê malbatê ve qetilkirina jinan zêde dibe

Di van demên dawî de ji aliyê malbatê an mêrê ku pê re zewiciya ve qetilkirina jinan li heremên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye dagirkirin bi awayekî berbiçav zêde bûye.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Çanda tundiya nav malê û bêcezakirinê, bi taybetî di çarçoveya şerê berdewam û nebûna çavdêriya ewlekarî û civakî de, bû sedema zêdebûna qetilkirina jinan a li heremên ku ji aliyên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin.

Di bin rûpoşa bav û hevjîn de jin tên qetilkirin

Keça panzdeh salî, Lema El-Mehmûd, ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin, piştî ku bavê wê dît ku keça wî li ser medyaya dijîtal bi xortekî re diaxive, ew îşkence kir û birçî kir heta ku jiyana xwe ji dest da.

Di bûyereke din de, mêrê bi navê Samir Bekdaş hevjîna xwe ya berê li ber çavên zarokên xwe gulebaran kir. Xwişka jina ku hat qetilkirin Sara El-Ehmed diyar kir ku xwişka wê ji Almanyayê hatiye ji bo dîtina zarokên xwe ji ber ku dema ew li Almanyayê bû mêrê ku berê pê re zewicî bû nedihişt ew zarokê xwe heta bi tu rêyê bibîne.

Êrişkara ji zindanê derket, jinekê qetil kir

Jineke din jî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin û di malê de hat veşartin û tawan piştî pênc meha ji qewimîna wê hat dîtin, dema ku diya jina ku hat qetilkirin bi gilînameyekê daxwaz kir ku çarenûsa keça wê were eşkere kirin û piştî lêpirsîna bi mêrê ku pê re zewicî bû, mêrê kujer li xwe mikûr hat. Li gor gotina yek ji cîranên jina ku hat qetilkirin Meram El-Ayan, kujer destdirêjî û lêdan lê kiriye, di demekê de wê giliyê wî kiriye û mêrê êrişkar hatiye girtin. Piştî ku ji zindanê hatiye berdan, car din êrişî jin kiriye û qetil kiriye.

Amir Merhî hevjîna xwe Fatime Merhî ya 25 salî ku dayîka du zarokan bû, gulebaran kir û piştre reviya. Li gorî gotina şahidekî, ku kujer sê roj piştî bûyerê hatiye girtin û piştre li pêşberî dadgehê li xwe mukur hat ku wî hevjîna xwe bi hinceta xiyanetê qetil kiriye.

Şer û nebûna ewlehiya jiyanê, herî zêde bandorê li ser jinan dike

Şêwirmenda derûnî û civakî Emal El-Zeatûr diyar kir ku zêdebûna tawanên qetilkirina jinan bi kaosa ewlehiyê û nebûna ewlehiya jiyanê ve girêdayî ye û wiha got: "Ez bang li rayedarên pêwendîdar, bi taybetî rêxistinên civaka sivîl dikim ku semînerên hişyariyê yên ji hêla psîkolog û xebatkarên civakî ve zêde bikin."

Di rapora xwe ya salane ya sala 2021'an de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku jin li heremên ku hatine dagirkirin rastî gelek cureyên binpêkirinên giran tên ku rasterast wan dike armanc. Di raporê de hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe, bi hemû şêweyên xwe, bi taybetî kuştin, îşkence, windakirinên bi zorê û şîdeta zayendî, ast û rêjeyên ku di cîhanê de herî xirab in.