Li Idlibê gelek jin xwedî li zarokên sêwî derdikevin

Dema ku hin kes li zarokên sêwî xwedî derdikevin ev yek dibe alîkar ku hesta tenêtiyê ya zarokê sêwî bişkîne û hewcedariyên biyolojîk, derûnî, civakî û madî yên zarok têr dike û tevgera wî bi rêkûpêk dike.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Li gorî amarên xwecihî, hejmara zarokên sêwî li bakurê Sûriyeyê gihîştiye 203 hezar û 743 zarokan. Dema ku hin kes li zarokên sêwî xwedî derdikevin ev yek dibe alîkar ku hesta tenêtiyê ya zarokê sêwî bişkîne û hewcedariyên biyolojik, derûnî, civakî û madî yên zarok têr dike û tevgera wî bi rêkûpêk dike.

Îslam Ebd El-Wehab a 11 salî ligel malbata xaltîka xwe dijî, yên ku ew hembêz kirin piştî ku ew birîndar bû dê û bavê wê hatin qetilkirin bi topan ku mala wan li bajarokê Hezarîn, li başûrê Idlibê, di dawiya sala 2019’an de kir armanc. Îslam Ebd El-Wehab di axaftin û bihîstinê de zehmetiyê dikişîne, ji ber ku şarapnelek li serê wê ketibû, ji aliyekî ve bi giraniya nexweşî û birîndariyê re rû bi rû maye û ji aliyê din ve jî bi sêwîbûnê re.

Îslam Ebd El-Wehab ji ajansa me re got ku piştî mirina dê û bavê wê, ji xeynî xaltîka wê, kesek wê nemaye, xaltîka wê ya dayika sê zarokan xwedî lê derketiye û bi tomarkirina wê li dibistanê alîkariya wê kiriye ku xwendina xwe temam bike.

“Keça min emanetê te ye”

Xaltîka Îslam Ebd El-Wehab a 32 salî diyar kir ku gotina herî dawî ya dayika Îslam jê re got beriya ku jiyana xwe ji dest bide gotibû “keça min di emanetê te ye” û wiha got: “Îslam niha beşek ji malbata min e. Berê sê zarokên min hebûn niha tev Îslam bûn çar zarokên min. Ez Îslam wek yek ji sarokên xwe dihesibînim û pir jê hez dikim.”

Li goî UNICEF’ê, hejmara zarokên Sûriyeyê yên ku dê û bavek an her duyan ji dest dane, nêzî milyonek e, ji destpêka şerê Sûriyeyê di sala 2011’an de heta dawiya sala 2017’an, ev yek weke karesatek bi nav kir.

Piştî ku dê û bavê wî di êrîşeke asmanî de bazareke gelerî li bajarê Mieret El-Numan kir armanc hatin kuştin, Sara Zêydan a 35 salî zarokê bi navê Ehmed ê 7 salî anî gel xwe û lê xwedî derket, piştî hemû hewldanên wê ku yek ji xizmên wî bibîne têk çûn.

Sara Zêydan anî ziman ku malbata wê ji pênc kesan pêk tê û wiha got: “Biryara min a xwedîkirina Ehmed ji bingehek mirovahî hat. Ev sê sal in Ehmed li gel me dimîne û bûye peşek ji malbata min û ez tu ferqê naxim navbera wî û zarokên xwe.”

Şêwirmendê malbatê Rûia El-Himûd anî ziman ku dema hin kes li zarokên sêwî xwedî derdikevin ev yek dibe alîkar ku hesta tenêtiyê ya zarokên sêwî bişkîne û hewcedariyên biyolojîk, derûnî, civakî û madî yên zarok têr dike û tevgera wî bi rêkûpêk dike û wiha axivî: “Pêdivî bi pêşkêşkirina alîkariyê ji bo van zarokên sêwî heye ku gihîştine asta "marjînalbûnê" ji ber xemsariya rêxistinên mirovî û rayedarên defakto li Îdlibê.”