Li Idlibê çalakiyên sivîl ên li dijî tundiyê kêm in

Kampanyaya 16 rojan a ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan çalakiyeke cîhanî ya salane û girîng e, ji bo tundiya ku jinên cîhanê tûşî wê dibin tên lidarxistin, nemaze ji bo jinên Sûriyeyê yên ku di dema şer de bûne qurbaniyên tundiyê.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Jinên li Idlibê hê jî rastî hemû cureyên tundiyê tên, çi civakî, cinsî, aborî û derûnî be. Tundî rê li ber jinan digre û nahêle ku mafên xwe yên mirovî di civakê de bi dest bixin ev diyardeyeke navdewletî ye ku hikûmetên li seranserê cîhanê hewl didin stratejiyan ji bo sînordarkirina wê pêk bînin lê ev stratejî hê jî li Idlibê tune ne.

Çalakvana sivîl Macida El-Şimaso ya 33 salî da zanîn ku li herêmên Idlibê hê jî çalakiyên sivîl ên ku dê tundiya li ser jinan kêm bikin kêm in û wiha pê de çû: “Jin encamên tundiyê tehemul dikin û tundî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan a bedenî û derûnî dike her wiha aramiya jiyana wan a malbatî têk dibe. Bêyî ku tu çareseriyek ji bo kêmkirina vê diyardeyê hebe her diçe zêdetir dibe. Destpêkirina çalakiyên mafên medenî dê teqezî li ser redkirina şîdetê bike, têgeh û cureyên wê diyar bike, sedem û bandorên ku jê derdikevin werin nîqaşkirin û ji bo kêmkirina wê jî çareseriyan pêşniyar bike.”

‘Bi çalakiyan hişyarî dê zêdetir bibe’

Xwendekara lîsansa bilind a zanistên perwerdeyê Sefa El-Bekûr a 27 salî got ku pirsgirêka tundiya li ser jinan pirsgirêkek e ku di nav civakên Ereban de cih digre û di nava şerê dijwar de tundiya li ser jinan bûye kêşeya herî pêş a pirsgirêkên civakê û wiha anî ziman: “Çareserî di pêkanîna çalakiyan de ye. Bi çalakiyan armanc ew e ku di nava ciwanan de li ser têgeha cudakariya zayendî û girîngiya wekheviya di navbera jin û mêran de hişyarî çêbibe.”

‘Divê hemû kesên di beşên cuda de dixebitin li dijî şîdetê bi hev re di nava tevnek de bin’

Çalakvana mafên mirovan Fereh El-Ebdo ya 41 salî eşkere kir ku mijar li ser malbatê namîne û hemû hevkar in di dîtina çareyan de ji bo pirsgirêkên tundiya li dijî jinan, çi rêxistinên herêmî û navdewletî û yên alîkariyên mirovî, çi komele û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Divê bal were kişandin ser mijarên tundiya li dijî jin û keçan û bilindkirina hişyariyê û belavkirina zanyariyan li ser şîdeta li ser bingeha zayendî. Ez bang li hemû aliyên pêwendîdar ên herêmê dikim ku zêdetir girîngiyê bidin vê aliyê ku ne tenê di jiyana jinan de, di jiyana civakê de jî girîng e. Divê di navbera hemû kesên di warê tundiyê de di beşên curbecur de, tenduristî, perwerde û navendên piştevaniya derûnî û civakî de dixebitin, tevnek hebe, da ku tundî bi her şêweyî ji holê rabe.”