“Li herêmên dagirkirî kiryarên herî qirêj li ser jinan tên kirin”

Endama Komîteya Penaberên Serêkaniyê Zehra Semo da zanîn ku jinên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin dimînin, rastî her cure tundî, heqaret, revandin û kuştinê tên.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, yên herî zêde berdêl dane jin bûn. Jin li herêmên hikumeta Şamê tên paşguhkirin, li herêmên dagirkirî jî rastî şîdet û tecawuzê tên. Jinên li Sûriyeyê, ji ber şerê ku rû daye, êşa windakirina zarok, hevjîn an jî xizmên xwe dijîn her wiha êşa windakirina mal, milk û warê xwe jî dikşînin. Sê sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û koçberiyê re derbas bûn û hê jî kuştin, gef, tecawizkirin, guhertina demografîk di astên bilind de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve didomin, sûc û binpêkirinên xeter li dijî gelan pêk tînin. Bi vî awayî mafên jinan li Suriyeyê tên binpêkirin. Endama Komîteya Penaberên Serêkaniyê Zehra Semo axivî.

“Jin li herêmên dagrikirî rastî hemû cureyên şîdetê tên”

Zehra Semo da zanîn ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkrî pêk tîne dijexlaqî ne û wiha got: Komîteya me di sala 2020’an de hat avakirin, armanca me ew e ku em bikaribin kar û xebatê di nava koçberan de bikin û asta berxwedaniyê bilind bikin da ku em vegerin cih û warê xwe. Di heman demê de rewşa xelkên ku li Serêkaniyê dijîn, bi taybetî rewşa jinan em dişopînin û hewl didin ku belgeyên şênber ên wehşet û îşkenceya li dijî jin, zarok kal û pîran ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve pêk tên bi dest bixin. Li gorî şopandina me niha 423 kes li Serêkaniyê û Girê Spî di zndanan de tên girtin, di nava wan de 55 jin û 15 zarok hene. Li Serêkaniyê 77 jin rastî tecawizê hatine û 4 kes ji sivîlan hatine qetilkirin. Em ê ji bo derxistina sucên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkerî pêk tîne kar û xebatê bidomînin û asta têkoşînê bilind bikin.”

“Dixwazin çand û dîroka xwedawendiyê winda bikin”

Zehra Semo teqez kir ku Girê Til Xelef bi çanda jinan û xwedawendiyê tê zanîn, bi dagirkerina Serêkaniyê re dîrok hedef hatiye girtin û wiha anî ziman: “Bajarê Serêkaniyê bi mozayîka gelan tê naskirin. Bi Kurd, Ereb, Suryan, Çaçan û Çerkezan zengîn e. Hemû netew di bin sîwana projeya Neteweya Demokratîk de hevgirtina xwe xurtir kirin û bûn nimûne di tevahî Sûriyeyê. Di aliyekî din de Girê Til Xelef girekî dîrokî ye. Çanda Til Xelef çanda jinan û xwedawendiyê ye û çandeke mirov dikare bêje kurdewarî ye. Lewma du caran êrîş li ser Serêkaniyê pêk hat yekê hevgirtina gelan hedef girt û ya din jî windakirina dîroka Til Xelef û diziya şûnwaran esas girt. Bi dagirkerina Serêkaniyê re li gorî şopandina me çeteyên girêdayî dewlat Tirk a dagirker Girê Til Xelf dikolin û berhemên şûnwaran didizin. Cihên pîroz wekî Goristana Şehîdan veguherandin cihekî leşkerî. Cihê ku her sal Newroz lê dihat pîrozkirin îsal veguherandin cihekî leşkerî. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze cihên dîrokê hemû xera bike û ji bo xwe dîrokek nû bide avakirin.”

“Dagirkeriya Serêkaniyê bû sedema derxistina aloziya aborî”

Zehra Semo destnîşan kir ku bi dagrikrina Serêkaniyê re aloziya aborî û avê li kantona Hesekê hatiye jiyîn û wiha bilêv kir: “Serêkaniyê jêdera afirandina jiyanê ya li Kantona Hesekê bû. Di milê avê de Stasyona Elok, di milê aborî de zengîn bû. Hemû zebzeyên Kantona Hesekê ji Serêkaniyê dihatin. Dema hat dagirkerin plan û siyastek qirêj li dijî xelkê kantona Hesekê hat meşandin û aloziya avê û aborî derket holê. Li dijî hemû kiryarên dijmirovî yên li ser gel tên meşandin dewlet bêdeng man lê di şerê Ûkraynayê de her kesê dengê xwe derxist, mudaxele kir ev tê wateya ku plan yek e. Komployek qirêj tê meşandin dixwazin gel neçarî koçberiyê bikin û guhertinên demografîk pêk bînin.”

“Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî tên kirin”

Zehra Semo bal kişand ser hovîtî û destdirêjiya ku li ser jinan li herêmên dagirkirî pêk tê û wiha pêl da axaftina xwe: “Tiştên ku li herêmên dagirkerî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê diqewimin digihîjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Dewleta Tirk pêkanîna sûcan li dijî jinan li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava dike da ku tola ji rola jinên pêşeng di şikandina terorê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hilîne û derbeyek li projeya neteweya demokratîk bixe. Ji ber ku di bin sîwana vê projeyê de jin xwedî biryar in, jinan tevahî mafê xwe bi dest xistine û di asta siyasî û rêvebirinê de kar dikin. Lewma sûcên revandin, qetilkirina, destdirêjiya zayendî, destdirêjiya li jin û zarokan û zewicandina zarokên keç bi darê zorê, îşkenceya fizîkî û derûnî berdewam dikin."

 

“Li herêmên dagirkirî jin li hêviya rizgarkirinê ne”

Zehra Semo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rast e gelek caran me bang kiriye ku rê li ber kiryarên dewleta tirk bê girtin lê dewletên ku xwe ji mijarê dûr dixin û paşguh dikin divê dawî li bêdengiya xwe bînin. Hê jî kiryarên terora DAIŞ’ê yên li ser jinên Şengalê di bîra me de ye. Divê rêxistinên mafên mirovan û yên jinan dengê xwe bilind bikin û hesab ji dewleta tirk bipirsin. Îro Bi hezaran jin di herêmên dagirkirî de heya vê kêliyê rastî hemû cureyên tundiyê tên û li hêviya azadî û rizgarkirinê ne. Çawa me bi berxwedaniya jinan dest pê kir û gavên pîroz avêtin em ê bi berxwedana jinan di kampan de û di bin şert û mercên herî zehmet de asta berxwedaniyê bilindtir bikin, dagirkeriyê têk bibin û vegerin ser axa xwe."