Li gundên Srî Lankayê li dijî tundiyê komên jinan hatin avakirin

Li Srî Lankayê jinên mexdûrên tundiyê ku li malên stargeh dimînin, ji bo ji nû ve beşdarî jiyanê bibin bi bernameyên cur be cur pêştgiriya wan tê kirin. Ji bo bernameyên ku li dijî tundiyê tên meşandin zêde bibin, li gundan komên jinan hatin avakirin.

Navenda Nûçeyan - Li Srî Lankayê li gorî anketa di sala 2019’an de, ji her pênc jinên Srî Lankayê yek jê ji aliyê mêrên ku bi wan re dijîn ve rastî tundiya fizîkî û zayendî tên. Nêzî nîvê jinên ku ji aliyê mêrên bi wan re dijîn rastî tundiya zayendî hatine ji ber şerm, mecbûriyet û ji tirsa ku ji wan bawer nekin, difikirin ku tundî normal e yan jî ne ewqas cidî ye ku alîkariyê bixwazin, bi fermî alîkariyê naxwazin.

Li gorî nûçeya ku di ANF de hatiye weşandin, Koma Jinên Xwedî Pêwîstî yên Srî Lankayî (WIN) ku sala di 1987'an de ava bûye, ji bo jinên ku mexdûrên tundiya nava malê ne, alîkariya edlî, piştevanî û stargehê dide da ku bikaribin careke din tevli jiyanê bibin. Projeya Xurtkirina Jinên di nava Qeyranê de ya Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê hikumeta Japonyayê ve tê fînansekirin, stargehên ku ji aliyê WIN ve têne rêvebirin jî di nav de alîkarî daye 11 stargehên jinan ên li Srî Lankayê.

‘Tundiya di nava malê de bandorê li hemû civakan dike’

Ji Koma Jinên Xwedî Pêwîstî yên Srî Lankayê Pispora xizmetên civakî û şêwirmend, Anoja Makawîta der barê tundiya di nava malbatê de nirxandin kir û got: “Di nava civaka me de baweriyeke wisa heye ku divê tundiya nava malê neyê eşkerekirin, neyê nîqaşkirin. Encamên gelekî berfireh ên tundiya li nava malbatê hene û herî zêde jin pê diêşin. Bandora vê yekê ne tenê li ser malan e her wiha li ser tevahiya civakê heye.”

‘Jinên ku ji tundiyê direvin nikarin malan bi kirê bigrin’

Anoja Makavîta diyar kir ku alîkariya ji bo ji nû ve entegrekirina jinan di nava civakê de, aliyê herî zehmet ê karê wan e û got: “Gelek ji jinên ji tundiya nava malê reviyane nikaribûn vegerin malên xwe yên berê, yan jî nikarin maleke nû kirê bikin. Bi têkiliya bi saziyên din re ji bo xanî 6 mehan re kirê bigrin bi van jinan re dixebite û di nava vê demê de jin dikarin ji xwe re li kar bigerin.

AKASA ji bo jin û zarokên keç ên astengdar piştgiriyê dide

Ji derveyî WIN’ê li eyaleta Navendî ya Bakurê welat Komeleya Jinan a Astengdar an jî AKASA, weke tevneke komên alîkariyê kar dike, hewl dide firsendan biafirîne û ji bo jiyana serbixwe û bi rûmet a jinan alîkariyê dike. Malên bi ewle yên saziyê yên li bajarokê Thalawa ji bo jin û zarokên keç ên astengdar ku rastî destdirêjiyê hatine, di mijara alîkariyê de pispor e.

Seroka AKASA’yê N.G. Kamalawethîe jineke 21 salî ye, ji pişta xwe astengdar e bi bîr xist ku piştî çend salên têkoşînê li nava AKASA'yê çawa aramî dîtiye û got: “Lîlanthî ku di zarokatiyê de ji aliyê hevjînê dayika xwe û hevalê wê ve çawa rastî destdirêjiyê hatiye serî li polîsan da. Rayedaran kesên ku destdirêjî lê kirin girtin û piştre jî Lîlanthî xistin stargeheke sêwiyan. Di 18 saliya xwe de neçar ma ku ji wê stargehê biçe. Lê belê heta ku xwe gihand AKASA'yê nikaribû maleke mayînde ji xwe re bibîne. Jinên li vê stargehê her roj hîn bêhtir bi pêş dikevin, di nava jiyanê de dibin xwedî hesta asayîbûnê ku ev yek min kêfxweş dike. Bi her awayî em rê nîşanî van jinan didin.”

JSAC li 8 herêman xebatê dide meşandin

Saziyeke din jî Navenda Çalakiyê ya Civakî ya Jaffna (JSAC) ye ku li eyaleta bakur a Srî Lankayê piştgiriyê dide jin û zarokan. JSAC ku ji aliyê Nadarajah Sûkîrtharaj ve tê birêvebirin, ji bo jinên mexdûrên tundiyê hinek bername amade kir. JSAC di sala 2003'an de ava bû, li 8 herêmên Srî Lankayê kar dide meşandin.

‘Dem bi dem pêwîstiya me bi alîkariyê çêdibe’

Nadarajah Sûkîrtharaj destnîşan kir ku dema ku JSAC ava bû, haya civakê ji girîngiya stargehên ji bo jinên mexdûrên tundiyê tunebû û wiha got: “Ji bo nirxandina vê yekê û zanekirina civakê me bername amade kir û ji bo belavkirina vê jî li gundan me komên jinan ava kir. Wê demê me dît ku di têgihîştinê de guhertinek çêbûye. Li gel piştevaniya me ya hiqûqî û şêwirmendiyê, ji bo bibin alîkar ji jinan re ku bikaribin kar peyda bikin an jî firsendên pîşeyê serbest biafirînin, pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Dixwazim spasiya Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî bikim ku bi taybetî di dema tengaviya aborî de piştgiriyeke bêhempa da.”