Li Efganistanê xizanî: Berhevkirina zibaleyan bûye riya debarê
Li Efganistanê berhevkirina zibaleyan, ji bo zarokan û malbatên wan bûye yek ji karên herî zor û bi êş. Nesîmeya 14 salî ya ku bi malbata xwe re rojên xwe di nava komên zibaleyan de derbas dike, behsa nifşek bê perwerde û pêşeroj dike.

BAHARAN LEHÎB
Kabul – Berhevkirina zibaleyan li welatên xizan ên weke Efganistanê, bûye pîşe û riya debarê. Her roj gelek zarok, jin û mêr; ji bo xwarinê bermahî û eşyayên ku dikarin werin veguherandin di nava zibaleyan de lêgerînê dikin.
Dema ku hûn sibehê ji mala xwe derdikevin, rastî zarokên keç û kur, mêrên mezin û komên ku di nava zibaleyan de tiştan ji hev vediqetînin bibînin. Yek ji pirsgirêkên mezin ên Efganistanê, ew e ku gel eşyayên malê davêje derve. Berhevkarên zibaleyan, ligel berehvkirina malzemeyên plastic û naylon, carna xwarinê jî dibînin û hewl didin pê xwe têr bikin.
Dijminên herî mezin ên vî karî dikin seyên serberdayî ne. Van seyan, destûr nadin mirov nêzî zibaleyan bibin, carna êrîş dikin û bi saetan diewitin hewl didin xwarina nava çopan bixwin lê tevî van hemû xeteran jî berhevkarên zibaleyan ji bo têrkirina zikê xwe neçar dimînîn vî karî bikin.
Talîban berhevkarên zibaleyan davêje girtîgehan
Her çendî berê rewşa aborî hinek baştir be jî; di roja îro de rêjeya xizaniyê li Efganistanê, pir zêde bûye. Dergevanên avahiyan beriya ku berhevkarên zibaleyan werin, tiştên bi kêr tên cuda dikin û gelek caran destûr nadin wan kesan bikevin bexçe. Li aliyê din Talîban dema di rê de berhevkarên zibaleyan dibîne, wan digre, bi roj û hefteyan di girtîgehan de dihêle.
Li gorî texmînan, ji çaran yek zarokên Efgan ên temenê wan di navbera 5 û 14’an de ye, dixebitin. Hinek ji wan di nava zeviyan de, hinek ji wan di atolyeyan de, hinek ji wan li bazaran bi erebokên destan dixebitin, tûrikên plastic difroşin an jî solan boyax dikin. Gelek ji wan jî di nava zibale û mercên qirêj de bi gelek xeteran re rûbirû ne.
‘Xeyala min xwendin bû’
Nesîmeya 14 salî jî yek ji berhevkarên zibaleyan e. Nesîme me bir mala xwe ya xirabe. Ji rûyê dayîk û kesên din ên malbatê êş û xizanî dibariya. Di malbatê de her kesê heman karî dikir. Nesîmeya ku çavên wê bi masûmiyeta zarokatiyê dagirtî bûn û di heman demê de êşa ku dikşîne nîşan didan wiha got: “Ez hê zarokek biçûk bûm, bi dayîka xwe re ji bo dîtina pariyek nan min di nava zibaleyan de dest bi xebatê kir. Civakê her dem bi çavekî xirab li me nihêrî; ne maleke me ya paqij, ne cilên me yên normal hebûn. Xeyala min ew bû biçim dibistanê bixwînim lê ji ber xizaniyê û rewşa aborî nebû. Rojek min jineke dilpak nas kir. Ew mamoste bû, ji wê rojê ve min ji pîşeya mamostehiyê hez kir lewre li gorî min mirovên baş dibin mamoste.”
‘Her diçe derdên me zêdetir û girantir dibin’
Nesîme hinek bêdeng dimîne, bi keneke bi êş li dayîka xwe dinêre û dibêje: “Piştî ku sal derbas bûn, min fam kir ne ez, ne jî nifşên hatî dê bigihîjin xeyalên xwe yên xwendina dibistanê û jiyana xweştir. Dayîka min awêneya jiyana min e. Dema şeş heft salî bûm, nexweş ket, neçarî nava nivînan ma. Niha li cihê wê ez û du xwişkên xwe ji bo debara xwe bikin dixebitin. Her diçe derdên me zêdetir dibin. Bi zext û biçûkxistina civakê re, niha jî Talîban gefan li me dixwe û me digre davêje girtîgehan. Min ji hevalên xwe bihîst, girtîgeh weke dojehê ne. Heta niha çend caran ez ji wan rizgar bûm lê ditirsim rojek min bigrin bavêjin girtîgehê.”
Çîrok û jiyana Nesîmeyê jiyana bi hezaran zarokan nîşan dide
Li Efganistanê berhevkariya zibaleyan tenê karek nîn e; awêneya xizanî, bêdadî û çarenûsa bi êş a zarokan e. Çîrok û jiyana Nesîmeyê, jiyana bi hezaran zarokên ku li cihê biçin dibistanê û bilîzin di nava zibaleyan de li nan û tiştên digerin nîşan dide. Vê pêşeroja ku ji bo wan hatiye nivîsandin, ji xizanî û mehrûmiyetê pêve tiştek din nîn e. Xuya ye heta ku mirovên têkoşer ji bo rizgarkirina vê nifşê ku hatiye jibîrkirin riyek bibînin.