Li Efganistanê jin bi zewacê mehkûmê deyn û tundiyê dibin
Li Efganistanê di warê civakî û kevneşopî de, barê giran ê lêçûnên zewac û dawetê, jinan vediguherîne metayê. Jin an bi tundiyê bedêla deynên zêde didin an jî ji ber dawetek sade, bi gotina ‘erzan’ tên biçûkxistin.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan - Bûkên li Efganistanê, di şeva dawetê de ji mirovan bêhtir dişibin pêlîstokan. Bi saetan di navbera odeyên amadekirinê û salonên dawetê yên luks de tên û diçin û çar an jî pênc caran cilên xwe diguherînin. Di bin giraniya zêrên zêde de radiwestin û di vê navberê de kamera kenê wan a westiyayî tomar dikin. Lê gava ku roniyên salonê vedimirin û mêvan vedigerin malên xwe, fatûreya vê şahiya çêkirî dimîne. Qelenê bi milyonan, bonknotên ku ji bo mehr hatine veqetandin û deynên giran bi salan wekî siyeke reş li ser jiyana wan jinên ciwan dimînin.
Di feraseta çandî ya serdest de jin beriya ku bibe şirîka rêwîtiya jiyanê, bi bihayê xwe tê pênasekirin. Malbat, bi baweriya şaş ku "qelenê zêde” dê ji bo keça wan li mala hevjînê wê "qîmet û rêzgirtinê" misoger bike, lîsteyên dirêj ên daxwazên biha pêşkêşî zava dikin lê jiyana wan vê xeyalê bi awayekî herî bi êş têk dibe.
Piştî ku dawet diqede, hevjîn û malbata wî ya xwedî deynên zêde dimînin. Di vê qonaxê de rûyê rast û hov ê ji ber lêçûnan xwe dide der. Tiştên ewil ên ku ji bo dayîna van deynan tên fedakirin, zêrên ku di şeva dawetê de bi bûkê ve hatine kirin in. Ger jin li ber xwe bide ango red bike ku xelatên wê bên firotin, rastî qamçî û tundiyê tê. Êdî rastî nêzikahiyeke ne wekî jinek an jî hevjînek, wekî tiştekî hatine standin an jî milkê ku ji bo wê pere hatiye xerckirin û niha divê bedala vê yekê bide tê.
Ji vê gavê şûnda, her perçeyek nanê ku di vê malê de tê xwarin û her nefesa ku tê kişandin, di bin siya hesteke jehrîn a deynbariyê de dimîne û gotinên; "Me ji bo anîna te pere xerc kirin lewma mafê te yê îtirazkirinê nîn e” li rûyê wê tên gotin.
Dema ku mirov fêm dike di nava vê pergala dijminê jinan de tu riya derketin û rizgarbûnê nîn e, kûrtir ev êş kûrtir dibe. Ger jin bi daweteke biha bizewice, ji ber deynan rastî tundiyê tê lê dema bi daweteke sade û mesrefa kêm bizewice, dibe hedefa biçûkxistinê.
Bûkên ku di bin barê deynan de perçiqîn
Li parêzgeha Bexlanê, dema ku Suheyla Nasir bi pismamê xwe yê 20 salî re zewicî, hê 18 salî bû. Suheyla Nasir, tiştên ku di zewaca xwe de jiyane, wiha tîne ziman: “Ji roja ewil ve dema ketim mala hevjînê xwe û pêve, bedêla giran a vê dawetê û qelenê ku dane bi nêzikahiyên biçûkxistin, heqaretên devkî û tundiya fîzîkî didim. Ez bi pereyan hatim kirîn lewma mîna amûrekî nêzî min dibin.”

‘Her dem ji min re gotin tu erzan û bêqîmet bûy’
Çîroka Neyire ya li yek ji navçeyên Kabulê dijî jî ne cuda ye. Ev çîrok nîşan dide ku pirsgirêka bingehîn ne pere ye, feraseta jinan wekî mal û milk dibîne ye.
Malbata Neyire, ji ber rewşa aborî ya nebaş a zava, lêçûnên dawet û zewacê pir kêm û sade hiştine. Lê Neyire deh sal in bedêla vê helwesta malbata xwe dide.
Neyire, serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Ev deh sal in, ez van gotinan ji hevjînê xwe û malbata wî dibihîzim, ‘Tu erzan bûy! Tu ewqas bêqîmet bûyî ku bi hêsanî te dan me. Em dikarin kengî bixwazin, çend bûkên din ên mîna te bînin!’”
Çîrokên Suheyla û Neyireyê, wê trajediya ku bi milyonan jin li Efganistanê dijîn, nîşan dide. Ev jin, nûnertiya nifşeke ku di navbera du kêrên tûj de asê mane dike. Yan dibin "bûka biha" ya di bin barê giran ê deynan de an jî dibin "bûka erzan" ku tu nirxek ji wan re nayê dayîn.
Bi kevneşopiyên civakî jinan vediguherînin metayê
Zêdebûna lêçûnên dawetan û barê giran ê qelen, wekî parçeyekî kevneşopiya civakî ku bi îdeolojiyên tundrew û kevneşopiyên eşîrî yên hişk bêhtir tê xurtkirin tên pênasekirin. Ev kevneşopî yan jî paşverûtî, jinan ji nasnameya wan a mirovî û nirxên wan ên takekesî bêpar dike.
Li gorî nirxandinên nivîskarek di civakek ku hem yasayên fermî hem jî kevneşopî jinan dixin asta metayê de; mal êdî ne cihê jiyanê, dibe qadeke ku tê de rûmet û bedena jinan tê pelçiqandin.
Heta ku feraseta jinan wekî tiştên ji bo kirînê dibîne û paşverûtiyên civakî yên dijminê jinan berdewam bikin; dê jinên li Efganistanê bedêla pergaleke ku tê de tu îradeya wan tune ye bidin.