Li dijî xwendekarên werzîşê tundiya dîjîtal û êrîşên zayendî

Parvekirina wêne û vîdyoyên çalakiyên werzîşê yên xwendekarên jin di medyaya dîjîtal de, dibin sedema şîroveyên li ser beden û cil û bergan. Ev yek bandoreke xirab li jiyana derûnî, civakî û perwerdeya xwendekaran dike.

 ÎMAN SEMÎR ELΠ

Misir – Dema ku wêne yan vîdyoyên ku çalakiyên werzîşî yên xwendekarên jin ên li fakulteyên zanistên werzîşê dixwînin belge dikin li ser medyaya civakî tên parvekirin, piraniya şîroveyan li şûna nîqaşkirina bûyera werzîşî an serkeftina akademîk, li ser beden, cil û berg û jiyana taybet a xwendekaran tên kirin. Ev yek jîngeha dîjîtal ji bo gelek xwendekaran vediguherîne qadeke ji bo çewisandin, tacîz û kuştina karekter. Bandorên vê yekê digihîjin jiyana wan a psîkolojîk, civakî û akademîk, carna jî pêşeroja wan a pîşeyî.

Du serpêhatiyên rast

A. H. xwendekareke Fakulteya Zanistên Werzîşê ya Zanîngeha Kenayê ye dibêje ku ew di merasîma bidawîbûna çalakiyên xwendekaran de beşdarî xwepêşandaneke werzîşê bûye lê piştî ku wêneyên xwepêşandanê li ser malpera fermî ya fakulteyê hatin weşandin, ew û hevalên xwe rastî gelek şîroveyên heqaretê hatin.

Di nav şîroveyan de gotinên tinazker û heqaret ên wekî "fakulteya reqsa rojhilatî", "hûn ê nota herî bilind bistînin heke hûn bi wijdanê xwe bihejînin," û "dê û bavê van keçan li ku ne?" hebûn. Her wiha şîroveyên ku exlaqê xwendekaran dixistin ber gumanê û rûmeta wan xera dikirin jî hebûn.

Xwendekar diyar kir ku vê serpêhatiyê bandoreke cidî ya psîkolojîk li ser wê kiriye û bûye sedema xemgîniyeke mezin û got ku demek dev ji çûyîna fakulteyê berdaye û ji bo ku ji şîroveyên neyînî yên din dûr bikeve, rûpela fermî ya fakulteyê neşopandiye.

Ji bo xwendekareke din, D. H. bandora van şîroveyên neyînî di jîngeha dîjîtal de ne tenê bi cîhana virtual ve sînordar bû; wê rasterast bandor li jiyana wan a taybet jî kir.

Parvekirina wêneyên xwendekaran û heqaret

D.H. rave dike ku malbata wî di destpêkê de li dijî wê yekê bûn nedixwestin beşdarî fakulteya zanistên werzîşê bibe lê piştî ku di ezmûnên destpêkê de bi ser ket, wê îsrar kir û wan qanih kir. Her wiha destnîşan dike ku wê di tevahiya perwerdeya xwe de hewl daye rêzê li hesasiyetên malbata xwe bigire û wiha didomîne: “Lê belê rewş dijwar bû dema ku wêneyên ji rûniştineke perwerdeya xwendekaran li ser rûpela fermî ya fakulteyê hatin parvekirin. Xwendekar rastî heqaret, rûreşî û şîroveyên rûreşker hatin; heta bangên girtina fakulteyê jî hatin kirin. Piştî ku birayê min ev wêne û şîrove dîtin, li hemberî min tundiyê kir û hewl da rê li ber berdewamiya xwendina min bigre. Her çendî bi saya destwerdana endamên malbatê destûr hat dayîn ku xwendina xwe bidomînim jî şert hat danîn ku ji wargeha zanîngehê derkevim. Di encamê de, neçar mam her roj rêwîtiyên dûr û dirêj bikim û ev yek jî bû sedema westandinê.”

D.H. diyar dike ku ev sînorkirin encama rasterast a tundiya dîjîtal in û bi derbaskirina sînorên înternetê bandorê li mafê perwerdeyê dikin.

Bandora li ser pêşeroja pîşeyî û kar

Bandorên tundiya dîjîtal ne tenê bi jiyana zanîngehê ve sînordar in; ew bandorê li derfetên kar ên piştî mezûnbûnê jî dikin. Amîra Muhammed, xwendekara Perwerdeya Bedenî ya sala dawîn e, dibêje ku wê rûpelek Instagramê vekiriye da ku perwerdeya werzîşê ya serhêl ji bo keçan peyda bike lê ji destpêkê ve rastî tacîza dîjîtal a domdar hatiye.

‘Peyamên pêşniyarên derexlaqî beramberî pere ji min re hatin kirin’

Amîra Muhammed dide zanîn ku her çendî naveroka rûpelê ji bo keçan be jî piraniya şopînerên wê mêr in, ev yek bûye sedema şîroveyên ne guncaw ku di destpêkê de bi hewldanên naskirina wê dest pê dikin, dû re di vîdyoyên wê de xuyang, cil û berg û şêwaza wê hedef digrin û wiha didomîne: “Her çendî hewl didim pêşkêşkirina naverokê biguherînim û cilên firehtir li xwe bikim jî şîroveyên tacîzkar û îşaretên cinsî berdewam dikin. Di şîroveyên li bin vîdyoyên perwerdeyê de, tinaz bi performansa min a werzîşî û giraniya ku bi bikar dianîn hatin kirin. Her wiha peyamên ku pêşniyarên derexlaqî di berdêla pereyan de ji min re hatin kirin. Ev yek bi serê xwe îstîsmara dîjîtal û tacîz e. Vê rewşê bandoreke neyînî li ser psîkolojiya min kir, beriya parvekirina naveroka nû dudil bûm û heta fikirîm rûpelê bi tevahî bigrim. Lê belê pêwîstî bû rûpel ji bo armancên kar û ji bo peydakirina naveroka werzîşê ya perwerdeya ji bo keçan vekirî be. Bi demê re, tacîz hinekî kêm bû bi sepandina polîtîkayek paşguhkirina peyamên acizker û jêbirina şîroveyên ne guncaw.”

Xwendekarên ku xwedî şiyanên cuda ne ji bo ku bi tundiya dîjîtal re mijûl bibin hinek ji wan dikarin tevî hemû zextan perwerde û xwendina xwe bidomînin, ên din neçar in ji hinek çalakiyan vekişin an jî bi sînorkirinên malbatî û civakî re rû bi rû bimînin.

Helwesta akademîk û rêveberiya zanîngehê

Rêvebera Têkiliyên Giştî û Medyayê ya Fakulteya Zanistên Sporê ya Zanîngeha Asyut, Dr. Nusa Muhammed, diyar kir ku fakulte ji bo dabînkirina hawîrdoreke fêrbûnê ya ewle pabend e û ji bo parastina xwendekaran ji binpêkirinên dîjîtal tedbîr girtine. Her wiha got ku wêneyên li ser rûpela fermî tên weşandin bi gelemperî wêneyên komî ne, çalakiyan belge dikin.

 Nûsa Muhammed diyar kir ku her şîroveyên heqaretkar ên ji hêla xwendevan ve tên kirin tên belgekirin û ji bo tedbîrên zagonî ji yekîneyên pêwendîdar re tên şandin û wiha got: “Heke şîrove ji derveyî fakulteyê were, giliyek fermî ji yekîneya sûcên înternetê re tê tomarkirin. Kamerayên ewlehiyê li hemû tesîsan tên sazkirin da ku ewlehiya kampusê were zêdekirin.

Tundiya dîjîtal a zayendî yek i pirsgirêkên herî mezin e’

Endama Komîteya Pêşbîniyên Pêşerojê ya Fakulteya Zanistên Sporê ya Zanîngeha Asyutê, Hîkmet Îbrahîm Abdulkerîm, diyar kir ku Tundiya dîjîtal a li ser bingeha zayendî yek ji pirsgirêkên herî girîng e ku xwendekarên jin pê re rû bi rû dimînin û got ku ev tundî bi awayên curbecur ên heqaret, gef, şantaj û binpêkirinên nepenîtiyê di nava xwe de vedihewîne.

Her wiha tekez kir ku ev cure tundî dikare bandorên psîkolojîk ên wekî fikar, depresyon, windakirina xwebaweriyê û heta nexweşiya stresê ya piştî travmayê çêbike û got: “Ev yek dikare ji ber balkişandin û kêmbûna performansê bandoreke neyînî li ser performansa akademîk bike. Di hinek rewşan de, ev dibe sedem ku xwendekar bi tevahî dev ji dibistanê berdin. Bandorên civakî hestên tenêtiyê û tirsa ji demxeya civakî çêdibe ku ev yek nahêle keçên ciwan di hawirdora dîjîtal de çalak bin û ji derfetên fêrbûnê sûdê bigrin.”

Hikmet Îbrahîm Abdulkerîm diyar kir ku fakulte "alîkariya yekem a psîkolojîk" pêşkêşî xwendekaran dike, tê de rêbazên wekî dayîna piştgiriya psîkolojîk, teşwîqkirina axaftinan bi kesên pêbawer re, dûrketina ji sedemên stresê, dûrketina ji sûcdarkirina xwe û nebersivdayîna li hemberî zorbazan hene.

Riyên zagonî û parastina mafan

Parêzer Şeyma Hesen El-Hecûlî diyar kir ku gava yekem di têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal de berhevkirina delîlan e, tekez kir ku tomarkirina dîmenên ekranê yên sohbet, şîrove û astan delîlên girîng in.

Her wiha da zanîn ku mexdûr paşê gilînameyek fermî pêşkêşî yekîneya sûcên sîber dike, hejmarek gilînameyê digre û piştî lêkolînek teknîkî, dosya ji dozger re tê şandin û got: “Lê belê pêvajoya dirêj pirsgirêkek girîng e ji ber ku kesên dibin hedef heta çareseriyek çêbibe zirarê dibînin. Ji bo vê yekê piştgiriya malbatê û psîkolojîk girîng e. Ev piştgirî pir pêwîst e, nemaze di hawîrdorên ku zexta civakî ji ber sedemên perwerdeyê yan xuyangên fizîkî dijwar in de. Sûc bi riya hesabên sexte tên kirin û sûcdar carna di temenê biçû kde ne ev yek jî naskirina wan dijwartir dike.”

Hikmet Îbrahîm herî dawî tekez kir ku qanûn ji bo hinek sûcên dîjîtal heta salek cezayê girtîgehê û cezayên ji 50,000 lîreyên Misrî dest pê dikin destnîşan dikin lê sepandina cezayan bi şiyana naskirina sûcdar ve girêdayî ye.