‘Li dijî girtiyên jin ên Filîstînî îşkence û pêkanîn xirab hene’

Girtiyên jin ên Fîlîstînî yên di girtîgehên ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanê li wan tune ne de dimînin, rastî tundiya devkî û fizîkî tên.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Girtiyên jin ên Filistînî di girtîgehan de rastî tundiya fizîkî û devkî tên. Girtiyên jin ên Filistînî yên di girtîgehan, ji hemû pêdiviyên bingehîn mehrûm in û rastî tundiyê tên.

Yek ji girtiyan Nisrîn Hesen Ebû Kemîl wiha got: “Dema ku di sala 2015’an de min serdana dayika xwe ya ku li Hayfayê dijî kir, rê girtibûn, piştî ku min îfadeya xwe da, leşkerên jin ji min xwestin ku ez bi wan re biçim. Wê gavê ez netirsiyam ji ber ku difikirîm ev yek tiştekî rûtin e. Lê dema ku dengê berpirsyar bilind bû, çend pirsên ku tên wateya hevkariya bi berxwedanê ji min pirsî, min xeterê hîs kir. Dema ku min bersiva pirsên wan neda, min birin odeyeke din ku jê re dibêjin odeya îşkenceyê û bedena min bi 10 santîmetreyan ji erdê rakirin, 24 saetan wisa li hewa hiştin û gelek gotinên nebaş ji min re gotin.”

21 rojan di binçav de ma

Nisrîn Hesen da zanîn ku ji ber îşkenceya bênavber li wê dihat kirin îro nikare destên xwe bilind bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez bi gelek nexweşiyên singê jî ketim. Di odeya îşkenceyê de kulekek di jor de hebû, her çend saetan carekê ava sar ji wê derê li ser min dirijandin, ji bo ku ranezêm. Ez 21 rojan di wê rewşê de mam. Bêyî ku tu sûcê min hebe 6 sal ceza li min hat birîn. Nedihiştin, malbata min serdana min bike. Nedihiştin ku ez bi telefonê jî bi zarokên xwe re biaxivim. Girtiyên jin biryara greva birçîbûnê ya çend rojan dan da ku zextê li wan bikin ku bihêlin du deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Ji ber vê yekê hiştin ku girtiyên jin bi malbatên xwe re biaxivin û ez jî bi zarokên xwe re axivîm.”

‘Îsraîl li dijî jinan rebazên gelek xirab bi kar tîne’

Nisrîn Hesen eşkere kir ku dema ew ketiye girtîgeha Heşaron a wê demê ji bo girtina girtiyên jin hatibû veqetandin, li wir nêzî 63 girtiyên jin dîtine û wiha pê de çû: “Tişta ku ez gelekî xemgîn kirim dîtina zarokên keç di vê girtîgehê de bû. Bedena zarokên biçûk nikare îşkenceyê tehemul bike, guhên wan jî nikarin gotinên nebaş bibihîzin. Di tevahiya dema lêpirsînê de ji tirsa kamerayan li her derê neçûm serşoyê. Girtiyên jin spor, xwendin û karên destan çêdikirin. Îsraîl cureyên gelek xirab ên şîdetê li dijî jinan pêk tîne.”