Li ber "Qesra Edaletê” roja 365’emîn: “Hemû cîhanê dengê min bihîst, tenê Erdogan û dozgeran nebihîstin”

Her çiqas li ser dîwarê salonên edliyeyan "Edalet Bingeha Milk e" hatiye nivîsandin jî Emîne Şenyaşar ev salek e li ber avahiya ku navê xwe ji ‘edaletê’ girtiye "Nobeta Edaletê" digre.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha– Tirkiye tu carî nebûye xwedî pergaleke dewletî ya ku bi temamî “edaletê” pêk bîne. Li her derê Tirkiyeyê kesên ku “edaletê” dixwazin hene. Li Dêrsimê malbata Gulistan Doku ev zêdetirî 2 sal in ji bo dîtina keça xwe ya winda deriyê ku lênexistine nehişt, li Stenbolê Dayikên Şemiyê, li Amed û Êlihê Xizmên Windayan bi salan e ji bo dîtina xizmên xwe yên di salên 90'î de hatin windakirin û cezakirina kiryaran di nava çalakiyan de ne. Gelek dayikên ku jiyana xwe bi lêgerîna hestiyên zarokên xwe derbas kirin jiyana xwe ji dest dan; daxwaza wan a dawî ew bû ku tenê goreke zarokên wan hebe. Tenê bi van re ne sînordar e, bi rûpelên bêedaletiyê wekî kesên bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin, yên ku bi neheqî hatin girtin û di qetlîamên jinan de biryarên darazê yên ji alîbûna mêran, dikarin bên rêzkirin. Yek ji wan jî Emîne Şenyaşar a ku tam 365 roj in ango salek e bi kurê xwe re li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digre ye.

Hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de ji malbata Şenyaşar Celal, Adil û Hacî Esvet qetil kirin. Emîne Şenyaşar a ku li dijî edaleta 4 sal di ser komkujiya li ber çavên gel hat pêkanîn derbas bû jî nehat, serî rakir, ji bo edaleta ku dozger nikare pêk bîne û ji bo sûcdaran cezayên pêwîst bigre 365 roj in “Nobeta Edaletê” digre. Nobeta ku Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir, ne barîna berfê, ne tava tûj û ne jî mudaxeleya polîsan nikaribû rawestîne.

Li dijî edaleta ku nayê serî radike

Emîne Şenyaşar her sibeh bi gotina "Malbata min tune kirin, ez çawa li malê rûnim" ji Pirsûsê tê Edliyeya Rihayê û heta êvarê riya edaletê çavdêrî dike, bi têkoşîna xwe re ji bo gelek kesên ku di lêgerîna edaletê de ne jî dibe îlham. Emîne Şenyaşar a ku tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji ber edliyeyê naçe, tekoşîna xwe ya salekê bi gotina, "Ez bizanim ez ê li vir bimrim jî ji vir naçim. Mala min vala ye, ma ez herim ku derê?” pênase dike.

Der barê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin

Di vê pêvajoyê de ji bilî pirsgirêkên tenduristiyê û zextên ku pê re rû bi rû maye, der barê Emîne Şenyaşar de gelek lêpirsîn hatin vekirin. Ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di çalakiya nobetê anîne ziman, der barê Emîne Şenyaşar de bi hinceta “Heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kiriye” 4 doz hatin vekirin û bi heman hincetê 14 caran ji bo îfadeyê hat gazîkirin. Dayik û kurê wê bêyî “hincet” were nîşandan 6 caran li ber edliyeyê hatin binçavkirin û gelek caran bi zorê wan birin nexweşxaneyê. Tevî ku 9 dozgerên li dosyayê nihêrîn guherîn jî dozgerên ku malbatê xwest hevdîtin bi wan re pêk bîne, hevdîtin qebûl nekirin.

"Ev salek e me ji bilî zilmê tiştek din nedît"

Emîne Şenyaşar anî ziman ku ji bo li edaleta bi salan e li bendê bûn bigerin dest bi rûniştina li ber edliyeyê kirine û got: "Em çûn ku derê me edalet nedît, me nedît. Nedibû ku ez li mala xwe rûnim û li benda pêkahtina edaletê bisekinim loma ez hatm li vir. Ev salek e em li vir rûdinên. Ev salek e me ji bilî zilmê tiştek din nedît. Dozgeran nedixwest me bibînin, deriyên xwe li ser me digirtin. Nedihiştin em biçîn baxçeyê edliyeyê jî baxçe jî qedexe kiribûn. Gelek caran me derb kirin. Me gelek zilm û îşkence dît.”

“Li şûna kujeran bidarizînin, min darizandin"

Emîne Şenyaşar dibêje ku her çend ji malbata wê 3 kes hatin qetilkirin jî li şûna kujeran ew bi xwe tê darizandin û li dijî wê gelek lêpirsîn hatine destpêkirin û destnîşan kir ku dewlet ji bo komkujiyê veşêre her tişt kiriye. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî tiştên ku bi wê û malbata wê dane jiyîn da û wiha pirsî: “Îbrahîm Halîl Yildiz hikûmetê digre pişta xwe û her tiştî dike. Li min dozê vedike. Ji malbata min 3 kes hatin kuştin. Yê ku vê yekê dike û destûr dide dewlet e yan hikûmet e?”

“Ez dixwazim Fadil bê berdan”

Emîne Şenyaşar bi gotinên "Ev salek e ez her roj têm li vir û rûdinêm" axaftina xwe domand, wiha axivî: “Kurekî min di girtîgehê de ye, ji bo were berdan û edalet pêk were, ez li vir rûdinim. Ji tenduristiya min tiştek nema. Êdî çavên min jî nabînin. Kurê min 4 sal in di girtîgehê de di hucreya yek kesî de dimîne. Kesê ku van tiştan bi zarokên min kir, li Pirsûsê milên xwe dihejînin û digerin. Ev salek e tenê daxwazek me heye; ew jî berdana kurê min Fadil û cezakirina sûcdaran e."

"Ger hewce bike ez ê saleke din jî li vir rûnêm"

Emîne Şenyaşar diyar kir ku di nava salek de ji kesên ku piştgirî dane wê gelek hêz girtiye û got ku ew ji bo 9'ê Adarê jî benda heman piştgiriyê ye. Emîne Şenyaşar herî dawî bang li gel kir ku ne tenê ne ji bo wê, ji bo hemû kesên di bin zextê de edaletê bixwazin û wiha got: “Dengê me hemû cîhanê bihîst, tenê Erdogan û dozgeran nebihîstin. Heta daxwazên min pêk bên ez ê rûniştina xwe ya li vir bidomînim. Ez nikarim li mala xwe rûnêm. Ger mirina min hebe, bila li vir be. Salek derbas bû, ez ê saleke din jî rûnêm. Ez ê qet dev jê bernedim. Ez dev jê bernadim, bila gel jî dev jê bernede. Bila her kes were cem me û bi me re edaletê bixwaze. Bila di 9’ê Adarê de bên li vir û ne tenê ji bo me, ji bo her kesê edaletê bixwazin.”