Li Başûrê Lîbyayê têkoşîna dayîkên zarokên otîstîk

Dayîkên li başûrê Lîbyayê têkoşîna ji bo zarokên xwe yên otîstîk, bi rêya însiyatîfên civakî yên ku pêwîstiya lezgîn a navendên rehabîlîtasyonê yên pispor û berfireh destnîşan dikin, dimeşînin.

MONA TUKA

Lîbya – Peymana Mafên Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet di sala 2008'an û Peymana Mafên Zarokan jî di sala 1990’î de hat mohrkirin. Ev peyman, mafên perwerde, rehabîlîtasyon û lênêrîna tenduristiyê ji bo zarokên otîstîk mîsoger dike. Tevî ku Lîbyayê ev peyman pejirandine jî rastiya li başûrê Lîbyayê, nebûna polîtîka û navendên pispor nîşan dide. Di nava vê nebûnê de, dayîk barê herî giran hildigrin.  Her çend bi sînor be jî, hewl didin ku însiyatîfên biçûk ên herêmî ava bikin da ku hestek hêviyê bidin zarokên xwe.

Li bajarê Sebha, çalakiyên werzîşî û şahiyê ji bo zarokên otîstîk tên organîzekirin. Di nav de siwarbûna li hespan a li Klûba Faris El-Qardabiya ya bi hevrêziya bi Encumena Jinan a Fezan re jî hene. Tevî xwezaya sembolîk a vê însiyatîfê, wê mijarek berfirehtir ronî kiriye: nebûna roleke hikûmetê û hebûna dayîkan a di têkoşîna ji bo mafên zarokên xwe de mîna ajokarek sereke.

Zarokên otîstîk bê navendên rehabîlîtasyonê ne

Cemîla El-Cemalî, Rêvebera Nivîsgeha Encûmena Jinan a Fezan û yek ji damezrînerên Weqfa Dayîkên Zarokên Otîstîk e. Cemîla,  li ser ezmûna xwe û zehmetiyên ku dayîk li başûrê Lîbyayê dikşînin, axivî. Cemîla El-Cemalî got: "Em piştgiriyê didin her însiyatîfê ku di warê werzîşî û civakî de xizmetê ji zarokên otîstîk re dike. Em tenê dezgehek hevrêzkirinê ne di navbera park û navendên siwarbûna hespan û rêxistinên din ên ku lênêrîna vê beşê dikin de. Rastiya tal ew e ku eleqeyek rastîn ji bo zarokên otîstîk tuneye. Navenda heyî pir biçûk e û hejmara zarokan mezin e. Ew ji 150 heta 200'î derbas dibe, li gorî ya ku li deverên din ên başûr heye, têr nake."

'Dayîk jî hewceyî piştevaniyê ne'

Cemîla El-Cemalî da zanîn ku tevî hewcedariya zarokan bi perwerde û dermankirinê heye, dayîk jî hewceyî piştevaniya psîkolojîk û civakî ne. Cemîla wiha li gotinên xwe zêde kir:  "Min şahidiya têkoşîneke nêzîk bi zarokê xwe re kir, bi taybetî piştî ku ew bû 14 salî, ji ber ku dema zarok ji zaroktiyê derbasî mezinbûnê dibe, zehmetî zêde dibin. Dayîkek ji hêla psîkolojîk ve êş dikşîne ji ber ku ew dibîne ku zarokê wê nikare biçe, bixwe an jî ragihîne, ku ev dayîkan di bin zexteke psîkolojîk a mezin de dihêle." Cemîla El-Cemalî destnîşan kir ku weqfa ku wê bi xwişka xwe re ava kiriye armanc dike ku piştgiriyê bide dayîkan, wan perwerde bike ka meriv çawa li malê bi zarokên xwe re mijûl dibe û amûrên perwerdehî û rahênanê yên ku alîkariya zarokan dikin ku biaxivin û ragihînin, peyda bike.

Çalakiyên kêfê ji bo zarokan

Cemîla El-Cemalî balkişand ser girîngiya çalakiyên rekreasyonê û wiha got: "Em hewl didin ku çalakiyên wek siwarbûna li hespan, bazar û parkan ji bo zarokan organîze bikin. Ji ber ku ew alîkariya wan dikin ku jêhatiyên motorî, danûstendina vîrtual bidest bixin û baweriya xwe zêde bikin. Dayîk di heman demê de feydeyên psîkolojîk jî dibînin, ji ber ku derketina ji malê û beşdarbûna van çalakiyan, depresyon û tecrîda ku ji hêla lênêrîna rojane ya zarokan ve tê ferzkirin, sivik dike. Ev însiyatîf riyek derketinê û derfetek civakî didin dayîkan."

Dayîk navenda êş û têkoşînê ye

Cemîla El-Cemalî dide xuyakirin ku xebata bi dayîkên zarokên otîstîk re bi gavên gav bi gav dest pê dike û wiha dibêje: "Em li encumenê gavan davêjin da ku dayîkan perwerde bikin ji bo ku bizanibin bi zarokên xwe re çawa mijûl bibin. Di nav vana de qursên guherandina tevgerê, perwerdehiya axaftinê û perwerdehiya jêhatiyên jiyanê hene. Em hewl didin ku rûniştinên diyalogê ji bo zarok û dayîkên wan organîze bikin da ku ew bikaribin pirsên xwe yên zagonî û perwerdehî bipirsin. Em dixebitin ku ji bo wan civatek biçûk û piştgir ava bikin. Armanc ew e ku zarok ji tecrîdê derkevin û derfetên danûstandin, fêrbûn û mezinbûna bi awayekî saxlem ji wan re peyda bikin. Dayîk hê jî navenda sereke ya êşê ye, ji ber ku otîzm bandorek girîng a psîkolojîk û civakî li ser jiyana wê ya rojane dike."

Însiyatîfên xweser wek alternatîfek ji bo hikûmetê

Masûda Salih behsa ezmûna xwe wek dayîka zarokekî bi otîzmê kir û wiha axivî: "Em li herêma başûr ji nebûna navendên rehabîlîtasyonê yên taybet ji bo zarokên bi otîzmê pir êş dikişînin. Ji kêliya ku teşhîsa nexweşiya zarokekî tê danîn, divê ew bighîjin hawîrdorek dermankirinê ku pisporên di warên cûrbecûr de, wek axaftin, guhertina tevgerê û perwerdehiya jêhatiyên jiyanê de, dihewîne. Ev lênêrîn ne tenê ji bo zarokan, her wiha ji bo dayîkan jî girîng e, da ku ew fêr bibin ku li malê bi zarokên xwe re bi rêkûpêk têkilî deynin. Li herêma me navendên perwerdehiyê yên taybet tunene, ev yek me neçar dike ku ji bo dîtina dermankirin û perwerdehiya guncav em rêwîtiyên dirêj bikin."

‘Me ji qursên ku me girtine gelek sûd girt’

Masûda Salih destnîşan kir ku hebûna navendan hêviya jiyanê ji bo zarokên wan xurt dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Me ji qursên ku me girtine gelek sûd girt. Wek qursên guherandina tevgerê, çawaniya mijûlbûna bi zarokên otîstîk re û fêrkirina bilêvkirinê ji wan re. Zarokên otîstîk pir caran di destpêkê de naxivin, lê van qursan rêbazên bibandor ji me re peyda kirin da ku alîkariya wan bikin ku bipeyivin û danûstandinê bikin. Her wiha di têkiliyên xwe yên bi yên din re de bi qasî ku pêkan e nêzîkî mirovekî normal bibin."

Çarçoveya yasayî ya navneteweyî

Zagon û peymanên navneteweyî mafê zarokên bi otîzmê ji bo lênêrîn û rehabîlîtasyonê piştrast dikin, wek Peymana Mafên Kesên Astengdar a 2008'an: Ew mafên zarokên bi astengdar ji bo perwerde, rehabîlîtasyon û entegrasyona civakî garantî dike û hikûmetê mecbûr dike ku tesîs û xizmetên pêwîst peyda bike. Peymana Mafên Zarokan a 1990'î jî: Mafê her zarokekî yê jiyan, pêşketin, perwerde û parastinê ji paşguhkirin û cudakariyê garantî dike.

Nebûna van mafan li ser erdê, bi taybet li başûrê Lîbyayê, xwealîkariyê dike pêdiviyek ne alternatîf û dayîkan dike pozîsyona parêzvanên yekem ên zarokên xwe.