‘Li Başûrê Kurdistanê daneyên tundîtûjiyê her sal zêde dibe’
Fermanbera dadgeha pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbatê a bajarê Silêmanî Pexşan Mihemed diyarkir ku rewşa jinan ji ber zêdebûna tundîtûjiyê berbi xirabûnê ve diçe û got: “Daneyên tundîtûjiyê her sal zêde dibe.”
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê ji ber zordestiya aqlê mêrsalarî û kevneşopiya civakê, hertim jin rastî tundîtûjiyê tên û dane jî zêde dibin. Li gor daneyên dadgeha lêkolîna pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbatê ya her sê ofîsên Rojhilat, Rojava û Bekrecû a li bajarê Silêmanî di nava şeş mehên destpêka îsal de 1 hezar û 396 bûyerên tundîtûjiyê hatine tomarkirin.
Piştî tomarkirin û komkirina daneyên tundîtûjiyê Ofîsên pêşîlêgirtina tundîtûjiyê, dosya diçin serokayetiya dadgehê Têhleçûnê a navçeya Silêmanî.
Daneyên şeş mehên îsal bi vî awayî ye:
Di meha Çile de 242 bûyer, di meha Sibatê de 265 bûyer, di meha Adarê de 164 bûyer, di meha Nîsanê de 200 bûyer, di mehan Gulanê de 267 bûyer, di meha Hezîranê de 258 bûyerên tundîtûjiyê hatine tomarkirin.
‘Rewşa jinan din ava civakê de berbi xirabûnê ve diçe’
Fermanbera dadgeha pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbatê a bajarê Silêmanî Pexşan Mihemed diyarkir ku li dadgehê zextek zêde ji ber zêdebûna dozên tundîtûjiyê heye, di hersê ofîsê Rojhilat, Rojava û Bekrecû, rojane bi dehan doz tên tomarkirin û wiha got: “Em hewl didin dozan çareser bikin. Mixabin niha dozên tundîtûjiyê zêde dibe. Tenê ne di nava jin û mêran de, niha di nava bira, bav, xwuşk de jî tundîtûjî zêde bûye. Di her civakekê de tundîtûjî zêde be, bê gûman rewşa jinan ne başe û dibînin rojane qetilkirin, gef û xweşewitandin zêde bûye. Li gor ez bi xwe jî li dadgehê kar dikim, rewşa jina di civakê de ne başe û daneyên tundîtûjiyê zêde dibe.”
‘Berê jî dozên jinan zêde bû, lê belê nedihatin dadgehê’
Pexşan Mihemed da zanîn ku niha bûyerên kuştina zêdetir weke tundîtûjiyê behs dikin û ev jî bi saya ragihaninê ye û wiha dom kir: “Berê jî tundîtûjî hebû, lê belê ji ber ne hişyarbûna xelk û dadgehê doz nedihatin dadgehê ku werin tomarkirin. Niha beşek ji ew jinên ku tundîtûjî li beramber wan tê kirin diçin sitargehan heta ku pirsgirêkên wan were çareserkirin. Divê demê de hebûna stargehan giring e.
‘Jin hişyarin û di dema tundîtûjiyê de diçin dadgehê’
Pexşan Mihemed destnîşan kir ku ev çend sale li dagdehê kar dike salekê ne dîtiye dane kêm bûne û wiha got: “Sal bi sal daneyên tundîtûjî û hevberdanê zêde dibe. Niha jin heta astekê derbarê mafê xwe de hişyar bûne, dema ku tundîtûjî li beramber tê pêkanîn berê xwe didin dadgehê û gilî dikin. Ev karek başe, lê belê rênmayên me ji bo jina ewe ku di dema her pirsgirêkekê de hewl didin ji hevdû têgihiştinê pirsgirêkan çareser bikin. Ger wisan çareser nebû piştre dibin dadgehê. Li dadgehê lêjneya me ya aştiyê heye, bi çend lêjneyek û çend caran di rûnin, pirsgirêka malbatê çareser dikin. Aqlê mêr di civaka me de maye û li gel mêran bûye kevneşopî. Erkê me û rêxistinan eve ku dema ku hişyarî belav dikin ji bo herdû zayendan, mêr jî ji maf û erkê jinê agahdar bike. Ji ber hebûna her tundîtûjiyekê di nava malbatê de ne tenê jin zirer dibînin zarok jî zirar dibinin.”
‘Dadgeh heye divê jin ji bo çareseriya pirsgirêkê berê xwe nedin xwekuştinê’
Pexşan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dadgeha pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jinan hertim dozên jinan lêkolîn dike. Peyama min ewe ku malbat bikarin pirsgirêkan çareser bikin, dema ku pirsgirêk çareser nebû bila jin berê xwe nedin xwekuştinê, xwekuştin ne çareseriye, bila berê xwe bidin dadgehê.