Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên projeya 'Gundên Model'

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd amadekariyên projeya 'Gundên Model' nirxand û got ku Gundên Model vegera li çanda jin-dayikê ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star di 15'ê Çileya îsal de kongreya xwe yê 9'emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Yek ji biryarên kongreyê avakirina projeya 'Gundên Model' bû. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Mehmûd, pêkanîna biryarên kongreyê û amadekariyên wê nirxand.

'Li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurtkirina aboriyê pir girîng e'

Rîma Mehmûd di destpêka axaftina xwe de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser gundan bibîr xist û wiha pêde çû.”Rêbertî dibêje ku her kes li gund û çanda xwe vegere, ji ber xêr û bereketa heyî hemû di gundan de ye. Di salên dawiyê de gund hatine valakirin û her kesê/î berê xwe daye bajaran û li gundan tenê pîr û kal mane. Dema ku her kes berê xwe bide bajaran, mutleq aboriya herêmê jî zeyîf dibe. Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi av, çandinî, sebze û fêkiyên xwe bi nav û deng bû, têra hemû bajaran dikir û pêwîstiya me jî bi anîna cureyên sebze û fêkiyan ji derveyî herêmê nebû. Pir girîng e xelkê li vê herêmê dijîn aboriya xwe jî wiha xurtir bikin."

Li Herêma Cizîrê ji bo 10 'Gundên Model' amadekarî didomin

Rîma Mehmûd pêwîstiya avakirina gundên model û amadekariyên wê wiha bilêv kir: "Piştî ku gel berê xwe dan bajaran û aboriya heyî zeyîf dibû, pêwîstiya avakirina 'Gundên Model' çêbû ku bi riya wê gel careke din teşwîqî vegera gundan bikin. Gel careke din li xêr û bereketa paşguh kiribûn. Li gorî gelek pêşniyarên ji herêman hatin, avakirina van gundan bû biryarê kongreyê 9`emîn. Diviyabû li her kantonekê herî kêm 5-6 gund bibin gundên model û li wan gundan em projeyên pîşeyî, aborî, çandinî û akademiyan vekin. Li Kantona Hesekê niha 6 gund li navçeya Til Temir, Hol, Erîşa, Dirbêsiyê, Şedadê û Hesekê hatine dîtin û li ser wê nîqaş hatiye kirin. Divê erdên çandiniyê, ava vexwarin û avdana zeviyan, malên vala ji bo veguherandina akademiyan û vekirina kargehên dirûtinê û konserweyan li gundan hebin û ji bo avakirina projeyan guncaw bin. Bi giştî niha li Herêma Cizîrê 10 gund 4 li Kantona Qamişlo 6 li Kantona Hesekê ji bo gundên model hatine veqetandin û amadekariyên wê didomin."

‘Gundên me xezîneya welatê me ye’

Rîma Mehmûd da zanîn ku gel bi xwe wê projeyan birêve bibe û ew kesek ji derveyî herêmê naynin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ne ku proje li gundan tune ne, hene lê belê em ê wê xurt bikin û jin bi xwe projeyên çandiniyê heta niha dikin û bi dewla avê ji bîran dikşînin. Em ligel Aboriya Jin di nava pêwendiyan de ne û ji bo pêşxistina çandiniyê çi pêwîst bike, em ê pêşkêşî jinan bikin. Ji bo pêkanîna 'Gundên Model' jin bi kelecanî ne. Gundên me îro xezîneya welatê me ne divê em zanibin çawa wan keşif bikin û xwedî li wan derkevin. Her projeyek biçûk ku li gundan bi ser bikeve, wê projeyeke mezin were vekirin. Dibe ku niha 6 gund bin lê dema ev gund di projeyên xwe de serkeftî bin, wê bandorê li gundên din jî bikin û bihêlin kesên ji gund bar kirine careke din lê vegerin û geş bikin. Ji bo demê jî divê beriya em kongreyê xwe ya 10'emîn li dar bixin projeyên me hemû ketibin meriyetê."

Zehmetî, pirsgirêk û makanîzmeyên çareseriyê

Rîma Mehmûd da payin ku ji bo zehmetiyan mekanîzmeyên çareseriyê peyda kirine û wiha behsa wan kir: "Êrîşên li ser herêmê pêk tên, fitneyên ku hin aliyên dijber li herêma Dêrazorê derdixin bêguman bandorê li xebatên me jî dike. Herî dawî êrîşê dewleta tirk a li ser giştî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bandorek mezin li ser xebata me kir ji ber ku dewleta  Tirk a dagirker cîhê herî bingehîn yê gel weke cihê kehrebe, av petrol û hwd. kir hedef. Li aliyek din di rewşên ku şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Erîşa, Hol û Şedadê dikevin tevgerê de, em neçar dimînin ku demekê xebatên xwe li wan herêman rawestînin. Ya din jî ava wan gundan şor e, carna dibe û carna jî ji bo çêkirina baxçeyan nabe, ji ber wê em pisporên ava binê erdê dibin piştî avê tehlîl dikin, ger ji bo avdanê bibe em li wir bîran dikolin. "

‘Li dijî hişmendiya dewletê têbikoşin û li gundên xwe vegerin’

Rîma Mehmûd da xuyakirin ku divê her kes li dijî hişmendiya  dewletê ya valakirina gundan têbikoşe û wiha pêl da gotinên xwe: "Polîtîkayên valakirina gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berîdana bajaran ne ku çand û fikrên gelê herêmê ye, ev dewlet û hişmendiya dewletê li pey wê ye. Dixwazin gel çand û dîroka gel bihelînin û ji nirxên wan dûr bixin. Di demên dawiyê de jî li gelek navçeyan gundên ku hatibûn paşguhkirin, careke din lê tê nêrandin û paqijkirin ku careke din şênî li malên hatine terikandin vegerin. Bi vî awayî û ligel avakirina gundên model, em ê bikaribin rê li ber koçberiya ji welat bigrin, derfetê kar wê ji her kesê/î re were peydakirin û wiha em ê bi destên xwe welatê xwe geş bikin. Li şûna ku em kolanên welatê xelkê paqij bikin, em ê vegerin cotkariya erdê xwe bikin, li şûna aboriya xelkê geştir bikin divê li kargehên gundê xwe em vegerin û aboriya welatê xwe xurtir bikin. Em li welatê xwe bi çand, dîrok û zimanê xwe biaxivin û li ser koka xwe şîn bibin."

'Gundên Model' vegera li çanda dayikê ye

Rîma Mehmûd bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Em vegerin çanda dayikê û  pêş bixin. Îro em vegerin serdemên berê ku bi destên dayikên me tenûr hatin çêkirin û nan hat çêkirin, bi dewla av ji bîran derxistin û baxçe avdan û dar û ber geş kirin. Bi rastî îro her kes aşiqê wan roj û kêliyan e, em bi hev re bikin. Gundên Model vegera li çanda dayikê ye."