Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêwaza rêxistinbûna jinan

Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne der barê rêxistinkirina jinan di rewşa koçberiyê de axivîn û ev tişt anîn ziman: "Me serî li hemberî dagirkeriyê netewand û rêya rêxistinbûyînê hilbijart û di komîn, meclis û saziyên jin û civakî de xwe bi rêxistin kir."

FÎDAN ABDULLAH
Şehba- Herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek erdnîgariya ji sedî dudu ji erdên Sûriyeyê digire. Dewleta tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, di vir de çîrokên koçberiya miletê wê dest pê kirin. Jina Efrînî jî ji ber a herî zêde ji şer zirar dîtiye xwest bi rêya rêxistinbûyînê careke din hebûna xwe îsbat bike. Efrîn ji 7 navçeyên bi navê "Şera, Şiyê, Cindirêsê, Bilbilê, Mabeta, Reco û Şêrewa" û 366 gundan pêk tê. Di Şoreşa Jinê ya Rojava de jin rabûn ser piyan û rêxistinên xwe ava kirin her wiha di hemû çalakiyan de roleke girîng lîstin.
Bi avabûna Partiya Yekitiya Demokratîk, sala 2003'an jinan karîbû di warê siyasî de rol bilîzin, di heman demê de bi rêya nêrînên xwe yên siyasî û tevlibûna partiyan re hebûna xwe ya siyasî îsbat kirin. Di sala 2013'an de Yekîneyên Parastina Jin li Rojava hat avakirin û vê yekê rê li pêşiya jinan vekir ku di warê leşkerî de roleke girîng bilîzin. Jin di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas bûn bi armanca pêşxistina xwe di wan qadan de her wiha ji bo şikandina sînorên ku civakê li ser wan ferz kiriye. Di heman demê de di warê aborî de jî destkeftiyên mezin bi dest xistin ew jî bi rêya vekirina projeyên xwe yên xweser wekî "Karkerên dirûnê û xwaringehên xwarinên gelêrî jê xweringeha bi navê "Aram" di 28'ê Mijdara 2017'an bi xebata 3 jinan hat vekirin. Jinan bi rêya akademiyên Kongreya Star ku di 2012'an de hatine vekirin û heya roja me ya îro xwe bêhtir di warê bîrdozî de bi pêş xistin û xwe perwerde kirin.
'Li Efrînê di dema dagirkeriyê de rêxistinbûyîna jinan'
Dema ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê di sala 2018'an de bi navê "Şaxê Zeytûnê" dest pê kir û 58 roj bi çekên giran gundewarên Efrînê hedef girtin û vir ve jinên ji Efrînê li ber xwe dane xwe bi rêxistin kirine û tu carî dev ji parastina xaka xwe bernedane. Di eniyên şer de cih girtine û di dermankirina birîndaran de jî roleke sereke lîstin. Di heman demê de pakrewanên xwe bi serbilindî oxir dikirin, di tevahî çalakiyên ku piştgiriya berxwedaniyê dikirin de cih girtin û ji bo parastina ax û rûmeta xwe jî di berxwedana ku bi navê "Berxwedana Serdemê" hatiye binavkirin gihîşt asta şehadetê. Her wiha jinan ji êrîşan zirarê herî mezin kişand ji qetilkirin, tecawiz, revandin û koçkirinê her tim ew di hemû hewldanên şer û dagirkirinê de hatin hedefgirtin.
Di 18'ê Adara 2018'an de piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ber çavên hemû dinyayê Efrîn hat dagirkirin û zêdetirî 167 hezar kes ji warên xwe koçber bûn û berê xwe dan kantona Şehbayê. Bi armanca domandina berxwedana xwe li hemberî dagirkeriyê. Rêveberiya xweseriya demokratîk 5 wargehên koçberiyê li gundewarên navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî û kantona Şehbayê vekir û alîkariya koçberên ku di malên hilweşandî û zirar ji şer dîtine, kir. Li Şehbayê 3 kamp hene, kampa Berxwedan ku 850 malbat lê dimînin, kampa Serdemê 650 malbat û kampa Efrînê 102 malbat tê de bi cih bûne. Li navçeya Şêrewa jî li gundê Ziyaretê kampa Veger ku di Cotmeha 2019'an de vebûye, 140 konan di nava xwe de dihewîne. Di heman demê de kampa Şehba jî di sala 2016'an hatiye vekirin û bi sedan malbetên koçkirî lê dijîn, hene.
“Bi vîna xwe dest bi qonaxeke nû kirin” 
Terikandina ax û malên xwe bi zordarî ne hêsan bû lê teslîmkarî jî li gel Efrîniyan nayê qebûlkirin û bi taybetî li gel jinan. Efrîniyan li Şehbayê bi berxwedana xwe rêxistinên xwe ji nû ve ava kirin û bi vê berxwedanê re qonaxa duyem ji Berxwedana Serdemê dest pê kir. Kongreya Star piştî koçberiyê dest bi serdana malan kir, ji bo ku bi jinan re nîqaş bikin û piştî avakirina komîn û meclisan di her komînekê de endamek kongreya star hat eyarkirin ji bo bêhtir bi jinan re bikaribin eleqedar bibin. Di heman demê de Kongreya Star dest bi perwerdeyên xwe yên bîrdozî kirin da ku hemû jin xwe perwerde û zana bikin û rewşa koçberiyê li ser rêxistinên wan bandorên neyînî neke. Yekem perwerdeyeya girtî ya akademiya kongreya Star li Şehbayê bi navê Şehîd "Tekoşîn" di 1'ê Çileya 2019'an de bi beşdarbûna 20 jinan hat vekirin. Di perwerdeyan de jin waneyên li ser dîroka jinan, fikir û felsefeya Rêber Apo û projeya Neteweya Demokratîk dibînin. 
Jina Efrînî ji bo ku hebûna xwe îsbat bike û aboriyek serbixwe ji xwe re ava bike her dem tevli projeyan dibû her wiha beşdarî rêzecivîn û komxebatên ku kongreya Star li dar dixist, dibû bi armanca nîqaşên ji bo pêşketina jinan piştî koçberiyê di heman demê de di gelek navendên ku piştevaniya jinan dikirin de cih girtin wekî "Yekitiya Jinên Ciwan, Desteya Jin, Tevgera Kevana Zêrîn û navenda lêkolînên jinan. (Jineolojî)” 
“Jinên ku li Şehbayê bûne şahidên rêxistinbûna jinan”
Endama komîteya perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hêvî Silêman ev tişt anî ziman: "Jin zirara herî mezin ji şer dibîne lê şoreşa Rojava ev rastî da guhertin û pêşketina jinên Efrînê jî xuya dike. Jinan karîbûn xwe di komîn, meclis û saziyan de bi rêxistin bikin û ji bo xwe di xebatan de bi pêş bixin di perwerdeyan re derbas bûn. Me gelek zehmetiyên koçkirinê dîtin û me hewl da bi rêya diyalog û nîqaşan rêyên çareseriyê bibînin. Dewleta tirk ji bo bêbaweriyê di navbera me jinan de bide avakirin piştî dagirkirina Efrînê her di nava tevgerê de bû."
'Fikrên Rêber Apo girêdanek rêxistinî di nava jinan de ava kir'
Hêvî diyar kir ku hemû malên koçberan dihatin hedefgirtin ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe lê ev planên wan vala derketin û wiha vegot: "Ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin hemû malên koçberan hedef digirtin lê ev gavên wan vala derketin û di vir de îrade û berxwedana jinan derket holê. Ruxmî ku Şehba yek ji cihên DAIŞ tê de bi cih bûbû û gelek zirar gihandibû herêmê jî jinên Efrînê bi rêya berxwedana xwe ya 3 salan û heya vê rojê, vê axê veguherandin jiyanê. Girêdana ku di navbera jinan de hatiye avakirin, bi rêya fikir û felesfeya Rêber Apo pêk hatiye. Jinan hêza xwe ji civaka xwezayî û projeya Neteweya demokratîk girtiye."
'Di koçberiyê de rêxistinên gel hatin avakirin'
Endama komîteya jinan a meclisa kantona Efrînê Fikret Ebdelo teqez kir ku ji Efrînê koçber bûne û berê xwe dane kantona Şehbayê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Me xwest em nêzî axa Efrînê bin loma kantona Şehbayê hat hilbijartin. Em jî li ber xwe didin ji bo vegera cih û warên xwe. Rojên destpêka koçberiyê me dest bi xebatên xwe kir û komînên xwe li gundewar û navçeyan ava kir. Bi rêya komînan em karîbûn xwe bigihînin gel û piştevaniya koçberan û pêdiviyên wan ên jiyanî pêk bînin. Di vir de me bingeha rêxistinkirina gel ava kir. Paşê li navçeyan meclis hatin avakirin û heya vê kêliyê bi karê xwe radibin, herî dawî jî em karîbûn meclisa kantona Efrînê jî ava bikin di heman demê de me komîte ji bo xizmeta gel ava kirin û wiha karê xwe berfirehtir kirin. Tevlibûna gel jî ji kar û xebatê re ji bo me gelek girîng bû û beriya du salan jî hilbijartinên desteyên rêveberiya Xweseriya demokratîk a Efrînê hatin lidarxistin."
“Perwerde bingeha rêxistinbûyînê ye”
Komîteya Perwerdekirinê roleke sereke di rêxistinbûyînê de dilîze ji ber perwerde bingeha jiyanê ye Fikret wiha bi lêv kir: "Wekî komîteya perwerdekirinê ji bo gel bi rêxistin bikin xebat dan meşandin û gelek akademî hatin vekirin. Yek jê akademiya Şehîd Polat û Ferhat di 2019'an de, di heman demê de akademiya Kongreya Star ku gelek dewreyên perwerdeyê lê hatin vekirin. Rola sereke û girîng di rêxistinbûyîna jinan de Kongreya Star lîst û deriyên pêşketinê û nîqaşan li pêşiya wan vekirin û hewl dan bigihînin pirsgirêkên jinan û rêya çareseriya wan pirsgirêkan ev derî jî heya vê kêliyê ji miletê re vekiriye."
“Rêxistinkirina jinan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”
Koçberî û şer li ser derûniya mirovan bandorek neyînî dide avakirin û çêkirin. Girêdayî vê Hevseroka komîna pêncemîn a navçeya Ehdas Şehbayê Emîne Xilûlek got: "Yekem car em ji ser axa xwe derdikevin û koçber dibin loma Rêveberên Efrînê milet komî hev kirin û ew bi rêxistin kirin ew jî bi rêya rêzecivînan ku tê de nîqaş der barê rewşa siyasî, guhertinên ku li ser herêmê tên kirin û komployên ku li ser xaka me pêk hatiye çêbûye. Em ê dev ji rêxistinên xwe bernedin ji ber ku bi rêxistinên xwe em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikin."