Li bajarê Serdeştê xwendekar di mercên nebaş de dixwînin

Jinên bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê teqez kirin ku dibistanên wî bajarî bi kêşeyên mezin re rûbirû ne ji ber nebûna derfetên guncav ên xwendinê yên wek laboratuar û navendên werzîşê bandoreke neyînî li ser asta xwendina wan dikin.

NESÎM MIHEMED XAWA

Serdeşt – Li bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna kadroyên xwendinê û pêwîstiya zêdetir bi xwendingehan di warê perwerdeyê de bûye krîzeke giran, li şûna ku mamosteyên ciwan bigirin, perwerdeyê, ji mamosteyên heyî daxwaz dikin ku zêdetir kar bikin zêdekirina hejmara xwendekaran di her polê de û kesên teqawîd vedigerin karên mamostehiyê.

Her çendî qanûnên der barê perwerdeya belaş de ji bo xwendekaran hene jî perwerde xwe dispêre hin stratejiyan ku xwendekaran ber bi dibistanên ne hukmî ve bibe. Ev jî li ser malbatan ferz dike ku xercên perwerdeyê berhev bikin. Dibistanên giştî ku niha ji sedî 90 xwendekaran vedihewînin, bi kêşeyek mezin re rû bi rû ne, bi qerebalixiya zêde ya di polan de. Di hin polên seretayî de hejmara xwendekaran digihîje zêdetirî 40 kesî ku ev yek bandorek neyînî li ser asta perwerdeya wan dike.

Li ser vê mijarê Leyla M. wiha dibêje: “Mamosteyek li dibistanên bajarê Serdeştê dibêje: “Polên me wisa tije xwendekar in ku di dema dersê de em cîhekî guncaw ji bo rûniştina wan nabînin, ji bo dabînkirina hewcedariyên her şagirtek dem têrê nake û her dem malbat tê de ne. Ji vê rewşê nerazî ne û tevî zêdebûna hewcedariyên dibistanên nû, hikûmetê avakirina hin dibistanên nû yên ku ne li gorî pîvanên pêwîst in, rawestand.”

Ji ber hejmara zêde ya xwendekaran ders baş nayên dayîn

Soma Q. ya dayika xwendekara pola sêyemîn der barê rewşa perwerdeyê de wiha got: “Keça min her roj diçe dibistanê lê belê ji ber ku di polê de hejmareke zêde ya xwendekaran heye baş fêr nabe. Ji bo guhdana têr li her şagirtê ders niha qelebalix e, hin mamoste bi serîlêdanên wekî "Şad" an jî rûpelên Instagramê bi xwendekaran re diaxivin û naveroka perwerdeyê diweşînin. Lê ez bi temrînên malê alîkariya keça xwe dikim ku vê kêmasiyê derbas bike.”

Ji aliyê din ve Şîda S. yek ji jinên bajarê Serdeştê ye ku du zarokên wê dixwînin, der barê avakirina dibistanan de got: “Ji ber nebûna dibistanan, hinek ji wan bi sîstemeke cuda ya dewreyê hatine hînkirin. Her wiha di dibistanên teknîkî û pîşeyî yên ku ji bo xortan hatine destnîşankirin de jî zarok tê de tên perwerdekirin û ev yek ji zarokan re dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber ku ev dibistan ji bo ciwanan hatine çêkirin û alavên wan ên wekî kursî û derenceyan ji bo zarokan ne guncaw in.”