Li Îraqê jinên rastî şidetê tên nayên parastin

Li Îraqê her roja diçe şîdeta li dijî jinê zêde dibe, ji bo parastinê jî tu zagonek nîne.

XOFRAN EL-RADΠ
Bexda - Tundiya li ser jinan yek ji dozên ku heta niha di nava civaka Îraqê de gengeşeyê çê dike. Jinên ku rastî şîdetê tên ji tirsa xwe bêdeng dikin û zagonek jib o parastina mafê jinê nîne. Tenê hinek kesayet banga pêşîlêgirtina tundiyê dikin, hinek  jî vê rewşê qebûl dikin û vê yekê weke mafê mêr dibînin. Jinên aktivîstên parêzvanên mafê jina bang nîqaş û diyalogên zagonek nû ya li hemberî tundiyê dikin û dixwazin çareserî jêre bê danîn. Di derbarê şîdeta li ser jinê de jinên ku nexwastin navê xwe aşkere bikin ji ajansa me re axivîn.
“Bavê min qet qebûl ne dikir ku navê berdanê pê min bikeve”
A.S a 22 salî ku nexwest navê xwe aşkere bike dide diyarkirin ku ji ber şîdeta mêrê ku pêre hatiye zewicandin her tim berê xwe dida mala bavê xwe û wiha got: “Ez her tim ji aliyê mêrê ku pêre ziwicîme rastî şîdetê dihatim ji ber vê jî min her tîm berê xwe dida malabata xwe, lê bi bihaneya ku ez parastina malbata xwe bikim bavê min ez hercar li mala hevserê min vedigerandim bavê min qet qebûl ne dikir ku navê berdanê pê min bikeve.”
“Hina jî şopên şidetê li ser laşê min hene”
A.S di derbarê şîdeta ji mêr ditî û rizgarbûna xwe ya ji destê mêr wiha dibêje: “Pîştî  ku ew mêrê ez pêre zewicîm ez ji malê derxistim û ez berdam ez ji wê kabûsa şîdetê rîzgar bûm. Lê ez ji ber rewşa kurê xwe gelek di tirsim.  Ew demên ez zewicîm gelek zehemet bû pênc salan wî mêrî li min dixwist her cara ku li min dida min hîs dikir ku ezê bimirim. Niha li ser berdana min ya ji mêr re sê meh derbaz bûn lê hina jî nîşaneyên birinên min li laşê min dimîne.”
“Ji derveyî bêdeng bûnê tu rêyek din li pêşiya min nebû”
Her wiha ev rewşa şîdeta mêr li gel B.H a 45 salî cuda ye. Ew bi mêrê ku pêre zewicî rastî îşkenceyê tê, di derbarê zewaca xwe de wiha  dibêje: “Beriya 15 salan beyî ku ez wateya berpisyariyê zanibim, zewicîm. Piştî ku min kaseyek şikand û hevserê min li min da wê demê ez bi zehmetiya jiyanê hesiyam. Ji ber zordariya hevjinê min ez ji bo zarokên xwe gelek di tirsiyam. Min hewil dida ku ez wî aciz nekim, lê tevî vê yekê ji bêyî ku sucek hebe şîdet bi kar dianî. Tu rêyek din li pêşiya min nebû ji bilî ku ez bêdeng bibim. Di civakên me de tundiya li dijê jinê  normal e. Pênc zarokên min hene, ez nikarim dev ji wan berdim, tevî ku ez dev ji hevserê xwe berdim û bi yekî din re bi zewicim dîsa dê heman işkence û tundî hebe. Ez nabêjim ku min teslîm kiriye lê ev yek nêrîna min ya ji rastiya ku çê dibe ye.”
“Malbatan her tim cudahî xistiye navbera keç û xortan”
Aktivîsta parastina mafê jinan Miha Amir a 41 salî ku li ser danûstandina qanûnan bi tundiya li dijî jinan re dibêje: “Hikma eşîrê ji ya qanûnan bihêztir e. Gotina pêşî û dawî a eşîrê ye û destdirêjiya li ser jinê jî piranî bi rêya li hevanîna di navbera mêran de dikare were dawîkirin. Sedema desthilata mêr di nava civakê de vedigere pîvanên terbiyekirinê. Malbatan her tim cudahî xistiye di navbera keç û xortan de ku xort xwedî biryarên rastin. Tevî xeteriya tundiya fîzîki li ser deruniya jinê bandor dike jî hina malbat berdana keçên xwe red dikin.”
“Qanûnên girêdayî jin û mafê wê astengiyan çêdikin”
Activist û lêkolînera mafê jinan Wijîbrac Haşim a 32 salî di derbarê qanunên Îraqê yên parastina jinan de wiha dibêjê: “Perleman bi hişmendiya xwe ya zikorî gelek ramanên çewt digre nav xwe. Mixabin, me dît ku endamên perlemana Iraqî li pêş qanûnên girêdayî jin û mafê wê astengiyan çêdikin.”
“Emê li kêlek jinan bisekinin”
Rojnemevan û aktivîsta mafê jinan Mûna Samî jî di derbarê şîdeta li dijî jinê de got: “ Tundî û işkenceya ku jin dijî û qanûn wê yekê seza nake û civak wek sûc nahesibîne em dişopînin. Emê li kêlek jinan bisekinin da ku ev qanûn werin guhertin û jin mafê xwe bi dest bixin.”