Li Îranê jiyana xwendekaran ji her demê zêdetir dijwartir dibe
Li Îranê jiyana xwendekaran, îsal ji ber zêdebûna lêçûnên yûrd, xurek û veguhastinê, veguherî barekî aborî yê mezintir. Ev rewş dibe sedem ku hinek xwendekar bi demkî an jî bi domdarî dev ji perwerdehiya xwe ya zanîngehê berdin.
ZÎLAN ETMANÎ
Urmiye – Li Îranê jiyana xwendekaran qet hêsan û bê pirsgirêk nebû. Lê belê di salên dawî de, şopandina perwerdehiya zanîngehê ne tenê ji bo xwendekarên ji bajarên din, di heman demê de ji bo kesên ku li bajarê ku lê dixwînin dijîn jî, bûye barekî aborî yê mezin. Kirêya bilind, xurek û veguhastinê û pêdiviyên din ên wekî lêçûnên pirtûkan û xwendinê, hinek xwendekaran neçar dike ku di navbera berdewamkirina perwerdehiya xwe û terikandina zanîngehê de bi hilbijartinek dijwar re rûbirû bimînin.
Pirsgirêka starbûnê
Lêçûnên xwendekaran li gorî bajarê ku lê dixwînin, cûreya zanîngehê, rewşa sûdwergirtina yûrd û lêçûnên xwendinê diguherin. Di nav van xercan de cihê mayînê bi taybetî ji bo xwendekarên ji bajarên din, barê herî mezin e. Îsal, lêçûnên wargehê ji bo xwendekarên ku li zanîngehên dewletê dimînin ji 1 heta 3 milyon Tûmenî ye. Lê belê ev lêçûn tenê ger xwendekar di nav dema xwendinê ya destûrdayî de be û di wargehê de cîhek bibîne, derbasdar e. Ji bo xwendekarên li yûrdên taybet û serbixwe an jî yên ku ji dema xwendinê derbas dibin, ev mîqdar dikare bighîje 8 heta 25 milyon Tûmenan û zêdetir. Ji bilî van lêçûnan, tê gotin ku şert û mercên gelek yûrdên xwendekaran nebaş in û hewceyê nûjenkirinê ne. Bi navînî 4 heta 10 xwendekar odeyên biçûk parve dikin. Rêgezên yûrdê jî di hin rewşan de û bi taybet jî ji bo xwendekarên jin, hişktir tê sepandin.
‘Xwendekar neçar dimînin li erdê razên’
Xwendekara Zanîngeha Urmiyê Marîa A, derbarê vê mijarê de wiha dibêje: "Demjimêrên ketin û derketina yûrdê sînordar in. Ger em ji dema diyarkirî ya êvarê derengtir bighîjin, nahêlin em bikevin yûrdê. Hinek pîvanên wekî astengkirina bêhicab a derketina korîdoran, xwendekaran sînordar û aciz dike. Tevî ku mehek ji destpêka sala xwendinê derbas bû jî, di odeyên hinek xwendekar de hêj nivîn tunene û xwendekar neçar in ku li erdê razên.”
Kêmkirina porsiyona xwarinan
Li zanîngehên dewletê û zanîngehên bijîşkî, xwarinên xwendekaran bi bihayên subvansîyonkirî tên pêşkêşkirin. Lê belê lêçûnên xwarinê ne tenê bi kafeteryaya zanîngehê re sînordar in. Enflasyona xurekê bandorê li kirîna rojane û xwarinên ku li derveyî zanîngehê tên xwarin jî dike.
Kanî M, ya ku li zanîngehek dewletê dixwîne, dibêje ku xwarinên kafeteryayê têr nakin û bê kalîte ne. Kanî M, ragihand ku porsiyonên xwarinê her sal kêmtir dibin û biha li gorî dirêjahiya xwendina xwendekar diguherin û wiha axivî: "Xwendekarek ku nikare xwendina xwe ya lîsansê di 8 heyaman de temam bike, divê ji bo xwarinek ku berê 30 hezar tûmen bû, 300 hezar tûmenan bide. Her wiha porsiyon û naveroka heman xwarinê her sal kêmtir dibe. Xwarinên wekî fêkî û goşt di sarincên xwendekaran de kêm tên dîtin. Pakêtên piştgiriyê û kuponên xwarinê yên ku ji bo taştê tên dayîn, li hember bilindbûna bihayan, êdî bi qasî berê têr nake. Ev rewş dibe sedem ku xwendekarên ku li zanîngehên taybet dixwînin hinek danên xwarinan bi tevahî ji bîr bikin.”
Şermîn K, ya xwendekara zanîngehek herêmî ye, diyar kir ku ew tercîh dikin bi van bihayan xwarin nekirin û got: “Em bi çîkolata û çayê heta danê xwarina din îrade dikin. Em li bendê dimînin ku xwarina xwe ya sereke li malê bixwin.”
Lêçûnên nayên dîtin
Lêçûnên rêwîtî û veguhastinê jî ji bilindbûna bihayan bandor dibin. Ev lêçûn, ji aliyê xwendekarên ku li heman bajarî dijîn ve bi awayekî tûjtir tên hîskirin. Her çend lêçûnên veguhastinê bi gelemperî ji bo xwendekarên ku li wargehên zanîngehê û nêzîkî kampusê dijîn kêmtir e jî, gelek xwendekar neçar in ji bo vegerin bajarên xwe rêwîtiyên dirêjtir bikin. Zêdebûna bihayên pirtûkan jî lêçûnên xwendekaran zêde dike. Xwendekara hemşîretiyê Delaram M, diyar dike ku bihayên pirtûkên bingehîn gihîştine astên astronomîk û wiha dibêje: “Ji ber bihayên zêde, em guhertoyên PDF yên pirtûkan û notên dersan bikar tînin. Lê belê dema em neçar bin pirtûkên dersê bikirin, pereyên zêde didin.”
Li aliyê din gelek xwendekar pêdiviyên wekî malzemeyên paqijiyê, gihîştina înternetê û laptopan wekî lêçûnên jeneveger dibînin. Pêkanîna van hewcedariyan ji bo hinek xwendekaran her ku diçe dijwartir dibe û hinek xwendekaran jî dibe nepêkan an jî hewce dike şêwaza jiyana xwe biguherînin.
Terikandina zanîngehê û pêşerojek nediyar
Lêçûnên xwendinê yên zanîngehê yên bilind û zehmetiyên jiyana xwendekaran hinek xwendekaran neçar dikin ku dev ji xwendina xwe berdin an jî betlaneya heyamê bigrin. Li hinek beşan, xwendekarên ku qeydkirina xwe vedikişînin, neçar in cezayên ku ji lêçûnên xwendina heyamê pir zêdetir e bidin. Ev rewş dibe sedem ku gelek xwendekar û bi taybetî yên dixwazin di zanistên tenduristiyê de bixwînin, beriya ku dest bi zanîngehê bikin, dev ji biryara xwe berdin. Xwendekara doktorayê Kazîwe C, bawer dike ku ji bo pêşerojê hêviyek nemaye û xwendekar di bin van şert û mercên dijwar de ji bo berdewamkirina perwerdehiya xwe têdikoşin.
Kaziwe C, rewşa xwe wiha tîne ziman: “Berê xwendekareke ku li zanîngehek dewletê dixwend, xwe bi ewle hîs dikir ku herî kêmanî hewcedariyên wan ên bingehîn dê ji aliyê malbat ve bên peydakirin û ew dikarin bi dîplomaya xwe tiştek bi dest bixin. Lê belê îro, xwendekarên doktorayê yên li welatên din wekî lêkolîner mûçeyan distînin jî ji bidawîbûna perwerdehiya xwe ditirsin. Xwendekar êdî nikarin di vê qonaxê de jî ji bo xwe pêşerojek bibînin.”
Kaziwe C, da zanîn ji ber berpirsyariyên malbatî û astengiyên civakî ev şert û merc ji bo jinan hêj dijwartir in û got: “Tê payîn ku ev pirsgirêk di pêşerojê de bi taybetî ji bo jinan hêj berfirehtir bibe û bibe sedema bêtir dûrketina jinan a ji perwerdehiya zanîngehê û xwendina bilind.”
Zanîngeh, ji aliyê gelek ciwanan ve wekî rêya avakirina pêşeroja xwe dihat dîtin. Lê belê zêdebûna lêçûnên jiyanê yên îro, ev rê veguherand têkoşîna jiyanê. Ciwan, neçar in ku beriya bighîjin pêşerojê, lêçûnên îro bidin. Berovajî vê yekê, divê ew ji xeyalên ku bi perwerdehiya xwe ava kirine, xatir bixwazin.