Li Îranê jin neçar man pedên reglê ji selika danûstandinê derxin

Buhabûna zêde ya pedên hîjyenîk, bûye sedem ku li Îranê ev berhema pêwîst neghîje destê gelek jinan. Feqîriya reglê, bi taybetî li herêmên xizan tenduristiya wan dike xeterê.

SARA POURXEZARÎ

Kirmanaş – Di mehên dawî de enflasyona bêkontrol û zêdebûna bêrawestan a bihayê berheman, gelek tiştên pêwîst ji bo beşeke mezin a xerîdaran, kiriye berhemên ku nikarin bighên. Her roj nûçe li ser giranbûna xwarin, derman, sotemenî û hewcedariyên din ên bingehîn tên weşandin. Gelek kes jî eşkere dibêjin ku neçar in çend ji van berheman ji selika kirîna xwe derxin. Lê di nav vê pêla giranbûnê de, yek ji berhemên pir girîng ku kêm li ser tê axaftin, pedên hîjyenîk yên reglê ne.

Li gorî daneyên heyî, di çend mehên dawî de bihayê pedên hîjyenîk nêzî  ji sedî 500 zêde bûye; ango bihayê her pakêtek, nêzî pênc qat zêde bûye. Niha bihayê pakêtek ku heft ped dihewîne, di navbera 150 hezar û 500 hezar tomanî de ye. Ev zêdebûna bihayan, pedên hîjyenîk ji berhemeke pêwîst û rojane veguherandiye lêçûnek giran û fikarçêker.

Eger em pîvana bikaranîna standard a bijîşkî li ber çavan bigirin, divê her çar saetan carekê ped were guhertin. Ev jî tê wê wateyê ku her jin di heyameke regla ji 5 heta 7 rojan de, di navbera 30 û 42 pedan de bi kar tîne. Ev hejmar di her heyama mehane de, dighê 4 heta 6 pakêtên ku 7 ped tê de ne. Bi vî awayî lêçûna mehane ya pedên hîjyenîk ji bo gelek jinan dighîje astekê ku di şert û mercên aborî yên niha de, barê darayî yê zêde û carna jî bêtehemûl diafirîne.

Jin neçar dimînin li alternatîfên ne guncav bigerin

Xwendekara Tibê Şekîba. Ş. derbarê encamên buhabûna zêde ya pedên hîjyenîk de dibêje: “Giranbûna pedên hîjyenîk bûye sedem ku gelek jin berê xwe bidin cîgirên ji qumaşê yên ku dikarin bên şuştin û ji nû ve bên bikaranîn. Ev cîgir ne tenê standardên pêwîst ên paqijiyê naparêzin, her wiha ji ber şilbûna wan a zêde, bi tevahî ziwanebûna wan a piştî şûştinê û têkiliya wan a dirêj bi çerm re, dikarin bibin sedema derketina enfeksiyonên fungal û bakteriyal. Hin jinên ku hê jî pedên asayî bi kar tînin jî, ji ber zexta aborî û hewldana kêmkirina lêçûnan, pirî caran piştî 8 heta 12 saetan pedê xwe diguherînin. Ev yek jî dikare bibe sedema derketina heman pirsgirêkan.”

Pakêtên wan gelek biha ne

Pirsgirêk tenê giranbûna bihayê pedên hîjyenîk nîne. Pakêtên ku bihayê wan di navbera 150 heta 200 hezar tomanî de ye, bi gelemperî kalîteya wan hindik e, di heman demê de bihayê nimûneyên standard û bi kalîte ji 500 hezar tomanî derbas dibe. Peydakirina vê berhemê di tevahiya mehê de 2 heta 3 milyon toman lêçûn dide ser milê jinan. Ji ber vê yekê ku zêdetirî ji sedî 86’ê jinan xwedî karê sabît nînin û alîkariya pereyî ya 400 heta 600 hezar tomanî jî nikare lêçûna tenê pakêtek standard bide. Beşeke mezin a jinan nikarin hewcedariyên paqijiyê yên dema reglê peyda bikin. Ev rewş hem metirsiya li ser tenduristiya wan û hem jî cudahiya aborî û zayendî ya di gihîştina berhemên pêwîst de eşkere dike.

'Gelek jinneçar in berhema pêwîst  ji selika kirîna xwe derxin'

Rojnamevan û endama komeleyên alîkariyê ji jinên hewcedar re Bîta. L. dibêje: “Em bi krîzeke cidî ya bi navê feqîriya reglê re rûbirû ne. Ev krîz bi salan e jinan di bin zexta xwe de digre, di mehên dawî de bi zêdebûna ji nişka ve ya bihayê amûrên paqijiyê yên reglê, zexta wê çend qatîn zêde bûye. Gelek jin neçar bûne ku vê berhema pêwîst ji selika kirîna xwe derxin an jî li şûna wê perçeyên qumaşên kevn bikar bînin.”

Bîta. L. di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku hinek jinên ku hê dikarin van berheman bikirin, bi gelemperî wan ji destfiroşan an bazarên herêmî bi bihayên erzantir peyda dikin. Bîta L. ev agahî dan: “Lê piraniya van berheman demjimêra wan derbas bûye an jî di şert û mercên bi tevahî nepaqij de hatine parastin. Li parêzgeheke wek Kirmanaşê ku feqîrî û enflasyon li wir ji gelek parêzgehên din girantir e, peydakirin û kirîna amûrên paqijiyê yên reglê di pêşengiya pêdiviyên malbatan de cih nagire. Hemû jinên li derûdora bajaran û jinên di nav feqîriyê de dijîn rasterast bike armanc û tenduristî û paqijiya wan bike ber metirsiyeke cidî.”

Kirmaşan piştî Kurdistanê di pileya duyem a belengaziyê de ye

Kirmaşan duyemîn bajarê Îranê ye ku rêjeya niştecihên li derûdora bajêr lê bilind e. Li gorî çavkaniyên îstatîstîkî yên heyî, ev parêzgeh piştî Kurdistanê di pileyê duyemîn a nîşana belengaziyê de ye. Ev rewş nîşan dide ku rêjeyeke bilind a civakê nikare hewcedariyên xwe yên rojane peyda bike. Ne ku bikaribin pedên hîjyenîk ên niha di rastiyê de veguherîne berhemeke luksê, di pêşengiya kirînên mehane yên xwe de bigirin.

Li şûna xwe hewcedariyên keçên xwe pêk tîne

Nişteciha taxa Caferabadê ya Kirmaşanê û dayîka du keçan Ferzanê. K dibêje: “Demek dirêj e ku ez êdî pedên hîjyenîk bi kar naynim, ji ber ku du keçên min hene û ew jî her meh hewcedariya xwe bi vê berhemê hene. Ji bo ku bikaribim lêçûna kirîna pedên hîjyenîk yên keçên xwe bidim, ez qumaşên pembû yên cilên xwe yên kevn bi kar tînim û bi vî awayî hewcedariya xwe peyda dikim. Tenê rêya ku ji min re maye, ew e ku ez tenduristiya keçên xwe bidim pêş.”

Eger em gotinên Ferzanê wek mînakek ji civaka ku ev pirsgirêk rasterast bandor li ser dike binirxînin, em dibînin ku bêguman gelek jin hene ku vê berhema pêwîst ji jiyana xwe derxistine û li şûna wê cîgirên nepaqij bi kar tînin. Carna ew vê yekê ji bo ku bikaribin hewcedariyên jinên din ên malbatê bicih bînin wiha dikin, lê di gelek rewşan de bêyî ku ev yek têkildarî fedakariyê be, tenê ji ber ku nikarin vê berhemê bikirin.

Ev mînak ligel lêkolîna çavkaniyên îstatîstîkî yên derbarê zêdebûna bihayê pedên hîjyenîk de, nîşan didin ku hejmareke mezin a jinan ji berê zêdetir ketine nav çerxa feqîriya reglê. Bi berdewamkirina enflasyona bêkontrol, tê payîn ku di demeke ne dûr de, heta ew jinên hindik ên ku hê dikarin her meh vê berhema bingehîn bikirin jî, neçar bibin ku pedên hîjyenîk bi tevahî ji selika danûstandina xwe derxin.