Li Îdlibê jinên ku hevjînên wan girtî ne rastî sextekariyê tên

Ji ber şerê bêserûber ê bi salan e li Sûriyeyê didome, gelek kes bê sedem hatine girtin û malbatên wan nizanin li ku tên girtin. Jinên ku bi zarokên xwe re barê jiyanê ketiye ser milên wan, ji bo aqubeta hevjînên xwe hîn bibin, pere didin parêzer û kesên têkildarî wan karan lê rastî sextekariyê tên.

 
ZUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê jinên girtiyan bi şert û mercên zehmet ên jiyanê re rû bi rû ne. Ew li aliyekî ji ber nediyarkirina çarenûsa hevserên xwe êşê dikşînin û li aliyê din jî civak her tevgera wan kontrol dike. Ew di navbera agirê bendewarî û hêviyê de dimînin. 
Rewaa El-Selîm a 35 salî, ji bajarokê Kelleyê ye, rastî sextekarî û diziyê hat lê îradeya wê lawaz nebû tevî vê yekê jî wê her hewl da agahiyek ji ser hevserê xwe yê ku bûye zêdetirî 5 salan girtiye bigre. Li ser rewşa hevserê xwe dibêje;
“Xwezî tenê min agahiyek jê bigirta ka sax e, yan na. Belkî wê agahiyê hêviyek bida min. Tevî hemû hewldanan jî min nikaribû agahiyek der barê çarenûsa wî de bigirta.” 
Ji dema hatiye girtin ve tu agahî jê negirtiye
Hevserê Rewaa El-Selîm, Heysem El-Elewî yê 38 salî, di Tebaxa 2016’an de, li bendeke kontrolê ya rejîmê li ser rêya Idlib-Hamayê, bêyî ku sedemên girtina wî diyar bikin hat girtin û ji wê rojê ve diyar nîn e li ku girtiye.
 Wê piraniya tiştên xwe û yên hevserê xwe firot da ku der barê wî de agahiyek bigre. Lê di dawiyê de bû qurbana sextekariyê.
Rewşên wek Rawaa El-Selîm gelek in, jinên girtiyan êşeke mezin dijîn. Li aliyekî berpirsyariya zarokên xwe û danûstandina bi parêzeran re radikin û li aliyê din jî bûne mexdûrên sextekariyê.
Ji bo der barê hevjînê xwe de agahî bigre gelek hewl da
Rawan Bekûr a 28 salî, karibû wekî rêveberek çavdêrî û nirxandinê di rêxistinek civaka sivîl de, bi meaşek ku wê baş binav kir, karekî bibîne, piştî ku hevserê wê di sala 2017’an de ji bo kirîna hin kelûpelan ji bo firoşgehê diçû Şamê, hat girtin êdî ew bû berpirsyara malê û hewl da zarokên xwe xwedî bike.
Rewan Bekûr dibêje ku wê pêwendî bi barêzerekî ku li Şamê niştecih e re daniye, wî gotiye ku ew dikare bigihîje hejmarek mezin ji girtiyan û cihê wan diyar bike. Her wiha ew bi wan re bûye alîkar ji bo ku ji zindanê derkevin. Rewan hema bi ji bo ku parêzer li hevserê wê bigere miqdarek zêde pere 8000 dolarên Amerîkayê jê re vediqetîne. Bi şertê ku dema ku cihê hevserê xwe hîn dibe dê nîvê pereyan bide û ger ku ji zindanê jî derkeve dê nîvê din bide. 
Parêzer û kesê navbeynkar sextekarî kirin
Rewan ji bo ku nekeve xefikan, navbeynkarek sêyemîn di navbera xwe û parêzer de digre da ku dema mercên lihevkirî pêk werin mîqdara dirav bide. Li ser vê yekê dibêje: "Agahî ji min re hat ku hevserê min hê sax e, ez gelekî kêfxweş bûm, min hêvî dikir ku di demeke nêz de vegere, me ji jiyana tenêtiyê xilas bike û jiyana me xweş bike.” 
Lê dema ku Rewan Bekûr nîvê dirav da, bi guhertina jimarên telefona parêzer û kesê ku ketibû navbera wan matmayî ma. Her duyan pereyên wê dizîn. Di vir de kêfxweşiya wê temam nebû û nîvçe ma.
Sara Berakat a 30 salî, tekoşînek navxweyî di navbera dilsoziya xwe ya bi hevserê xwe re û xwesteka wê ya ku xwe bispêre kesek din ku berpirsyariya zarokên xwe pê re parve bike da lewre ew êdî bi tenê nikaribû tehemul bike.
Hevserê Sara Berakat di sala 2015’an de dema ku li kargeha tevnê li bajara Hama kar dikir hat girtin. Ji wê demê heta niha Sara bi tena xwe berpirsyariya her tiştî radike. Axaftinên xelkê bûn sedem ku Sara hevberdanê bixwaze û bi kesekî din re bizewice lê malbata hevserê wê yê berê çawa ku bihîtin ew ji nû ve zewiciye, zarokên wê jê girtin. 
Hejmara girtiyan ji daneyan zêdetir e
Li aliyê din parêzer Wail El Mehmûd ê 40 salî diyar kir ku dadgehên li Idlib û gundewarên wê hatine vekirin rojane bi dehan dozên têkildarî hevberdanê ji bo jinên ku hevserên wan girtî ne dibînin ku hejmara wan li gorî daneyên Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ji 92,000 girtî zêdetir bûye. Li aliyê din hejmarên ne fermî diyar dikin ku hejmara rastîn ji yên tên gotin zêdetir.
Parêzer Wail El Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got ku jinên girtiyan ji windabûna ewlehî û bêîstîqrariyê êşê dikşînin, ev yek jî dihêle ku daxwaza hevberdanê bikin.