Li Çiyayê Kizwanan gundê bi darek
Li Çiyayê Kizwanan ku ji sedî 90 darên wê hatine birîn, li gundê Wasta yê mîna çolê ye, dareke kenya hatiye çandin. Dayîka ku ew dar çandiye dibêje: "Dara min heft salî ye, min ew çand da ku em di bin siya wê de civatan bigerînin."

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Çiyayê Kizwanan ku di nav hûrguliyên wê yên herî biçûk de jî keda jinê heye, jê nayê veşartin û her tim berz e. Lêgerîna li jiyanê û parastina xweza û jîngehê rêyeke ne hêsan e ji keçên temen biçûk heta jinên ciwan û dapîran re. Jin û mêr ji bo ku axa xwe biparêzin, pir têdikoşin û her çiqas zehmet be jî dîsa naçin û xwe wekî rehên daran, kûr berdane axê.
Li wir, jinên ku di siya de piştî 10-15 demijmêran ji karê bin tavê de bêhnvedaneke distînin û xwêdana xwe paqij dikin, gava ku rûdinên nexweş dikevin. Jineke ku piştî çend demijêran ji berhevkirina xiyaran ji nav baxçeyê sebzeyan hat, di bin tavê de got: “Dema ku em di siyê de rûdinên em nexweş dikevin. Ji ber ku beden û laşê me fêrî tavê bûye. Hingî ev jin di bin tava dijwar û pileyên germahiyê yên bilind de ji bo jiyanê têdikoşin û hewl didin ewlehiya xwarinê biparêzin û aboriya welat di warê çandiniyê de baş bihêlin, êdî ji bo wan guhpêdana tenduristiyê hatiye jibîrkirin. Tenê ew dizanin ku karek heye divê ku bikin û li hemû rewşên germahî û sermayê tehmûl bikin.”
Ked û westandin wîjdanek rihet tîne
Gava ku em ber bi çiyayê Kizwanan ve diçin, pir çîrok hene ku divê ronahiyê bavêjin ser. Di rê û li gundan de, jin bi dayîk û keçên xwe û heta dapîrên piştxwar jî di zeviyan de ne. Ya herî zêde îsal barê jinan giran kiriye, nebarîna baranê ye û rewşa aborî ya zeîf ku ew dikşînin e. Rastiyek wiha heye ku jiyana wan tenê girêdayî xwedîkirina pez û çandina baxçeyan ye. Ji bo ku pariyek nanê xwe bi helalî bixwin bişev û roj ked didin, ji bo ku wîjdanê wan rihet be ku dizî û xirabî nekirine di bin tava dijwar de têkoşîneke mezin dikin. Piştî rojeke tijî ked û westandin bêyî ku derfet hebe çend kêliyan bifikire îro çi kiriye û tişta jibîr kiriye çi ye, dikeve xew.
Li van gundan keç ji ber ku nexwendine mehkûmî zewacê tên dîtin.
Zarokên keç yên biçûk ku temenê wan temenê xwendinê ye û divê ku di wan demijmêran de li dibistanê be, waneya matamatîk an jî zimanê xwe yê dayîkê bibe an jî waneya mûzîkê bibe, kevirên spî yên barkirî ji bo lêkirina avahiyeke ji erebê bi zehmetiyek ku enerjî û hêza wê têr nake, dadixe û pir diyar e ku barê wê çiqasî giran e. Li gundên dûrî bajar û çiya zarokên keç bi awayekî sîstematîk naçin dibistanê û naxwînin, sedem dûrbûna gundan ji hev û dûrbûna dibistanan e jî, ji ber ku li her gundek dibistan tuneye. Barê zarokên keç giran e. Keç piraniya dema xwe didin malbatê û derfetê ji xwere nabînin ku xwe zana bikin û rêyekê ji xwe re hilbibjêrin ji bo wê têkoşîn bikin. Ji lewra keçik li çiyayê Kizwanan mehkûmî zewacê hatine dîtin û wiha tên amadekirin. Keç rêyekî din ji xwe re nabînin ku bikaribin li hember kevneşopiyên civakî û adetên ne rast ku zirarê dide wan bigrin û bikaribin guhertinekê çêkin.
Gundê bi darekê…
Vê carê me berê xwe da gundê Wasta ya girêdayî navenda çiyayê Kizwanan ku bi 80 km li başûr rojavayê bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê dikeve. Li wir, gund ji çend mal û malbatan pêk tê. Gund wekî beşek ji gundên din yê çiya, di warê peydakirina derfetên jiyankirinê de zehmetiyan dikşînin. Torên avê naghêjin gund û di warê peydakirina ava şêrîn de jî tengasiyan dijîn, bi dehan km ji bo avê peyda bikin bi erebeyan diçin ser kaniya herî nêzî wan, ku 40 km dûr e. Ava bîrên tên kolandin jî şor e. Pirsgirêka avê pirsgirêkeke wiha ye ku kar û xebata wan a çandiniyê sînordar kiriye.
Lê belê di vî gundî de ku di nav zehmetiyên jiyanê de hêviyek hatiye der. Gundê Wasta gundê bi darekê ye. Li gund tiştê ku bala me kişand ew bû ku li tevê gund, dareke dirêj heye.
Dara 7 salî beriya dagirkeriya Tirkan hatiye çandin
Dara çandî ji cûreyên dara kînyayê ye, dareke ku li hember germahiyê û ba û bahozan ku li herêmeke çolî ye pir li ber xwe daye û her ku diçe dirêjtir dibe. Temenê dara kînya 7 sal in, dar beriya êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê, di Cotmeha 2019’an de bi salekê hatiye çandin.
Dar bi ava îstasyona Elok dihat avdan, lê belê ji ber dagirkirina îstasyonê û qutkirina ava li ser Til Temir û Hesekê, dayîk neçar ma ku bi ava bîrê ya şor wê av bide û rê nede ku hişk bibe û bimre. Dar nîşaneyeke berxwedanê ye.
‘Ji bo di bin siya wê de civatan bigerînin darekê diçîne’
Li ser vê mijarê jî Meha El-Hesen ku dayîka dar bi destê xwe çandiye, ji ajansa me re dibêje: “Derfet tuneye, yan hebe em dikarin gelek daran biçînin. Ava bîra ku beriya 10 salan me kolandiye heye lê şor e. Em debara xwe bi xwedîkirina pez û çandina garis a ji bo pez dikin. Cûdayî wê tiştek nayê çandin. Tiştê kesk di vir de tenê ev dar e. Kînyaya ku min bi destê xwe çandî 7 salî ye niha. Kînya dareke ne berhemdar e, min ji bo siyê tenê wê çandiye, her wiha xweşikbûneke ji bo malê jî. Par jî me 4 darên din çandin.
Av û kehrebe hebe em ê gelek cûreyên dar û baxçeyan biçînin. Ji lewra kehrebe, av û rewşa aborî baş bibe wê derfeta çandiniyê zêdetir bibe. Ji ber ku em pez xwedî dikin, em li vir in û li ev gundê axa wê spî ye, dijîn.”
‘Pezê me neba kes li vî gundî ji bilî çepçepîskan najî’
Sediya Cabir jî dibêje ku ew li gund in û di nav çolistaneke wiha de dijîn, tenê ji bo xwedîkirina pez û wiha pêl da gotina xwe: “Pezê me li kur be, em li wir jiyana xwe dihûnin. Pezê me neba, kes li vî gundî ji bilî çepçepîskan najî. Bifikire, wiha jiyan çiqas zor e lê aliyekî din em hîn dibin hene. Îsal ne baran bariya û ne jî avdanî hebû, ji lewra rûberên kesk îsal li gund xuya nabin. Ji bo ku em ava şêrîn a vexwarinê bidest bixin, em 40 km bi traktoran diçin ser kaniya gundê Xera, ku bi 40 km dûrî gund e.”
‘Ji bo pez divê dara were çandin were parastin’
Sediya Cabir bi nêrîna xwe pirsgirêkeke din ya çandina daran wiha anî ziman: “Yên ku aboriya wan baş be dikarin daran biçînin, dora xwe xweş bikin lê belê pez daran dixwe û baş nayê parastin. Min çar dar çandin lê pez ket nav wan û hemû xwarin. Darên ku werin çandin divê bi kevir û bilokan dora wan were lêkirin û parastin, an jî torên hesin li dora wê bigerînin. Da ku pez negihê û nexwe, divê ku dora wê baş ewle bike. Axa vir jî kevirî ye, her tişt li ser şîn nabe ger av bi awayekî domdar nebe, bê guman ev girêdayî hebûna kehrebê ye jî. JI ber sîstema enerjiya rojê têr nake. Çandina daran bahozan jî kêm dike.”