Lemya Lotfî: Kêmkirina cezayê di dozên êrîşa zayendî de ne tiştekî nû ye

Dadgeha Cezayê Giran a Misrê der barê bavê ku destdirêjiyê li keça xwe kiribû de, bi hinceta rewşa wî ya tenduristiyê tenê 15 sal cezayê girtîgehê birî. Lemya Lotfî ya mijarê nirxand destnîşan kir ku kêmkirina cezayên êrîşa zayendî ne tiştekî nû ye.

ASMAA FATHI

Qahîre – Li Misrê mêrekî destdirêjiyê li keça xwe kir. Doz di nav rêzek proseduran de derbas bû heta ku biryar hat dayîn. Li gorî ku hatiye ragihandin sûcdarê di dawiya çil saliya xwe de ye, tu nexweşiyên wî tune ne û rewşa wî ya tendirustiyê baş e. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Misrê der barê bavê ku destdirêjiyê li keça xwe kiribû de bi hinceta rewşa wî ya tenduristiyê, tenê 15 sal cezayê girtîgehê birî. Biryara ku ji dadgehê derket bû sedema helwest û bertekan.  

Agahiyên dozê

Li gorî ku Buroya Piştgiriya Zagonî ya Weqfa Jina Nû ragihandiye, ev bûyer di Cotmeha 2021'ê de qewimiye. Parêzerê dozê Medhet El-Şehat di 26'e Sibata 2022'an de beşdarî rûniştina dozê ya yekem bû piştre jî di 2'ê Adarê de beşdarî rûniştina duyem bû li ser rapora tiba edlî gotûbêj kir. Biryar hat dayîn ku di 27'ê heman mehê de biryar bê dayîn lê rûniştina biryarê taloqî 1'ê Hezîranê hat kirin. Piştî van rûniştinan bavê tecawizkar di doza ku sewqî Dadgeha Cezayê Giran hat kirin de 15 sal cezayê girtîgehê girt.

"Divê li vî bavê tecawizkar cezayê muebed bê birîn"

Rêvebera Bernameyên Weqfa Jina Nû Lemya Lutfî da zanîn ku divê ji biryara der barê bavê tecawizkar de doz ji nû ve bê nirxandin ji ber ceza pir kêm e û ne li gorî mezinahiya sûc e û wiha got: "Kêmkirina cezayê di dozên îstîsmara zayendî de ne nû ye. Hebûna çandeke çewt a ku di di nava civakê de belav bûye, dihêle ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin. Divê li vî bavê tecawizkar cezayê muebed bê birîn, li gorî agahiyên ku hatine dayîn, tu nexweşiyên wî tune ne."

"Pêwîstiya qanûnê bi guhertinan heye"

Lemya Lutfî diyar kir ku hewldanên ecêb hene ku ji bo tecawizkar hincet peyda bikin da ku neyê cezakirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di piraniya binpêkirinên mijarên zayendî de asayîbûnek heye, wisa bûye ku gihîştiye radeya ku normal e ku bav tecawizê keçawa xwe bike. Ji bo mexdûran yek ji xirabtirîn rewşan zexta ji bo lihevhatinê ye. Ji bo bidestxistina berjewendiyên hemû civakê pêwîstiya qanûnê bi guhertinan heye. Di hemû bûyerên tundiyê de zext li mexdûr tên kirin ji bo lihevhatina bi sûcdar re û paşê sûcdar cezayê herî kêm digre. Zextên bi vî rengî mafên mexdûran distînin û wan ji vegerandina rûmeta wan bêpar dihêlin."

"Divê pêşî li van binpêkirinan bê girtin"

Lamya Lutfî anî ziman ku tevî sûcên giran jî gelek caran cezayên pir sivik li sûcdaran tên birîn û wiha axivî: "Berî demekê ajovanekî destdirêjiyê li jinek kir û piştre bi zewaca adetî bi wê jinê re zewicî û bavê wê dev ji dozê berda, di encama vê lihevkirinê de sûcdar nehat cezakirin. Bûyerên destavêtinê bi giştî, bi taybetî jî ger di nav heman malbatê de bin, ne hindik in û pir kes behsa wan nake. Divê ev binpêkirin bên sekinandin û di qanûnê de guhertin bên çêkirin."