Kuştina jinan ji bûyeran derketiye êdî bûye diyarde

Di rojên 10 û 12’ê Tebaxê de du jinên 20 salî, yek li Akrê hat kuştin, yek jî li Soran ji ber nîqaşa di navbera wê û hevjînê wê de ji ser banê dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide. Şêwirmenda civakî ya Rêxistina Gel û Navenda Jinan Naze Şîrwan dide diyarkirin ku tundîtûjî û kuştinên jinan ji ber aqilê mêrsalarî û pêkneanîna zagonan e.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe kuştinên jinan zêde dibe û ev zêdebûn ji aliyê çalakvan, rêxistin û tiwêjeran ve rastî nerazîbûnê tên. Ji bo kêmkirina tundîtujiyê û hişyarkirina hemwelatiyan şêwirmenda civakî ya Rêxistina Gel û Navenda Jinan Naze Şîrwan derbarê kuştinên jinan de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku divê rêxistin karên cidî bikin û bi zagonan bikaranîna çekan were qedexekirin da ku tundîtûjî û kuştin kêm bibe.
Naze Şîrwan wiha behsa sedemên tunditûjî û kuştina jinan kir û got: “Gelek sedemên cur be cur ên kuştina jinan hene. Yek ji sedemên sereke ew e ku hemû kes xwedî çek in û tu zagonek nîn e ku bikaribe van çekan hemûyan rake û hemû kes bi kêfa dilê xwe çekê bi kar tînin. Her wiha nehişyarbûna hemwelatiyan û gef, sedemên din ên kuştina jinan e. Desthilatdariya mêrsalarî wisa kiriye ku hewl dide jin nebin xwedî fikir û cihê xwe di nava civakê û çandê de bigrin. Ji ber wê bûyerên weke kuştina jina 20 salî li Akrê û ji ber nîqaşên hevjînan ketina jineke 20 salî li Soran rû didin.”
“Nebûna zagon û ceza, sedema zêdebûna kuştina jinan e” 
Naze Şîrwan bi bîr xist ku nebûna zagonan dibe sedema zêdebûna kuştina jinan û divê ji bo pêşî li vê kuştin û tunditûjiyê were girtin xebatek cidî hebe û wiha domand: “Ji ber nebûna zagonek hişk û nû, cezayên kêm didin kesên ku jinan dikujin. Ev jî sedemek din ê zêdebûna kuştina jinan e. Pêwîst e kuştina jinan, di nava qalibê eşîrtî de neyê dîtin. Divê dadgeh rola xwe bilîzin, lihevkirin bi riya dayîna hinek pereyan nabe. Çareserî ji bo tewanbarên kuştina jinan ew e ku, tewanbar û kujerên jinan, cezayên xwe bi temamî bikşînin. Rêxistin çiqas berpirsyar in li ber çavan e. Ma qey nikarin hişyariyê zêde bikin? Ji ber dema jin rû bi rûyê êrîşê dibin, nikarin xwe biparêzin û her wiha civaka Kurd hevkariya jinan napejirîne da ku hişyarî bigihîje hemwelatiyan. Divê herdu rêgez hewla kêmkirina tunditûjiyê bidin û rêxistin jî rolên xwe bilîzin da ku jin mafên xwe bigrin heta ku ev sedem hebin kuştina jinan û tundîtujî wê bidome divê xebatek cidî bê kirin da ku kuştin ji holê rabe.”