Kurdên Feylî yên Iraqê: Dîrokek tije azar û şerê parastina nasnameyê
Kurdên Feylî bi salan e barekî giran ê koçberkirina bi zorê, desteserkirina hemwelatîbûnê û bêparhiştina ji mafên bingehîn hildigrin. Tevî hemû sitemkarî û zextên polîtîk jî, wan karî nasname û vîna xwe ya berxwedanê biparêzin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq — Di dirêjahiya dehan salan de, Kurdên Feylî rûpeleke herî bi êş di dîroka nû ya Iraqê de hilgirtine. Di navbera koçberkirina bi darê zorê, betalkirina nasnameyê, desteserkirina mal û milkan û windakirina bi zorê ya bi hezaran xortan de, ev pêkhate di nav rûdaneke dijwar de jiya ku şopên kûr di bîra giştî de hiştin. Tevî vê yekê jî, polîtîkayên dûrxistinê nekarîn kokên wan ji holê rakin an nasnameya wan a çandî û civakî winda bikin. Ev bûn sedem ku bêtir bi welatparêzî û mîrata xwe ya dîrokî ve bên girêdan.
Lê belê, dehan salên borî karesatên li ser hev pêşkêşî wan kirin ku di koçberkirina komî, stendina hemwelatîbûnê û bêparhiştina ji mafên bingehîn de xwe nîşan dan. Ev birîn hîn jî şopên xwe diparêzin. Dema ku daxwazên ji bo dadperwerî, eşkerebûna qedera windayan û vegerandina mafan berdewam dikin, Feylî jî berevaniya li nasname û mîrata xwe dikin wekî perçeyekî bingehîn ji dîrok û îroya Iraqê.
Feylî di navbera erdnîgariya guherbar û sînorên alternatîf de ne
Kurdên Feylî parçeyek resen ji tevna cihêreng a Iraqê pêk tînin. Hebûna wan a dîrokî li Bexda, Diyala, Wasît, Xaneqîn û herêmên din belav bûye û wan tevkariyeke mezin di jiyana aborî, civakî û çandî ya welat de kiriye. Her wiha beşek mezin ji wan li parêzgehên Îlam, Kirmanşan û Loristanê yên li hundirê Îranê jiyane. Li gora rîwayetan, navê ‘Feylî’ vedigere sedsala 16’an, dema ku ev nav ji bo cudakirina “Mîrgeha Lora Biçûk” û mîrê wê yê ku wekî “Lorê Rastî an Feylî (Fe’lî)” dihat naskirin hate bikaranîn. Paşê pevoka “Fe'lî” bi borîna demê re li gorî rêgezên guherîna dengî di zaravayê Lora Biçûk de bûye “Feylî”.
Ev erdnîgariya sînorî, ew rûbirûyî guherînên siyasî yên di navbera Împaratoriya Osmanî û Sefewî de û paşê di navbera Îran û Iraqê de piştî xêzkirina sînoran di sala 1905’an de hiştin. Bi her şer an krîzekê re, pêlên nû yên koçberiyê Feylî ber bi Bexda û Atabatên Pîroz (bajarên pîroz ên Şîayan) ve dehf didan da ku bi taybetî di salên 1920, 1930 û 1940’î de li wir li ewlehî û kar bigerin.
Feylî ji sedsalan ve li Bexdayê bi cih bûne û di serdema Ebasî de taxeke wan a bi navê “Taxa Kurdan” hebû. Bi koçberkirina Cihûyan re di sala 1951’an de, Feyliyan valahiya aborî li paytextê dagirtin; wekî bazirgan, pîşesaz û barhilgirên ku barkirina barên giran li Bexda û Besrayê di destê xwe de girtibûn derketin pêş. Ev hebûna aborî û civakî ew kirin parçeyekî bingehîn ji tevna bajêr. Lê di heman demê de ew kirin armanca desthilatdarên li pey hev ên ku qelebalixî û bandora wan wekî giraniyeke ku divê bê kontrolkirin didîtin, bi taybetî piştî piştgiriya wan ji şoreşên Kurdî re û berxwedana wan li dijî derbeya Baasê di sala 1963’an de li devera Bab El-Şêx.
Parastina nasnameyê: Şerê bîr û dilsoziyê
Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şaxa Bexdayê Ezhar Ebdulmecîd, nasnameya xwe wekî jineke Kurd a Feylî wekî têkeliyek ji dilsoziya neteweyî ya Kurdî û taybetmendiya çandî ya Feylî pênase dike. Ew tekez dike ku vê nasnameyê tevî guherînên siyasî û civakî yên li Iraqê qewimîne, li ber xwe daye.
Wê diyar kir ku dîrokeke dirêj û şaxdar a Feyliyan heye ku ji kûrahiya şaristaniyên kevnar dest pê dike û di nav sedsalan re derbas dibe. Ew hîn jî hewl didin ziman, dab û nêrît û bîra xwe ya giştî biparêzin. Di heman demê de ji bo pêkhateyên cihêreng ên civaka Iraqê vekirî dimînin, li ser bingeha baweriya xwe ku cihêrengî çavkaniyek hêz û dewlemendiyê ye ji bo civakê, ne sedemek ji bo marjînalîzekirin an jî dûrxistinê ye.
Wê tekez kir ku malbata Feylî hîn jî roleke navendî di gihandina taybetmendiyên nasnameyê de ji nifşên nû re dilîze. Ev jî bi rêya parastina zaravayê feylî, xurtkirina nirxên girêdana malbatî, pabendbûna bi dab û nêrîtên civakî û mîrata gelêrî, her wiha mîratgirtina çîrokên azar û berxwedanê yên ku bûne perçeyek ji bîra giştî ya pêkhateya Feylî.
Tevî berdewambûna hebûna zaravayê feylî di nav gelek malan de, bi taybetî di nav kal û pîran de, ew rûbirûyî rûdanên mezin dibe, ji ber berfirehbûna bikaranîna zimanê erebî di nav nifşên ciwan de. Wekî ku Ezhar Ebdulmecîd eşkere dike, nebûna piştgiriya medyayî, perwerdehî û çandî, dibe ku paşeroja vê zaravayê bike xetereyê û bibe sedema paşveçûna wê ya gav bi gav.
Mîrateke dewlemend ku çîroka gelekî vedibêje
Çanda feylî bi mîrateke cihêreng dewlemend e ku kûrahiya kokên wê yên dîrokî nîşan dide. Ji cil û bergên mîrasî yên Kurdên Feylî bigre heta xwarinên gelêrî yên ku di serî de dolme, kutilk (Kibe) û xwarinên rojên taybet tên û di nav re jî stranên folklorî û Reqsa Kurdî (govend), nasnameya vê pêkhateyê di hûrgiliyên jiyana rojane de diyar dibe.
Ezhar Ebdulmecîd bal kişand ser dab û nêrîtên civakî yên Feyliyan ên ku bi nirxên mêvanperwerî, piştevaniya civakî û rêzgirtina ji kal û pîran re tên naskirin. Ev nirx tevî salên koçberî û belavbûnê hîn jî amade ne. Wê destnîşan kir ku di rîtuelên olî û neteweyî de, Feylî çand û kevneşopiyên xwe yên taybet diparêzin; di Cejna Newrozê de wateyên azadî, girêdana bi ax, xweza û nasnameya Kurdî re şîn dehf didin, dema ku bîranîna Aşûrayê rûyên kûr ên ruhanî û civakî hildigre ku di meclîs û rîtuelên ku nirxên fîdakariyê, edaletê û mirovahiyê tînin bîra mirov de xwe nîşan didin.
Di dilê her çîrokeke berxwedanê de, jin wekî parêzvana pêbawer a nasname û mîratê amade bû. Wê roleke navendî di gihandina çîrokên gelêrî, stran, metelok, dab û nêrîtên civakî de ji nifşekî bo nifşekî din lîst û bi vê yekê bîra giştî ya civaka Feylî parast.
Ew tekez dike ku nifşê ciwan, bi xêra bikaranîna amûrên ragihandina civakî û çalakiyên çandî yên ku tevkariyê di bilindkirina hişmendiya li ser dîroka pêkhateya Feylî û dozên wan de dikin, li gorî berê, bêtir girîngiyê dide nasname û girêdanbûna xwe. Lê di heman demê de ew hişyariyê dide ku di nav hinek ciwanan de valahiyek heye ji ber qelsbûna pêwendiya bi ziman û mîratê re, ku ev yek dike tiştekî pêwîst ku rola malbat, saziyên çandî û perwerdehî di girêdana nifşên nû bi kokên wan ên dîrokî û çandî re bê xurtkirin.
Koçberkirin û desteserkirina hemwelatîbûnê... Birîneke ku hîn derman nebûye
Azarên Feyliyan di 4’ê Nîsana sala 1980’an de gihîşt lûtkeyê, dema ku Wezareta Navxweyî di serdema Sedam Huseyïn de biryar da ku kesên ku wekî “girêdayîyên Îranî" hatine binavkirin dersînor bike, ku di nav wan de bi sed hezaran Kurdên Feylî hebûn. Wê demê, nêzîkî nîv milyon Kurdên Feylî bi zorê hatin koçberkirin û zêdetirî 22 hezar xortên ku xizmeta leşkerî dikirin, hatin girtin. Çarenûsa gelek ji wan heta roja îro nayê zanîn. Li gorî tomarên dîrokî, dersînorkirin ne li ser bingeha biryarên dadwerî bûn, operasyonek bi zorê bû ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve bi awayekî kêfî hate kirin.
Ev yek ji aliyê Ezhar Ebdulmecîd ve jî hate piştrastkirin û wê ev wekî yek ji rawestgehên herî hov di dîroka wan a nû de nirxand. Wê destnîşan kir ku di wê serdemê de, bi hezaran Feylî rûbirûyî girtin, windakirina bi zorê û desteserkirina mal û milkan bûn, di heman demê de malbatên tam hatin neçarkirin ku welatê xwe bi darê zorê biterikînin. Ew tekez dike ku ew rûdan ne tenê tedbîrên siyasî yên derbasbûyî bûn, her wiha birîneke kûr di hişmendiya giştî ya Feyliyan de çêkir ku şopên wê yên derûnî, civakî û aborî heta îro hene.
Wê diyar kir ku di salên koçberî û azaran de, jina Feylî ne tenê barê malbatê û windakirina kesên ezîz hilgirt, belkî rûbirûyî rûdanên cudakarî û dûrxistinê jî bû. Tevî her tiştî, wê karî bibe sembola sebr û xwedîderketinê.
Astengiyên berdewam li pêşiya vegerandina mafan
Tevî ku sal di ser hilweşîna rejîma berê re derbas bûne, Kurdên Feylî hîn jî rûbirûyî astengiyên îdarî û qanûnî dibin ku rê li ber vegerandina tevahiya mafên wan digrin. Feyliyan hêvî dikirin ku mafên xwe vegerînin, lê rastiya wan ji ber dabeşbûna siyasî û mezhebî aloz ma. Tevî ku di destûra Iraqê de wekî kêmneteweyekî kurd hatine naskirin, hîn jî dosyayên wan ên rawestiyayî wekî vegerandina hemwelatîbûnê bo kesên ku jê hatine stendin, eşkerebûna çarenûsa bi hezaran windayan, vegerandina mal û milkên desteserkirî, her wiha temsîliyeta siyasî ya ku li gorî qebare û dîroka wan be, di nav xwe de digre.
Ezhar Ebdulmecîd destnîşan dike ku yek ji astengiyên herî girîng, berdewambûna şandina hinek muameleyên wan bo “Şubeyên Biyaniyan” e; ev tedbîrek e ku bandoreke derûnî ya bi êş li ser zarokên vê pêkhateyê dihêle, yên ku vê yekê wekî nakokiyek bi rastiya girêdanbûna wan a neteweyî û dîroka hebûna wan a li Iraqê dibînin. Wê bal kişand ser koçberên vegeriyayî û ev agahî dan: “Ew rûbirûyî zehmetiyên zêde dibin. Ji ber şertê pêşkêşkirina “Karta Sikenê” (karta rûniştandinê) dema temamkirina muameleyên vegerandina hemwelatîbûnê. Ev yek gelek ji wan neçar dike xaniyan bi kirê bigrin û barên darayî yên nû hilgirtin tevî şert û mercên dijwar ên ku tê re derbas bûne.”
Di navbera windayan û qerebûkirinê de: Dadwerî dereng maye
Ezhar Ebdulmecîd bawer dike ku mijara qerebûkirin û sererastkirina hikûmetê hîn jî ji bidestxistina edaleta xwestî dûr e. Tevî hin gavên erênî, ew naghîjin asta trajediya ku Kurdên Feylî kişandine.
Ew tekez dike ku edaleta rastîn ne tenê bi qerebûkirina madî ve sînordar e, dîsa hewce dike ku binpêkirinên li dijî wan hatine kirin bi fermî bên naskirin, çarenûsa windayan bê eşkerekirin, mafên wan werin vegerandin û garantî bên dayîn da ku di pêşerojê de trajediyên bi vî rengî neyên dubarekirin.
Ezhar Ebdulmecîd tekez kir ku ji bo bidestxistina lihevhatina rastîn bi Kurdên Feylî re, gavên pratîkî hewce dike ku ji dirûşmeyan wêdetir biçin. Ev bi naskirina fermî ya tevahî ya giliyên wan dest pê dike û pirsgirêkên hemwelatîbûn, windayan û milkê bi awayekî adil û wekhev çareser dike. Wê her wiha daxwaza tevlîkirina dîroka Kurdên Feylî di bernameyên dibistanê de û xurtkirina hebûna wan a çandî, medyayî û siyasî di hemû astan de kir.