Krîza avê li Tûnisê: Jin barê giran ê tîbûn û polîtîkayên xelet hildigirin ser milê xwe

Krîza giran a avê û germahiya 47 pileyan jiyana li Tûnisê felç kiriye. Ji ber polîtîkayên xelet û guherîna avhewayê, jinên li gundan ji bo avê bi kîlometreyan dimeşin û çandiniya wan ber bi tunebûnê ve diçe.

 NEZÎHA BO SEÎDΠ

Tûnis – Bi salan e Tûnis rûbirûyî krîzeke giran a avê re ye ku vê havînê girantir bûye. Pisporan hişyariyên tund li ser bandorên wê yên cidî yên ji bo ewlehiya avê dane. Di heman demê de xwepêşandanên welatiyan ên ku mafê wan ê destûrî yê avê dixwazin zêde bûne. Tevî hişyariyên dubarekirî, polîtîkayên heyî nekarîne çareseriyên bibandor peyda bikin. Krîz bi pêla germahiyê ya awarte ku gihîştiye 47 pileya Celsiusê, bêtir tevlihev bûye, malbat, heywan û nebatan ji vê çavkaniya bingehîn bêpar hiştiye.

Pispor hikûmetê bi xemsarî û rêveberiya xelet di dîtina çareseriyên pêwîst de tawanbar dikin. Krîza avê pirsgirêkeke mezin e, ku ne tenê ji guherîna avhewayê û pirsgirêkên pê re têkildar, di heman demê de ji polîtîkayên hikûmetê yên di salan de kombûyî jî derdikeve holê. Van polîtîkayan, ku di pratîkên giştî yên xelet de ne, di pêncî salên borî de beşdarî xirabûna pergala avê bûne. Polîtîkayên kevnar û nedomdar bi rêya girêdayîbûna bi çandiniya hinardekirinê, wekî fêkî, zebeş û xurmeyan, bûne sedema kêmbûna çavkaniyên avê, ku di dawiyê de beşdarî statuya Tûnisê wekî welatekî kêm-av bûye. Gelek herêm şahidiya gelek xwepêşandanan kirin, ku jin pêşengiya wan dikirin û êş û azarên xwe yên rojane di lêgerîna avê de ji ber qutbûnên pir caran li hin herêman, dûrbûna ji kaniyan û bîran li deverên din û zehmetiya bidestxistina wan ji ber dûrbûn û xetereyên rê, anîn ziman.

Parêzgeha Qeyrewan bi salan e yek ji herêmên herî zêde ji krîza avê bandor bûye, tevî ku ew bi çandiniyê ve girêdayî ye û çavkaniya debara jiyanê ye, nemaze ji bo jinan, çi wekî karkerên çandiniyê an jî sûdmendên alîkariyên erdê.

Heyat Attar, çalakvana civaka sivîl, ji nûçegihana ajansa me re axivî û behsa krîza avê li Tûnisê kir.

Hayat anî ziman ku krîza avê li parêzgeha Qeyrewanê ne krîzek demkî ye û ne jî dikare bi demek an çarçoveyek erdnîgarî ya diyarkirî ve were sînordar kirin. Berovajî vê, ew krîzek avahîsaziyê ye ku bi giranî ji polîtîkayên neteweyî yên di derbarê rêveberiya çavkaniyên avê û rêvebirinê de derdikeve. Hayat wiha ev mijar bilêv kir: “Di salên dawî de ji ber guherîna avhewayê, kêmbûna rezervên ava binê erdê û têkçûna rêziknameyên sektora avê ku bi çarçoveyên aborî, civakî û jîngehê, her wiha hewcedariyên bingehîn ên mirovan re hevahenge lewra, krîza avê kûrtir bû.”

Heyat di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku bi her havînê û bi bilindbûna germahiyê re, di dewletek ku pir caran hejmarên rekord tomar dike ku carinan ji 47 pileyan derbas dibin, dîmena lêgerîna avê û anîna wê ji kaniyan, bîr û golan dubare dibe. Heyat wiha rêz da gotinên xwe: “Lîstikvanên sereke di vê dîmenê de jin û keç in ku bi kîlometreyan di navbera çiyayan û li ser rêyên neasayî de dimeşin, çi bi peya an jî bi rêya heywanan, pişta wan ji giraniya konteyneran xwar bûye û laşê wan ji benda dirêj û ji meşa di bin tavê de westiyaye. Ji dema ku ew mezin bûne ve, berpirsiyariya dabînkirina malbatê û birêvebirina mîqdara ava ku tê anîn û dabeşkirina wê di navbera vexwarin, çêkirina xwarinê û şuştinê de hilgirtine ser xwe."

Jin ji bo dabînkirina avê ji mafên xwe yên bingehîn bêpardimîn in

Heyat di dawiyê de destnîşan kir ku krîza avê li deverên gundewarî yên Qeyrewanê, ji bilî barên din ên wekî perwerdehiya keçan, xebata bi meaş di sektora çandiniyê de, an jî xebata navmalî ya bê meaş, dibe barekî rojane li ser jinan, ku bandorek neyînî li ser mafên wan ên bingehîn ên wekî mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê û mafê xebata nebaş dike û lawaziya wan a aborî û civakî kûrtir dike.

Di vê çarçoveyê de, Fitêma Salmî, cotkar û endamê kooperatîfek ji 164 cotkarên jin pêk tê, balê dikşîne ser vê yekê ku ew jî mîna cotkarên din ên jin ên li herêmê ye û wiha tîne ziman: “Ez jî di hêla kêmbûna avê de zehmetiyan dikişînim ji ber ku ez ji navenda Tûnisê têm, ku li gorî herêmên din ji kêmbûna avê ya girîng dikişîne."

Fitêma li axaftinên xwe zêde  dike û destnîşan dike ku tevî hebûna bendavan, deverên ku nayên avdan hene. Wiha vê mijarê digire dest rexne dike û dinirxîne: “Ev yek jî mirovan neçar dike ku darên zeytûnên xwe bi karanîna tankerên avê bi lêçûnek bilind av bidin. Bîr çareseriyek e, lê pêvajoya kolandin û avakirinê ji bo cotkarên biçûk pir biha ye.

Gelek jin ji ber zewacê ji karê kooperatîfê derketine

Fitêma bang li hikûmetê kir ku piştgiriyê bide çandiniyê da ku ew bi xebat û hilberînê berdewam bike. Destnîşan kir ku kêmbûna avê bûye sedema rawestandina hilberîna darên zeytûnan ji bo sê salan li pey hev, her çend ew salane hilberîn dikirin. Di berdewamiya axaftina xwe de destîşan kir ku “Rayedarên avê bi berdêlek û bi mîqdarên sînorkirî avê didin cotkaran. Ez dixwazim hilberîna sebze û zeytûnan bidomînim. Ez endamê kooperatîfek ji 164 jinan im, lê niha tenê 50’î ji wan çalak in ji ber ku hin ji wan ji ber rêwîtiyê an zewacê çûne."

Gelo destwerdana hikûmetê pêwîst e?

Jinên ku li deverên gundan dijîn û li erdan çandiniyê dikin, yên ku herî zêde hewcedarê avê ne, çi ji bo pêdiviyên malê be çi jî ji bo çalakiyên xwe yên çandiniyê, wek xwedîkirina pez û mirîşkan, avdana darên fêkî û zeytûnan û avdana sebzeyan. Ji ber vê yekê, ew rojane ji ber kêmbûna avê cefayê dikişînin û daxwaza destwerdana hikûmetê û piştgiriya civaka sivîl dikin.

Di heman çarçoveyê de, Hadda Bamrî, karkera çandiniyê li Weslatiyê, dibêje: "Herêma Weslatiyê bi piranî heremeke çandinîyê ye û erdê wê berhemdar e, lê nebûna avê wê felç dike. Ez karkera çandiniyê me, her wiha zeviyên min ên malbatî hene, di nav de sebze, darên fêkî, ajalan û mirîşk hene. Mixabin, nebûna avê kar û hilberîna min sînordar dike."

Wê destnîşan kir ku herêm xwedî newalekî ye ku nayê bikar anîn, di heman demê de ava wê dikare ber bi golên çiyayî ve were rêve kirin da ku were berhevkirin û çêtir were bikar anîn.