Krîza aborî li Libnanê pirsgirêkên jinên li kampan zêdetir dike

Wekî hemû deran, Kampa Ayn el-Helva jî ji krîza Lubnanê para xwe girtiye. Krîza aborî bandorê li ser hemû Lubnaniyan û niştecihên wê derê kiriye lê rewşa penaberên Filistînî yên di kampan de girantir e.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd – Penaberên Filistînî yên di Kampa Ayn el-Helva ya li başûrî Lubnanê de dijîn teqez kirin ku krîza aborî ya li welat astengiyên wan zêdetir kiriye.

Nikarin pêdiviyên jiyanî pêk bînin

Ghadîr Îbrahîm a 31 salî, di temenê 15 salî de neçar hatiye hiştin ku bizewice, 5 kur û keçên wê hene, lawê wê yê mezin 15 salî ye, dev ji dibistanê berdaye ji ber ku malbatê nikaribû pêdiviyên wî û xwişk û birayên wî pêk bîne. Ew di cihe wesayîdan de kar dike û bi hemû awayan alîkariya dayika xwe dike. Hevjînê Ghadir ji ber nexweşiyê nikare kar bike, lewma ew karê paqijiyê dike lê pereyê ku digre têra tiştek nake.

Ghadîr Îbrahîm zaroktiya xwe weke keçên di temenê xwe de nejiyaye, di 15 saliya xwe de zewiciye dibêje: “Ez hewl didim law û keçên xwe di ware metirsiya zewaca di temenê biçûk de hişyar bikim û ji wan re bibêjim ku zewaca di temenê biçûk de çawa bandorê li jiyana jinan dike. Bi rastî di temenekî biçûk de jiyanê ez westandim, ez naxwazim zarokên min vê rewşê bijîn. Tevî hemû ked û westandina min ez nikarim pêdiviyên zarokên xwe ji bo jiyana bi rûmet pêk bînim, rojane pêdiviya min bi 3 tûrên nan hene, nirxê her yek ji wan 30 hezar lira ye, ez nikarim cil û bergan ji malbata xwe re bikirim, ev bo min cihê êşê ye, li benda xelkê dimînim sakoyekî bidin min ji bo keça min zivistanê de li xwe bike.”

Ghadir Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku ew tu alîkariyên darayî, ji aliyên pêwendîdar an rêxistinek navneteweyî nagirin. Der barê parastina keça xwe ji zewaca di temenê biçûk de jî dibêje: “Ez keça xwe di warê metirsiyên zewaca di temenê biçûk de hişyar dikim, pêwîst e ew xwendina xwe bidomîne û xewnên xwe pêk bîne, zanîngehê biqedîne û di karê ku dixwaze de kar bixebite.”

‘Lawê min astengdar e derman jê re pêwîst e’

Bedriya Osman wiha behsa rêbaza jiyana wan a li kampa Ayn el-Helva dike: “Kamp di nava tunebûnê de ye. Rewşa kesên di nava kampan de û li derveyî wan heman e. Hinek hene piştgiriya darayî digrin û hinek serbixwe ne, hinek ne girêdayî tu aliyekî siyasî ne.”

Pênc lawên Bedriya Osman hene, hemû zewicîne ji bilî yekî, ew jî astengdar e û temenê wî 32 salî ye. Bedriye Osman pirsgirêkên ku di dermankirina lawê xwe de dijî wiha vedibêje: “Pêwîstiya lawê min mehane bi derman heye, ew jî bihayê wê 100 dolar e. Hevjînê min kalemêr e nikare kar bike. Lawê min ji dayikbûnê ve nexweş e, me hewl da em wî derman bikin lê hemû bijîşkan gotin çareya wî nîn e, derman tenê wî aram dike, alîkariya 50 dolar ji bo her kesê her 3 mehan digirin.”

Rewşa lawên wê yên din ji rewşa wê nebaştir e, ew nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî û yên zarokên xwe peyda bikin da ku bikaribin alîkariya dê û bavê xwe jî bikin.

Bedriya Osman berî deh salan dikaribû kar bike lê niha temenê wê zêde ye bedena wê jî êdî ne xurt e nikare kar bike, tenê lawê xwe yê astengdar xwedî dike.

‘Rewşa me ya darayî heta tu bibêjî xirab e’

Ghada Atya ya 33 salî ye û 3 zarokên wê hene, nexweşiya kurçikan pê re heye ew bi gurçekek dijî her wiha hevjînê wê jî bi nexweşiya damaran e, lawê wê jî ji aliyekî devê xwe astengdar e.

Hevjînê wê ajokar e, weke hemû niştecihên Lubnanê karê wî jî bi bandor bûye, Ghada Atya li ser rewşa ku di nav de dijîn wiha dibêje: “Rewşa me bûye sifir, ji ber bilindbûna nirxên jiyanî û bihayê benzînê yê zêde, gel nikare heqê riya xwe bidin.”

Ghada Atya weke gelek malbatan, bi krîza aborî re rêbaza jiyan wê hatiye guhertin, kehrebe nîn e ji ber wê hemû malbat kehrebeya jeneratorên taybet bi kar tînin. Ew jî bi bilindbûna buhayê sotemeniyê re zêde bûye û dibêje: “Bihayê her tiştî pir giran bûye, ji kiriya malê bigre heta pereyê jeneratorê kehrebê, tevî mesrefa zarokan û dibistanan û çûnhatinê û buhayê xurekan jî tu tişt nayê kirîn.”

Ghada Atya hewl dide alîkariya hevjînê xwe bike, ev jî bandorê li jiyana zarokên wê û xwendina wan dike, dema zewicî kar dikir lê piştî zarok çêbûn bi 3 zarokan re û nexweş ket, ji kar derket.

Berî krîza aborî jiyana wan baş bû lê îro tevî bihabûnê pêdiviyên wan ên sereke tune ne, şêwazê germkirina malê jî ne weke berê ye, nirxê lîtreya gazê zêde bûye lewma ew daran bi kar tînin dibêje: “Me dest ji gelek pêdiviyên sereke berdaye, em lîtreyên gazê êdî nakirin, ji ber nebûna kehrebê jî em beradê bi kar naynin, jiyana me ne normal e weke xelkên xwedî mûçeyên mehane.”

Koçberiya nerewa

Zeyneb Hesûn a ji Lubnanê ye, bi mêrekî Filistînî re zewicî ye û di kampê de bi cih bûye, sê law û keçek wê hene, 15 salan weke hemşîre kar kir, beriya heft salan dest ji kar berdaye lê niha difikire vegere kar.

Zeyneb Hesûn teqez kir ku rêbazên jiyana niştecihên kampê cuda ne lê ew nayê wateya ku kesek jiyana luks dijî. Rewşa aborî ya nebaş bandor li ser jiyana xelkê û tendrustiya wan a derûnî kiriye û pirsgirêkên malbatî jî zêde kirine.

‘Em trajediyê dijîn’

Lemya El-Xatîb bi hevjîn û lawê xwe û bûka xwe û du neviyên xwe re di malek de dijî, ji 30 saliya xwe ve kar dike niha jî karê paqijiya ofîsan û dibistanan dike her wiha çay û qehweyê jî amade dike. Lawê wê yê ku pê re dijî jî kar dike lê dahata wî têr nake pêdiviyên jiyanê bingehîn amade bike, bi taybetî herdu zarokên wî li ber şîr in, lewma dayika wî alîkariya wî di pêdiviyên zarokan û debara jiyanê de dike.

Lemya El-Xatîb destnîşan kir ku hevjînê wê ji ber nexweşiya nefesê, şekir û zextê kar nake, bilindbûna nirxê derman bandorê li ser malbatê kiriye, li gel ew jî bi nexweşiya kezebê ye lê ji ber nebaşiya rewşa jiyanî dîsa kar dike û dibêje: “Ez neçar im kar bikim, ez nikarim dermanan bikirim. Ger kar nekim nikarim nan bikirim, tiştê herî girîng ew e ku em bikaribin şîr û pêdiviyên zarokan bikirin, nirxê her qutiyek şîr 600 hezar lîre ye, ev nirx bi dolar re diguhere. Em ê çawa van lêçûnan peyda bikin?  Em di nava trajediyê de dijîn. Jiyan beriya krîza aborî û koronayê hêsantir bû.”

Jin û zarokên keç di warê derûnî de neyînî bandor dibin

Ji aliyê din ve Îman Besyonî, berpirsa piştevaniya derûnî ye li Komeleya Karên Pêşveçûna Bêsînor a Lubnanê ye û bi taybetî li kampên Filistînî weke kampa Ayn el-Helva, piştgiriya derûnî û civakî ji jin û keçan re pêşkêş dike.

Îman Besyonî der barê rewşa jin û zarokên keç ên li kampa Ayn el-Helva dijîn wiha dibêje: “Armanca me niha ew e ku em alîkarî bidin keçên ciwan ên temenê 14 heta 24 salî de, yên ji xwendinê qut bûne yan yên rastî tundiya li ser bingeha rêgeza civakî hatine. Ez bi riya piştgiriya derûnî bi wan re diaxivim. Em bi hev re rûdinên û diaxivin, bi vê yekê hewl didim rewşa wan fêm bikim. Her wiha em çalakiyan ji keçên ciwan re li dar dixin, wan di perwerdeyên pîşesazî de xurt dikin. Bi taybetî ji bo keçên ji xwendinê qut bûne. Li gel çalakiyên hişyariyê ji bo jinan û ciwanan li ser perwerdekirina erênî û tundiyê û zewaca di temenê biçûk de. Em di navenda komleyê di kampê de nexweşiyên derûnî derman dikin.

Di demên dawî de bi taybetî piştî pêvajoya koronayê û şoreşa 17’ê Cotmehê û krîza aborî, me dît ku jin û keçên Filistînî di kampan de bi nexweşiya derûnî dikevin, Korona bû sedem ku gelek jin ji kar derkevin li malê rûnin, bandora vê yekê li ser malbatê neyênî bû, gelek pirsgirêkên malbatî bi wan re rûdan ji ber ku dahata malê kêm bû, bandorê li ser zarok, jin û bi taybetî keçên ciwan kir lewma piraniya keç û zarokan bi nexweşiya derûnî dikevin.”

Rêjeya zewaca bi darê zorê ya zarokan û tundiyê zêde dibe

Îman Besyonî diyar kir ku jin û keçên ciwan êdî tirs, depresyon, fikar, zext û bêhêvîtiyê hîs dikin, anî ser ziman ku rêjeyên zewaca bi darê zorê ya zarokan jî zêde bûye û got: “Tevî ku me hişyarî li ser van mijaran jî kir û ev bûyer kêm bûn lê bi krîza aborî re rewşên zewaca di temenê biçûk de dîsa zêde bûn. Ji bo ku malbat berpirsyariyên xwe kêm bike zarokên xwe biçûk dizewicîne. Ev nîşaneyek metirsîdar e ji ber ku krîzên din bi xwe re tîne. Bûyerên hevberdanê, destdirêjî û tundiyê bi berdewamî zêde dibin.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Îman Besyonî got: “Em weke komele hewl didin piştgiriya derûnî pêşkêş bikin, enerjiya neyênî vala bikin û veguherînin enerjiyek erênî. Gel di warê metirsiyên tundiya malbatî û zewaca di temenê biçûk de hişyar bikin ji ber ku ew neyênî li ser zarok û keçan bandorê dike.”