Komîteya Destûrî deng û nêrînên jinan misoger dike

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim der barê Komîteya Destûrî ya meclisê de axivî û got ku ew nêrîna ku mafê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger dike amade kirine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Yek ji destkeftiyên şoreşa ku çirûska wê ji Kobanê di 2012'an de dest pê kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, yek jê avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2019'an de bû. Zêdetirî 57 rêxistin û tevgerên ji bo mafên jinan têdikoşin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de cih digrin. Di destûra Sûriyeyê de mafê ku jinan biparêze tunebû û ger bihata dîtin jî tenê li ser rûpelan dima û pratîka wê tunebû. Ji lewre piştî avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komîteya wê ya Destûrî xebatên lêkolînkirin, parvekirin û nivîsandina nêrîna jinan ku wê di Destûra Sûriyeyê a nû de misoger bibe dane meşandin. Têkildarî vê mijarê jî Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim bi berfirehî axivî.

"Armanc bi Komîteya Destûrî nêrîneke hevbeş e ji bo xizmeta jinên hemû pêkhateyan"

Stêr Qasim got ku bi avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Komîtiya Destûrî û Zagonî hatiye avakirin û wiha domand: "Komîteya Destûrî ji gelek pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk tê her wiha gelek partî jî wekî nûner cihê xwe nav de digrin. Komîteyê li ser dirêjahiya sal û 6 mehan xebat û civîn li dar xistin. Gelek destûrên cîhanê ku rewşa wan nêzî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, destûra Sûriyeyê, hevpeymana civakî ku di sala 2014'an de hat dayîn, federaliya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2017'an û pergala Rêveberiya Xweser a rêxistinî hemû hate şopandin û lêkolînkirin. Da ku nêrîneke hevbeş derbikeve holê ku bikeve xizmeta hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Me xwest ku nêrînên hemû kesîmên civakê li vir kom bikin, nîqaş û lêkolîn bikin da ku nêrîna wan jî di vê Nêrîna Destûrî de hebe."

"Di avakirina Sûriyeya pêşerojê de nêrîna me amade ye em ê li ser maseyê nîqaş bikin"

Stêr Qasim anî ziman ku wan nêrînek ji 24 xalan pêk tê amade kiriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî civîanan em bi nêrînekê derketin ku ji 24 xalan pêk tê. Ev nêrîna ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye ne tenê ji aliyê mafên jinan ve belê, pêşeroja Sûriyeyê û wekî jin Sûriyeya çawa dixwazin girîng e? Bêguman ev hemû jî di nêrînê destûrî de hatin zelalkirin. Teqez daxwaza me jî ew e ku Sûriyeya nenavendî were avakirin, demokrat be û hemû pêkhate bikaribin cihê xwe di nav de bigrin. Ev nêrîn wekî lêvegerekê ye ku dema çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyeyê were dayin, em jî wekî jin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna me amade be ku li ser masê nîqaş bikin. Da ku destê me jî di avakirina Sûriyeyê a pêşerojê de jî hebe. Me nêrîn li ser tevahî rêxistinên jinan yên derveyî meclisê belav kir, pêşinyarên wan kom kirin û li ser nêrînê hinek xal hatin zêdekirin û hinek jî hatin rakirin. Lê nêrîna ku niha destê me de a dawî ye."

"Li gorî nûkirina hevpeymana civakî di komîteya me ya destûrî de jî guhertin wê çêbibin"

Stêr Qasim da zanîn ku li gorî pêşketinên heyî guhertin di nêrînê de çêdibin û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber hîn Sûriye negihîştiye çareseriyê, şer neqediyaye û rojane bûyerek derdikeve holê, ji lewra civînên me wekî komîteya destûrî jî dewam dikin. Di civînên xwe de daxwaza me komîteyê çi ye? ji derveyî ku nêrîna me amadekiriye, pilansaziyên ji bo pêşerojê mînak gelo em têkiliyê bi jinên Sûriyeyê re ango bi saziyên din re bikin ango zêdekirina li ser nêrînê em van mijaran jî nîqaş dikin. Ji ber rojane li ser ruyê erdê bûyerên nû çêdibin, herî dawî jî hevpeymana civakî a ku nû hate amadekirin jî heye. Hevpeymana Civakî hate nû kirin, li gorî wê nûkirinê jî divê ku di komîteya me ya destûrî de jî guhertin hebin, di aliyê têgeh û xalan de. Daxwaza me ew e ku nêrîna me li gorî hevpeymana civakî be û tiştekî ne zelal nav de nebe."

"Nêrînên jinên Sûriyeyê jî ji bo me girîng in"

Stêr Qasim da xuyakirin ku divê em bûyeran bişopînin da ku bikaribin di demê pêş de têkiliyê bi jinên Sûriyeyê re jî bikin û wiha got: "Divê em bûyeran bişopînin û li gorî nûbûna guhertinan tevbigerin da ku bikaribin di çareseriya siyasî de roleke aktîv bilîzin. Her wiha da ku em bikaribin nîqaşê bi jinên sûrî yê pêkhateyê din re bikin, ji ber nêrînên wan ji bo me girîng in. Da ku tecrûbeya me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibînin ku çawa jin vê sîstemê birêve dibe û cûdabûna xwe ya çawa da ye avakirin, bibînin û sûdê jê werbigre. Têkiliyên me bi jinên derve re çênebûne wekî komîteya destûrî lê di mijarên din de têkilî hene û dewam dikin."

"Yekem car li Sûriyeyê gaveke balkêş tê avêtin navenda wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye"

Stêr Qasim got ku ew bi hêvî ne bikaribin deng û nêrîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destûra Sûriyeyê ya pêşerojê de misoger bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber doza jinan û Sûriyeyê ji her welatiyekê/î re girîng e, ji lewre pir girîng e ku em bigihîjin lihevkirinekê û Sûriyeyê ava bikin û wê ji krîza heyî derxin. Berê her dem jin li benda vexwendinê bûn lê îro em bi xwe pêşengiyê dikin nêrînên xwe der barê destûra Sûriyeyê ya nû de dinivîsînin û diyar dikin. Ger ku têkilî bi jinên Sûriyeyê re çêbibe, dîsa jî ev pêşengî ya me ye û em li benda vexwendinan neman me bi xwe çare dît. Berî şoreş were lidarxistin, hebûna jinan di girtina biryarên siyasî de tenê şeklî dima, ji ber zagonên Sûriyeyê ne piştgirê jinan bû û zirareke zêde dida wan. Ji lewre cara yekê ye tiştekî wiha li Sûriyeyê çêdibe û navenda wê jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û jin wê birêve dibin."