Komeleya "Hena"ji bo xurtkirina jin û şêwazdayina nifşê pêşerojê dixebite

Komeleya "Hena" a li Lubnanî ku di 11’ê Mijdara 2011’an de hate damezrandin hewl dide bibe peyamek piştgiriyê ji bo jinan, wan bi hêz bike, hişmendiya wan di warê cihêreng ên jiyanê de zêde dike, wan perwerde dike û alîkariya wan dike ku çavkaniyek jiyanê bibînin. Komele jin, zarok û heta ciwanên Lubnanî, Filistînî û Sûriyeyê hedef digre.

 
CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Rêvebera Komeleya "Hena" Nawal Mehmûd ji bo ji her kesê rebibe malbat navê komeleya xwe ji malbata xwe girt. Komeleya "Hena" komeleyek Lubnanê ye ku 11’ê Mijdara 2011’an de hatiye damezrandin. Hewl dide ku bibe peyamek piştgiriyê ji bo jinan, wan bi hêz bike, hişmendiya wan di warên cihêreng ên jiyanê de zêde dike, wan perwerde dike û alîkariya wan dike ku çavkaniyek jiyanê bibînin. Komele jin, zarok û heta ciwanên Lubnan, Filistîn û Sûriyeyê hedef digre. 
Ger jin xwedî israr bibin, tu tişt li hemberî wan nabe asteng
Rêvebera Komeleya Pêşvebirinê ya "Hana" Nawal Mehmûd, ji ajansa me re çalakiyên herî berbiçav ên komeleyê diyar dike û dibêje; "Berî her tiştî, di warê perwerdeyê de, dersên me yên xwendin, nivîsandin û hînkirina mezinan heye û em piştgiriya psîkolojîk, rêveberiya tenduristî û hişmendiyê ji jinan re peyda bikin û em ji bo jinan kursên xurtkirinê organîz dikin. Ji ber xerabûna rewşa Lubnanê û hewcedariya pêşketin, domdarî û ewlehiya xwarinê, em jinan bi hêz dikin û ji bo di civakê de rolek pêşeng bilîzin kursên, taybet wekî dirûtin, xalî û karê nîkê organîze dikin.
“Hejmarek mezin jin û keç beşdarî vê kursê bûn”      
              
Nawal Mahmûd axaftina xwe wiha domand; "Me kampanyayek parêzvaniya ji bo jin û wekheviya zayendî da destpêkirin û me gelek kurs ji bo jin, xort û keçên ciwan organîze kir û armanc ew bû ku di nav kar û xebatê de wekheviyê di navbera jin û keçan de çêbikin. Me kursên dekor û boyaxkirina hundurîn li dar xistin. Hejmarek mezin jin û keç beşdarî vê kursê bûn lê zilaman nikaribû ev dewre bidin berdewamkirin.”
“Me jinan fêrî enerjiya kesk a ku bi enerjiya rojê ve girêdayî ye kir”
Nawal Mahmûd der barê projeya li Lubnanê ya di çarçoveya jîngeheke paqij û kesk de wiha dibejê; "Ji ber ku pirsgirêka elektrîkê li Lubnanê ji berê ve pirsgirêkek kronîk bû, me jinan fêrî enerjiya kesk a ku bi enerjiya rojê ve girêdayî ye kir. Ji ber vê yekê me gelek jinan di warê enerjiyê de perwerde kirin û ew niha di vî warî de dixebitin û li malan tamîrên teknîkî yên elektrîkê dikin. Di destpêkê de, me di warê îqnakirina jinan a karê enerjiyê de gelek zehmetî kişand, ji ber ku digotin ev kar tenê ji bo zilaman e lê peyama me ji jinan re ev bû ku ger hişê wan qabiliyet, têgihîştin, xwebawerî û israra di fêrbûnê de hebe, hûn dikarin vê pîşeyê bikin".
“Em bi zarokan re îtîmad didin ser perensîba pêşketina domdar”
Nawal Mehmûd diyar dike ku komela "Hena" li ser lênêrîna malbatê yani li ser dayik û zarok dixebite. Ew ji aliyekî ve hewl dide jinan bi hêz û perwerde bike û ji aliyek din ve li rewşa zarok dinihêre û wiha dibêje; "Em ji bîr nakin ku dayik berî bibe dayik keç bû. Em li ser hişyarkirina keçikê ji zaroktiyê wê kar dikin ku ew ê bibe dayikek ku karibe zarokên xwe xwedî bike. Bi riya yek ji bernameyên xwe em hewl didin beriya fîzîka balê bikşînin ser mêjiyê zarokan, ji ber ku mêjiyê zarokan rûpelek spî ye û ji zanîstê re vala ye. Em piştî bîst salên din li ser destê van zarokan li benda civakek cuda û baş in, ev zarokê xwedî perwerde, rojekê bibe bijîşkekî serkeftî. Em bi zarokan re îtîmadê didin ser perensîba pêşketina domdar". 
Nexweşiya Koronayê li hember berdewamkirina pêngava me nebû asteng
Li kêleka hêzkirina jinan, em piştgiriya manewî û derûnî ji jinan re pêşkêş dikin, mînak di dema cejnê de û buhayên bilind, pir malbatan nikaribû pêwîstiyên cejnê peyda bikin. Em bi pêngavekê rabûm û me  xurme û ar kirî, çil jinan pêdiviyên cejnê amade kirin û piştî ku bi dawî bû, her jinek qutiyek ji malbata xwe re bir.
Her wiha di nav pêngav û çalakiyên ku komele pê rabûye hînkirina jinan a amadekirina arvan heye. Ew arvan dibe sûkê û ji bo jinan difroşe.
Dewreyên ku komele pêşkêş dike bê beranber e. Projeyên mezin wek enerjiya kesk ku bi nexweşiya kolonîk a dil dest pê dike heye, li gorî rêvebera komeleyê pêwîstiya wan bi pereyê ku ji aliyê rêxistina UNICEF, Chesvy's û ANERA tê heye. Lê bi belavbûna koronayê re, UNICEF xebata li ser erdê sekinand û xebata xwe bi medya dîjîtal re sînordar kir lê me nikaribû bi riya medyaya dîjîtal re jinan fêrî amadekirina arvan bikin. Lê tevî vê yek jî me dev ji kar berneda". 
"Ez ciwan im" pêngaveke dilxwazî ya ji bo başiyê”
Di dema koronayê de, em li pêwîstiyên bilez geriyan û hilbijartin ket ser maskeyan. Ji ber vê yekê me projeya Anamela ku ji tiliyên jinên ku di çêkirina maskeyan de dixebitin derket holê da destpêkirin. Min maske çêkir û hin jinên din jî ew dirûtin û piştre me jî otêlan re firot. Me daxwaz ji derveyî Lubnanê jê wergirtin. 
Li ser projeyên komeleyê wiha dibêje; "Tîmek me ya dilxwaz a bi navê" Ez ciwan im"ku tê de şêst xort û keç hene û xwedî pêngavên dilxwaz in heye ku di nav de pêngava" Em li kêleka we ne” heye. Heta dawiya meha Remezanê xwarin û şirînahî li mirovan belav kirin. Her wiha tîm pereyê normal li ajokarên taksiyan û bi taybetî yên ku hesta mirovahiyê bi wan re heye belav kir. Wan di heman demê de kampanyayek hişmendiyê ji bo nexweşiya sorikan organîz kir û kampanyayek ku tê de cil hatin berhevkirin organîze kirin".
 “Ez bi riya terzîtiyê mîrasê xwe diparêzim”
Sobhia Karim a yek ji perwerdekarên komeleyê ku jinan fêrî terzîtiyê dike, behsa girîngiya li ser destpêkirina xwe ya vî karî bi taybetî li ser girîngiya mîrata Filistînê peyivî û destnîşan kir ku pîşeya terzîtiyê di destpêkê de ji bo wê dahatûya aborî ya ji bo alîkariya malbata wê bû û got: "Ez di Komeleya Hena de, jinan bi ber û xaliyan perwerde dikim û em bi rêkûpêk pêşangeh û çalakiyên xwe organîze dikin.
Li aliyê din, xwendekara komeleyê Juhaina Odwan dide zanîn ku wê komele di sala 2018’an de "Hena" nas kir û ev kar wekî huner dibîne û hezkirina xwe ya hunerê datinê rastê. 
"Pere li pêşiya hêza jinan asteng e"
Min kurs xilas kir û mala xwe boyax kir, kursiyên darîn ên ku zirar dîtine temîr kir û ez di amadekirina arvan de dixebitim û ez jî wekî gelek jinên ku hewcedarên madeyên xav in, bi pirsgirêka kêmbûna darayî re rû bi rû me. Ez beşdarî çerxa vezivirandinê bûm, ji ber ku min amûrên êdî ji bo pir kesan ne guncav in yan jî hin kes êdî bikêrhatî nabînin jî nû ve ava kir. 
Karê komeleya "Hena" ne tenê bi bihêzkirina jin û keçan re sînorkirî ye her wiha girêdayî kesên xwedan hewcedariyên taybet ên wekî jin, zarok û mêr jî di nav de alîkariya wan bike ku ew kes bikaribin bi awayekî normal jiyana xwe berdewam bikin.
https://www.youtube.com/watch?v=9cZotid6aPk
https://www.youtube.com/watch?v=ey7UVsX-BWg