Komeleya El-Eta zêdetirî 22 sal in di xizmeta lênêrîna jin û zarokan de ye

Komeleya Xêrxwazî ya El-Eta di salên xebata xwe de gelek serkeftin bi dest xistine, di warê bihêzkirina jinan û xwedîderketina li zarokan, başkirina rewşa wan a aborî, civakî û derûnî de jî pêşveçûn çêbûne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komeleya Xêrxwazî ​​ya El-Eta ku di sala 2000'an de hatiye avakirin, li ser piştgirî, hişyarkirina jinan, xurtkirin û entegrekirina jinan di nava pirsgirêkên civaka sivîl de û pêşxistina rewşa wan a aborî dixebite. Komele bi tendurustiya zarok, perwerde û pêwendiya wan a bi cîhana derve re, başkirina şert û mercên civakî, derûnî û jiyanê û yên astengdar re mijûl dibe. Her wiha komele bi kesên temenê wan mezin jî re mijûl dibe.

Rêvebera komeleyê Semahir El-Misrî got ku ev komeleyek pêşeng e di parastin û bihêzkirina jin, keç û zarokan de û wiha pê de çû: “Em armanc dikin ku wan bi riya Bernameya Pêşxistina Kapasîteyê û Bernameya Bihêzkirina Jin û Zarokan biparêzin da ku dadmendî û serweriya qanûnê bi dest bixin. Armancên komeleyê di heyama 22 salan de bihêzkirina jinan, bi taybetî jinên astengdar, li ser astên civakî, perwerdeyî û siyasî, pêşxistina karînên perwerde û derûnî yên zarokan di nav jîngehek ewle û saxlem de bû. Komele bi jinên astengdar re dibe alîkar ji bo bihêzkirina wan û dabînkirina hewcedariyên wan, ji bo bilindkirina rola wan a di civakê de.”

Nêzî 120 jin hatin perwerdekirin

Li ser çalakiyên sereke yên komeleyê, Semahir El-Misrî wiha got: “Gelek çalakî û karûbar ku di nav projeyên mezin de hene, di nav de projeya piştgiriya zagonî û projeya piştgiriya psîkolojîk ji bo kesên ku ji şîdetê rizgar bûne hene. Projeyek me ya destwerdana piştî şer heye ku armanc dike beşdarî baştirkirina rewşa tenduristî û derûnî ya zarokên li Xezayê bibe. Nêzî 120 jinên ku debara malbatên xwe dikin, di çarçoveya bernameyên bihêzkirina aborî de hatin perwerdekirin û em dikaribûn beşek ji wan fînanse bikin, ji bo vekirina projeyên piçûk ên karsaziyan da ku çavkaniya debara wan hebe.”

Semahir El-Misrî da zanîn ku komele niha li ser bernameya Nesîj kar dike ku piştgiriya derûnî, civakî û zagonî dide jin û keçan û bi riya bernameya Médecins du Monde France ku zêdetirî 200 sûdmend ên ji sedî 80 ji wan jin in, kirine armanc û rastiya wan baştir bûye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Peymaneke me ya nû heye ku hewl dide ji bo jinan qadên ewledar, bêhnvedan û perwerdeyê peyda bike û ji bo wan kursên pîşeyî yên belaş jî hene.

“Xebatkarên jin di komeleyê de gelek pirsgirêkên malbatî û civakî çareser kirin”

Semahir El-Misrî diyar kir ku pêşwext bi Komîteya Navendî ya Hilbijartinan re lihevkirinek hatiye kirin, ji bo pêşxistina beşdariya siyasî û hişmendiya jinan û entegrekirina wan di komîteyên herêmî de, bi zexta li ser şaredariya li bakurê Şerîdaya Xezayê, komeleyê dikaribû hebûna jinan di komîteyan de û niha zêdetirî 3 jin di nava komîteya berpirsyariya civakê de hene.

Her wiha bal kişand ku xebatkarên jin di komeleyê de dikaribûn gelek pirsgirêk û arîşeyên jin û keçên destdirêjî ji malbat û civakê çareser bikin û piştî saxbûnê jî piştgirî bidin wan.

Tevî serkeftinên mezin ku Komeleya Ataa di pêvajoyeke xebatê de zêdetirî 22 salan domiya, bi dest xist lê rastî gelek zehmetî û dijwariyan hat, di nav wan de lihevhatina hin ramanan ku bûn sedema nakokiyê bi civaka herêmî re li ser mijara zayendî bûye mijara herî dawî.

Ji ber hilweşandina Şerîdayê cihek ji xwe re nedîtin

Her wiha baregeh jî beriya niha zêdetirî carekê hatibû hilweşandin. Hêzên Îsraîlê di encama hilweşandina Şerîdayê de di peydakirina cihekî ji bo kirêkirinê de zehmetî kişandine.

Semahir El-Misrî teqez kir ku hemû jin ji ber zextên derûnî xwedî pêdiviyên bingehîn û girîng in û pêwîstiya wan bi destwerdana psîkolojîk a sîstematîk bi asteke mezin heye, ji aliyê aborî ve jî pêwîstiya wan bi hêz û fînansekirinê heye ji ber ku ew nanê wan e.

Rêvebera Komeleya Xêrxwaziyê Samahir El-Misrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di pêşerojê de gelek plan hene ku komele li ser dixebitî û ya herî girîng jî xurtkirina aboriya jinên kêmendam e.”