Komeleya ‘Dengê Zarokan’ ji kesên rastî tundiyê tên re dibe hêvî
Civaka sivîl a li Tûnisê tevî zext û zehmetiyên civakî jî têkoşîna xwe ya parastina jin û zarokan didomîne û hewl dide bi derfetên kêm piştgiriya derûnî û civakî bide kesên ku rastî tundiyê tên û wan bihêz bike.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Tundî, bi taybetî di parêzgehên başûrê Tûnisê ku kevneşopiyên civakî bi dijwariyên aborî ve girêdayî ne û hawirdora muhafazakar rastiya xwe li ser jin û zarokên xizan ferz dike ne tenê bûyerek demkî ye. Di heman demê de çerxeke bêsûd e ku ji aliyê qedexeyên civakî ve ku nahêle kesên rastî tundiyê tên serpêhatiyên xwe bînin ziman.
Di vê hawirdora tevlihev de, Komeleya “Dengê Zarokan” a li parêzgehên Medenî û Tatavînê xebatê dimeşîne, mîna “pira baweriyê” ku hewl dide van kesan xwe bigihîjînin serxwebûnê, derdikeve pêş. Komele, tenê bi pêşkêşkirina çareseriyên lezgîn sînordar namîne, di heman demê de armanc dike bi pejirandina stratejiya “hevaltiya berfireh”, zincîra îzolasyon û demxebûnê bişkîne û ji bo malbatên ku herî zêde bi bandor bûne riyên nû yên jiyanê ava bike.
Di sala 2024’an de zêdetirî 15 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan qewimîn
Ji bo fêmkirina asta mudaxeleyê ya li qadê, pêwîst e mirov pêşî li daneyên neteweyî yên ku mezinbûna diyardeyê nîşan didin binêre. Li gorî daneyên Çavdêriya Neteweyî ya Tundiya li dijî Jinan, di sala 2024’an de zêdetirî 15 hezar bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin.
Rapor nîşan didin ku ji sedî 63 van bûyeran di nava malbatê de pêk hatine. Ev yek eşkere dike ku mala divê bibe stargehek ewle, bûye çavkaniya herî mezin a gefê ji bo jinan.
Di aliyê zarokan de jî daneyên Rêveberiya Giştî ya Parastina Zarokan, nîşan didin ku îhmalkirin, tundiya fîzîkî û êrîşên devkî û derûnî jî di nav de zêdetirî 6 hezar gilî hatine girtin.
Lê belê her çend ev hejmar rast bin jî, tenê beşek biçûk a rastiyê nîşan dide. Ji ber ku hê valahiyek mezin ku mîna “hejmara bêdengiyê” tê binavkirin, heye. Bi hezaran kesên rastî van binpêkirinan hatine, ji ber zextên civakî yan jî tirsa malbata xwe, tiştên dijîn nikarin bînin ziman.
Modela piştgiriya berfireh
Komeleya “Dengê Zarokan” a li bajarên Mednin û Tataouine yên Tûnisê xebatê dimeşîne, modelek xebatê ya ji têgihîştina kevneşopî ya alîkariyê baştir e, bi pêş xist. Seroka Komeleyê Înes Mîlyan, diyar kir ku xebata wan li ser prensîba “peymana hevaltiyê” ye û got: “Tîma me ya ku ji xebatkarên civakî û derûnînasan pêk tê, bi nêzikatiyek yekbûyî dixebite. Em tenê dozan qebûl nakin, dibin hevalên rêwîtiya jiyana mirovan jî.
Înes Mîlyan, tekez kir ku armanca wan a sereke ji nû ve avakirina baweriya jinan a bi xwe ye û wiha got: “Jinên ku rastî tundiyê hatine yan jî bi pirsgirêkên civakî yên giran re têdikoşin, di serî de hewceyê xwebawerkirina hêza xwe ne. Lewma pêvajoya hevaltiyê rêwîtiyeke demdirêj e ku guhdarîkirina baldar, piştgiriya derûnî û alîkariya qanûnî vedihewîne.”
Astengiyên îdarî û civakî
Înes Mîlyan, diyar kir xebatên qadê eşkere kirin ku piştî tundiyê, jin ne tenê bi trawvmayê re, di heman demê de bi astengiyên îdarî û civakî re jî têdikoşîn. Înes Mîlyan, destnîşan kir ku demxeya civakî ji bo jinan pêkanîna prosedurên fermî, gihîştina mafên xwe yên bingehîn û bidestxistina belgeyên nasnameyê dijwar dike û da zanîn ku di qonaxa bihêzkirina aborî de jî hewldanên mîna karsaziyên biçûk û hunerên destan ji aliyê civakê ve bi têra xwe nayên pejirandin û dîtina xaniyên serbixwe jî piranî caran pirsgirêkek cidî ye.
Înes Milyan, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku komeleyê di vê pêvajoyê de, piştgiriya hiqûqî daye jinan û di mijarên wekî rewşa qanûnî ya zarokan û rêzkirina qeydên nifûsê de wekî navbeynkar tevdigere û got: “Bernameyên perwerdeya pîşeyî ya ji bo dayîkan bingeha çareseriyeke mayînde ye û serxwebûna aborî ji bo bihêzkirina demdirêj a jinan hêmana herî girîng e.”
Şahidiyeke ji qadê
Jineke nêzî 30 salî ku du salan ji komeleyê piştgirî girt, da zanîn ku bi salan rastî tundiya navmalî hatiye û neçar maye bi du zarokên xwe re ji mala xwe derkeve û bi van gotinan serpêhatiya xwe vegot: “Di dema derxsitina belgeyên fermî û têkoşîna li dijî pêşdaraziyên civakî de rastî zehmetiyên mezin hatim. Komeleya Dengê Zarok, piştgiriya derûnî pêşkêş kir, pêvajoyên qanûnî yên zarokên min şopand û min beşdarî bernameyeke perwerdeya pîşeyî ya dirûtinê kir. Ez îro, bi riya karsaziyek piçûk, debara malbata xwe dikim. Ya herî girîng jî min rûmet û baweriya xwe ji nû ve bi dest xist. Ez êdî xwe weke mexdûrek nabînim, weke jinek bihêz ku dikare ji bo zarokên xwe pêşerojek ava bike dibînim."
Gelo xebatên komeleyan têr dikin?
Komeleya “Dengê Zarokan”, diyar dike ku qezenckirina komên lawaz ji bo civakê, encax bi hewldanên hevbeş ên hemû saziyan pêkan e.
Înes Mîlyan, axaftina xwe wiha domand: “Hebûna rêziknameyên qanûnî tenê têrê nake. Pêdiviya rast, afirandina hawirdorek baweriya civakî ye. Karê ku em li qadê dikin, ji bo girtina valahiya di navbera qanûn û jiyana rast de hewldanek e. Lê belê divê nêrîna civakê ya ji bo van koman, bi awayekî ji kokê ve biguhere.”
‘Têkoşîna jinan ji bo avakirina pêşerojeke baştir û şikandina bêdengiyê ye’
Înes Mîlyan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro pirsa herî girîng ev e ku ev barê piştgiriya jin û zarokan dê çiqas tenê li ser milên civaka sivîl bimîne. Di civakeke ku hinek kevneşopî ji qanûnan serdesttir in de, komeleyên mîna “Dengê Zarokan” parastina herî girîng a mafê jiyan û rûmeta jin û zarokan didomînin. Li gel vê yekê, hejmara zêde ya bûyerên tundiyê bi zelalî hewcedariya polîtîkayên giştî yên berfirehtir û bi bandortir eşkere dike. Têkoşîna van jinan ne tenê ji bo mayîndebûnê ye, di heman demê de ji bo avakirina pêşerojeke baştir û şikandina bêdengiyê ye.”