“Kombûna Jinên Zenûbya mafên jinan di civakê de misoger dike”

Endamên Kombûna Jinên Zenûbya, kar û xebatên salekê nirxandin û gotin: “Li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêre Zorê, piştî ku ji hovîtiya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, Kombûna Jinên Zenûbya gelek karên serkeftî bi rê ve dibin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic-Kombûna Jinên Zenûbya kongreya avakirinê di 1’ê Hezîrana 2021’ê de pêk anîn û xwe li wir bi awayekî fermî ragihand. Kombûna Jinên Zenûbyayê siwana ku hemû jinên herêmên rizgarkirî mîna Reqa, Tepqa, Dêre Zor û Minbicê di hundirê xwe de dihewîne ye. Kombûna Jinên Zenûbyayê yekitiya hemû jinan ji bo bilindkirina têkoşînê armanc dike. Di 10’ê Tîrmehê de buroya xwe li Minbicê vekir. Navê Zenûbya di dîrokê de weke jineke îsyankar tê naskirin û Sûriyeyê salên dirêj bi rê ve biriye. Piştî herêmên Ereban ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin yekemîn Kombûna Jinên Zenûbyayê hat avakirin. Rêveber û Endamên Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Minbincê ya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û xebatên ku girêdayî wan karên xwe yên salekê nirxandin.
“Jinên Ereb mafên xwe mîsoger kirin”
Berdevka Kombûna Jinên Zenûbyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xud El-Îsa li ser xebatên kombûna jinan a sala 2021’ê û armancên ji bo bilindkirina statûya jinan wiha axivî: “Dema em qala Kombûna Jinên Zenûbya dikin divê em pêşî behsa têkoşîna jinan a ku 4 sal li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêre Zorê meşandine, bikin. Jixwe piştî herêmên me ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, meclis û saziyên jinan bi îradeya jinên Ereb hatin avakirin da ku jinên Ereb mafên xwe misoger bikin. Piştî têkoşîna 4 salan a di nava meclisa jinan de, di 1’ê Hezîrana 2021’ê de Însiyatîfa Kombûna Jinên Zenûbyayê hat avakirin. Em di vê xebata xwe de pergala hundirîn ava dikin ku xebatên jinan li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêre Zorê bikin yek. Em bi vê xebatê enerjiya jinên Sûriyeyê dikin yek, rastiya wan bi pêş dixin, nirxên civakê dikin yek, dadmendî û wekheviyê pêk tînin û beşdarbûna jinan ji jiyana giştî re, armanc dikin. Wekî Kombûna Jinên Zenûbyayê em li deverên mîna Reqa, Tebqa, Minbic û Dêre Zorê Koordînasyon û komîteyên Meclisê li gorî rêgezên di konferasê de hatine pejirandin aktîf dikin.”
“Danasîna Kombîna Jinên Zenûbya ji sazî û komînan re hatiye kirin”
Xud El-Îsa li ser xebatên herî girîng ên ku ji dema damezrandina Kombûna Jinên Zenûbya heta niha kirine wiha domand: “Girîngtirîn xebatên ku em pê rabûne lidarxistina civînan ji sazî û komînan re ye ku danasîna Kombûna Jinên Zenûbya û encamên yekemîn konferansê ya damezrandinê, hatiye danasîn. Armanca me bi van civînan ew e ku em girseya jinan li tevahî herêmên xwe berfireh bikin. Em li ser bingeha koordîneyê di navbera buroyên Kombûna Jinên Zenûbya de kar û xebatên xwe bi rê ve dibin û koordîneyên me li gorî pêkhateya rêxistinê, ango ji şaneya herî biçûk a komîn dest pê dike, paşê komîteyên jinan ên li xet û taxên bajaran û paşê jî şaredariyên bajêr, heta desteya îdarî, ji 7 endaman pêk tê.”
“Hemû buro û desteya jin di bin ala Kombûna Zenûbya de cih digrin”
Xud El-Îsa armanca Kombûna Jinên Zebûbya û projeyên sala nû wiha anî ziman: “Armanca me ya esasî ew e ku em hemû jinan bikin yek. Divê jin xwe bi rêxistin bikin, di civakê de xwedî roleke bi bandor bin û bikaribin kesayeta xwe ava bikin. Zehmetiyên ku herî zêde em rastî tên ji ber zîhniyeta baviksalarî ne lewre ev zîhniyet azadiya jinan red dike. Di sala nû de divê em wek Kombûna Jinên Zenûbya karên baştir bikin da ku hemû buro û desteya jinan di bin ala Kombûna Zenûbya de cih bigrin. Em ê avakirina Kombûna Jinên Zenûbya bidomînin û li gorî pergala navxweyî ya ku me di konferansê de biryar girtibû, bimeşin.”
“Kombûna Jinên Zenûbya, pişgiriya hemû jinan dike”
Berdevka Kombûna Jinên Zenûbya li bajarê Minbicê û gundewarên wê, Nesrîn El-Elî di der barê kar û xebatên xwe de wiha got: “Piştî avakirina Kombûna Jinên Zenûbya, yekemîn xebatên ku me li dar xistine aktîfkirina ofîsên jinan li herêmê bû. Di 10’ê Tîrmeha borî de li bajarê Minbicê û gundewarên wê buroya Kombûna Jinên Zenûbyayê hat aktîfkirin. Her wiha Aboriya Jinê û Mala Jinê jî di Kombûna Jinên Zenûbya de cihê xwe digrin. Piştî avakirina buroyê, me li ser danasîna Kombûna Jinên Zenûbya, prensîba wê û armanca wê semîner û civîn li dar xistin. Her wiha encama konferansê ji jinên Minbicê re parve kir. Gelek planên ji bo bernameya Kombûna Jinên Zenûbya hatibûn amadekirin ku di hinekan de hişyarî hebûn, hin ji wan ji ber rewşa şewba vîrusê hatin rawestandin. Me li xeta Muhtaraqê 33 civîn ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xist. Her wiha bi dirûşma “Têkoşîna ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê” semîner hatin lidarxistin. Bi saya van civîn û semîneran em gihîştin rêjeyek jinan û ev ji bo me gavek baş bû. 4 sal me weke Meclisa Jinan karên serkeftî kir. Her wiha me di nava van 4 salan de gelek civîn û semîner li dar xistin û me encamên baş ji van civînan bi dest xist. Mirov dikare bibêje ku Kombûna Jinên Zenûbya pişgiriya hemû jinan dike.”
“Divê jin hişmendiya civaka xwe biguherînin”
Nesrîn El-Elî diyar kir ku ew ê serkeftinên ku bi dest xistine misoger bikin û wiha pêl da gotinên xwe: “Em li ser bingeha piştgirî û piştevaniya jinan dimeşin. Em ê her hewl bidin li hemû herêman destkeftiyên xwe misoger bikin û mafên jinan biparêzin. Em ê di sala nû de her du zayendan li ser bingeha wekheviyê perwerde bikin û ji bo pirsgirêkên ku dijîn, riya çareseriyê nîşanê wan bidin. Divê jinên Ereb, rastiya ku li ser wan hatiye ferzkirin qebûl nekin û hişmendiya civaka xwe biguherînin.”
“Aboriya jinan gelek sûdên mezin li jinan dike”
Rêveberiya Aboriya Jinan a Buroya Kombûna Jinên Zenûbya li Minbicê, Hana Talcaberî behsa xebata Aboriya Jinan wiha dike: “Di vê salê de kargehek ji bo alavên paqijkirinê yên girêdayî jinan û firingehek hat vekirin. Her wiha bi malbatek re ji bo birêvebirina mala mirîşkan li hevkirin çêbû. Her wiha dikanek cil û bergan, salona bedewiyê li ser peymanê hat vekirin. Her wiha şewba vîrusê bandorek neyînî li ser projeya me kir. Hemû projeyên ku me vekirine, ji bo alîkariya tevahî jinan bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin bûn. Her wiha jinên ku cihê xwe di kar û xebatên Aboriya Jinan de digrin, gelek sûdên mezin digrin û dabara malbatên xwe dikin. Aboriya Jinan bi saya Kombûna Jinên Zenûbya gelek karên serkeftî bi dest xist. Me îsal gelek kar kir û gelek projeyên me yên demên pêş jî hene. Ev yek gaveke baş e lê divê em hîn xebatên mezintir bimeşînin. Armanca me ew e ku em alîkariya tevahî jinan bikin û derfetên kar ji wan re vekin. Em bang li hemû jinan dikin ku paşverûtiyên civakê bişkînin û xwe bispêrin hêza xwe.”
“Mala Jinê cihê edalet û wekheviyê ye”
Endama Mala Jinê ya Buroya Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Minbicê, Xenîme Taha li ser pirsgirêkên herî gelemperî yên li bajêr rû didin nêrîna xwe wiha parve kir: “Yek ji pirsgirêkên ku em herî zêde rast tên pirzewacî û zewaca bi temen biçûk e. Her wiha li gel tundiya li ser jinan gelek rewşên hevberdanê jî rû didin. Dema jin giliyê xwe dikin, em gazî her du aliyan dikin da ku li du aliyan jî guhdar bikin û li gorî wê yekê çareseriyê peyda bikin. Ger pirsgirêk pir giran bin, em sewqî dadgehê dikin. Mala Jinê ji bo jinan li herêmê bûye navend û çareseriya tevahî pirsgirêkên civakê. Em dikarin bêjin ku Mala Jinê cihê pêkanîna edalet û wekheviyê ye. Me zagonên jinê jî derxistine ku ji wan yek jî qedexeya zewaca di temenê biçûk de ye ger ne li gorî zagona jinê be em wê zewacê qebûl nakin. Her wiha ger bûyera pirzewacî were jiyîn, em wan ji sazî û dezgehan derdixin. Em wek rêxistina jinan li ser guhertin û veguhertina hişmendiya civakê kar û xebata xwe bi rê ve dibin. Her wiha armanca me ew e ku em mafên jinan di civakê de bixin bin temînatê.”