Koçberî barên jinên Suweydayê girantir dike
Êşa jinên koçber ne tenê madî ye, ew windakirina serxwebûn, rehetî û ewlehiyê jî dihewîne, ji ber ku ew neçar in karên malbata xwe di mercên zor û mehrûm de birêve bibin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Ji bo jinên koçber, derketina ji malê bû destpêka êşên rojane yên weke windakirina taybetmendiyê, zextên derûnî û zehmetiyên jiyanê loma ew di bin şert û mercên zehmet û nû de hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
Sahar El-Yûsif behsa êşa jinên ku piştî derketina ji malên xwe li navendên mêvandariyê bi cih bûne dike diyar dike ku li wir di rojên ewil de hejmareke mezin ji malbatan li jûriyên hevpar ên bêyî pêdiviyên sereke û taybetmendiyê man.
Sahar El-Yûsif diyar dike ku mayîna çend malbatan di heman cihî de û bêparbûna ji pêdiviyan, karên rojane pir zehmet kirine û got: "Ev rewş dibe sedema tirsa tenduristiyê, belavbûna nexweşiyan û zextên giran ên derûnî yên li ser jinan ku bandorê li ser têkiliya wan a bi zarokên wan re jî dike."
'Me mal û jiyana xwe winda kir û ji sifrê dest pê kir'
Raşa El-Şûfî ya ji gundê xwe Um Harîtîn ê li gundewarê bakurê Suwedayê koç bûye, dibêje ku malbat neçar mane bi destpêka êrîşê re derkevin û got: “Jin û zarok derketin lê ciwan man û heya dawî li ber xwe dan. Gel bi hêsanî gundên xwe berneda lê zehmetiya şer ew neçar kirin ku koç bikin.”
Raşa da zanîn ku malbata wê nikaribûye piraniya kelûpelên xwe yan belgeyên xwe yên fermî bigre.
Raşa El-Şûfî êşa malbatên ku zarokên xwe winda kirine tîne bîra xwe û diyar dike ku di nav de kurê biraziyê wê yê di 16'ê Tîrmeha 2025'an de hat kuştin hebûye, tekez dike ku êşa dayîka kurê xwe winda dike û êşa zarokê ku bavê xwe winda dike ji her zirara madî mezintir e.
Piştî koçberiyê barên malê bûn duqat
Zehmetî ne tenê bi zirarên aborî û barên malê sînorkirî ne, digihîjin lêgerîna li derfetên kar ku alîkariya malbatê bikin da ku bikaribe dîsa bi serê xwe bijî. Raşa El-Şûfî diyar dike ku ew hewl dide derfeteke kar li gorî jêhatîbûn û ezmûna xwe ya di warê perwerdeyê de bibîne lê dîtina karekî li gorî xwezaya zanyarî û pisporiya wê, di bin şert û mercên niha de astengiyek e.
Raşa El-Şûfî tekez kir ku êş ne tenê bi zirarên madî sînorkirî bûye, bandora derûnî ya bi êş a nebûna pêdiviyan û neçarbûna malbatê ya ji bo xwespartina kesên pirsgirêkek din bûye.
Pêdiviyên herî kêm jî zor dihatin bicihanîn
Newal Nesir a koçbera ji Necranê jî dibêje ku ew bi cil û bergên xwe tenê ji mala xwe derketiye. Newal got ku malbat nêzî 29 rojan bi nêzî sî kesî re li mala xwîşka wê ya li Şehbayê maye, paşê çûye dibistanek û li wir nêzî sê mehan maye dûre careke din wan birine navendeke stargehê.
Şert û mercên koçberiyê dibin sedem ku pêdiviyên kesane yên herî hêsan bibin sedema fikar û şermê û malbatan ji taybetmendiya wan a berê bêpar dikin. Newal Nesir jî neçar ma ku bi pereyê girtibû maşîneyeke şûştinê bikire da ku cil û bergan bişû.