Koçberên Idlibê ji bêderfetiyan li nêzî xeta şer bi cih dibin

Yek ji koçberên ji ber şer û pevçûnên li Bakûrê Sûriyê ji mala xwe bûye Sabah El-Alûş e, zêdetirî sê sal berê ji gundê Telmans koçber bûye û ew niha li bajarokê Ahsam ê ku li Cebel El-Zawiya yê dimîne ji ber zêdebûna kirêya xaniyan zehmetiyan dijî.

 
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib – Li Bakurê Sûriyê her diçe qeyîrana aborî  kur dibe û şopên wê li ser jiyanê zêde dibe ku êdî debar û ji wê jî zêdetir cihê hewandinê peyîdakirin gelek zor bûye. Jixwe kirêya xaniyan li bakurê Sûriyeyê bilind bûbû piştî koçberiyên vê dawiyê ji gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê û vê yekê gelek kes mecbûr kirin ku yan li kampên pêdiviyên jiyanê li wan tune ne bijîn, an jî li gundên nêzî xeta şer, bi hêzên rejîmê re bijîn, ji ber buhayê erzan. Gelek jinên li Idlibê yên ku hevserê wan an birîndar bûne, yan jî hatine kuştin an hatine girtin piştî ku neçarî koçberiyê bûn û li xetên nêzî şer bi cih bûn ji ber erzaniya deverê, ji malbatên xwe re bûne çavkaniya jiyanê.
Bi terzîtiyê debara zarokên xwe dike
Sabah El-Alûş zêdetirî sê sal berê ji gundê Telmans koçber bûye û ew niha li bajarokê Ahsam ê ku li Cebel El-Zawiya yê dijî. Wê nexwest here cihên dûr û çavên xwe ji xeterê negirt ji ber ku êdî derfeta wê ya darayî nemaye, ji neçarî ji bo erzaniyê li xeta sînor dijî. Dengê topbarana ku her dem tê nahêle Sabah El-Alûş bi şev raze. Ji ber ku li ser xeta sînor e her dem dengê bombe û teqînan tê. Li ser vê rewşê dibêje; "Ez nizanim kengê nûçeya bombebarana xaniyê ku ez tê de bi malbata xwe re dimînim li ser malperan were ragihandin. Hevserê min zêdetirî şeş sal berê ji ber krîza dil wefat kir û ji hingê ve berpirsyariya mezinkirina çar kurên min ketiye ser milên min. Ez hewl didim bi karê xwe yê terzîtiyê pêdiviyên wan bi cih bînim.”
Ji ber giraniya kirêya xaniyan li erdên çandiniyê radizên 
Penaber Samer El-Erefat a 32 salî, li bajarokê El-Bara yê Cebel El-Zawiye niştecih dibe ku ew jî zêdetirî du salan e di bin bombebaranê de ye dibêje; "Piştî koçberkirina min ji bajarê Maeret Numan ji ber bombebaranê û pêşveçûna hêzên rejîmê, ez ji mala xwe derketim mîna gelek kesên din û ber bi bakur ve çûm û demekê li Idlibê di hundurê xaniyek bêderî û pencere de  jiyam, piştre jî xwediyê wê malê hat û di bedêla mayîna min a li malê de dirav zêde xwest, vê yekê jî ez  mecbûr kirim ku ez û pênc zarokên xwe û hevserê min ê nexweş ji malê derkevin. Her roj jiyana me tê talankirin û maf û xeyalên me yên jiyana ewledar tên tunekirin, em tirs û malwêraniyê dadiqurtînin bêyî ku kesek li êşa me binêre.”
Koçberên li bakurê Sûriyeyê ji hêla xwedan xanî û bazirganên ofîsên nekêşbar ve tên îstîsmarkirin, ji ber ku buhayê kirêya xaniyan li hin deveran gihîştiye 400 dolarê Emerekî ku ev bûye sedem koçber li erdên çandiniyê razên û li kampan bijîn 
Tîma hevahengker a "Bersiv li Sûriyeyê" piştrast kir ku koçberên hejmara wan ji milyonek derbas kiriye, ji aliyê rêxistinên hawarçûnê û kesan ve tên îstîsmarkirin, ev yek jî bêyî gavên rêveberiya herêmî di kontrolkirina kirêyên malan de ku êdî bi olarên Emerîkî ve tê sînordarkirin.