Koçberên Efrînê pêşiya konên xwe bi kulîlkan dixemilînin

Emîne Mihemed Ehmed a 63 salî ya li Şehbayê koçber e, bi her şînahiyeke ku diçîne hêviya vegera Efrînê mezin dike. Emîne Mihemed Ehmed bi çîçek û gulan mala xwe ya rûxandî veguherandiye parkeke biçûk.

ROBARÎN BEKIR

Şehba- Dewleta Tirk di sala 2018’an de bi êrîşên hewayî Efrîn dagir kir. Bi hezaran şêniyên Efrînê ku bi komkujiyê re rû bi rû man, neçar bûn cih û warê xwe biterikînin. Ên ku axa xwe neterikandin jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve rojane rastî qetilkirin, revandin, destdirêjî û gefan tên. Kesên ku berê xwe dan Şehbayê jî di nava şertên koçberiyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin û li ber xwe didin. Jinên Efrînê yên ku bi girêdana xwe ya bi axê re  tên nasîn di rewşa koçberiyê de jî derdora kampên xwe bi gul û çîçekan dixemilînin, derdora xwe şîn dikin.

Yek ji wan jî Emîne Mihemed Ehmed a 63 salî ye. Emîne Mihemed Ehmed ji gundê Demîlo yê girêdayî navçeya Mabataya Kantona Efrînê ye. Piştî berê xwe dide Şehbayê bi hêviya ku careke din vegere gundê xwe derdora kona xwe bi şînahî, gul û çîçekan xemilandiye.

‘Destpêka koçberiyê gelekî zehmet bû’

Emîne Mihemed Ehmed di destpêka axaftina xwe de got: “Piştî em bi dare zorê ji bajarê xwe derketin û dewleta Tirk Efrîn dagir kir ji bo em bi ewlehî bijîn, me berê xwe da Kantona Şehbayê. Binesaziya herêma Şehbayê ji ber şer û nakokiyan gelekî hatibû rûxandin. Destpêkê em nikaribûn bi xwezaya vê herêmê re bijîn, ji ber ji xwezaya herêma me gelekî cuda bû. Her malek li Efrînê tijî gul û darên cuda bûn, ev yek dihêle em rastî gelek zehmetiyan li vê derê werin lê belê piştî derbasbûna demê û rojan ji ber em gelekî bi çandinî û xakê ve girêdayî ne me dest bi çandina gul û çîçekan kir li ber malên xwe.”

‘Em bi berxwedan û îsrara xwe tên naskirin’

Emîne Mihemed Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên li kampan kir û destnîşan kir ku ew weke şêniyên Efrînê bi berxwedana xwe pêşî li siyasetên qirkirinê digrin û wiha pêde çû: “Rewşa jiyanî li Kantona Şehbayê gelekî zehmet e, em şêniyên Efrînê bi berxwedan û îsrara xwe tên naskirin. Me ji her kesê re îsbat kiriye ku em di kampan de bin jî dikarin derdora xwe şîn bikin û bi gul û çîçekan bixemilînin.”

‘Ez tu carî dest ji hêviya vegera Efrînê bernadim’

Emîne Mihemed Ehmed di dawî de wiha hestên xwe yên koçberiyê anî ziman: “Keda bi salan ku me li Efrînê da, dewleta Tirk û çeteyên wê di rojekê de rûxandin, malên me talan û desteser kirin, me koçber kirin. Dema em van tiştan bi bîra xwe tînin em diwestin, her rojek koçberiyê weke salek e ji bo me. Efrîn herêma me ye û dê ya me bimîne. Dewleta Tirk a dagirker dê li wê derê nemîne. Ez bi îsrar li Şehbayê li ber xwe  didim. Ez ê tu carî dev ji hêviya vegera Efrînê bernedim.”