Koçberên Efrînê ji ber tunebûna cereyanê şevê bi findan derbas dikin

Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne teqez kirin ku ji ber encama dorpêça giran a Hikumeta Şamê li ser wan, cereyan tune ye, êvarê li ber findan jiyan û berxwedana xwe didomînin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di tevahiya pênc salên koçberiya gelê Efrînê de li kantona Şehbayê gel di nava zehmetiyên dijwar ên jiyanê de berxwedana xwe didomîne. Hikumeta Şamê bi riya bendên kontrolê nahêle pêdiviyên jiyanî û yên tendirustî derbasî herêmê bibin. Her wiha bi xwestina rêjeyên gelek buha jî dibe sedem ku pêdivî derbasî herêmê nebin. Di van demên dawî de pêdiviyên bingehîn ji bo domandina jiyanê weke mazot derbasî herêma Şehbayê nakin ku bi sad hezaran koçberên Efrînê û welatiyên resen ên herêmê tê de dijîn, ev yek jî gelek astengiyan ji gel re derdixe û jiyana wan dijwartir dibe.

Di van rojên dawî de jî ji ber ku rêgiriya Hikumeta Şamê girantir bûye û tunebûna mazotê li herêmê, cereyan tune ye. Her wiha bi peydanekirina mazotê saziyên xizmetguzariyê weke av, nan, nexweşxane û nuqteyên tendirustiyê jî karê xwe radiwestînin û bi berdewamkirina rêgiriya hikumeta Şamê li ser herêmê wê karesetek mirovî ya din çêbibe. Bi vê yekê gel li Şehbayê jiyana xwe bi şev li ber pêxistina findan didomîne. Elektrîka Şehbayê ji aliyê Şaredariya Gel a Şehba-Efrînê ve di roja 27'ê Nîsanê de ji ber tunebûna mazotê li ser gel hatiye qutkirin. Siyaseta Hikumeta Şamê ji ya dewleta tirk a dagirker cuda nîn e ku herdu jî dixwazin bi her awayî berxwedan û vîna gel li Şehbayê bişkînin. Der barê rewşa ku herêm tê re derbas dibe de endama şaredariya gel û jinên Efrînê nêrînên xwe anîn ziman.

Gel di şertên dijwar ên ambargoyê re derbas dibe

Endama Şaredariya Gel a navçeya Fafîna Şehbayê Lodmîla Horo behsa rewşa herêmê ya ji ber dorpêça Hikumata Şamê kir û got: "Ev bû pênc sal em koçî Şehbayê bûne û di gelek astengî û zehmetiyên jiyanê re derbas bûne. Di van pênca salan de Hikumeta Şamê amborguya xwe li ser herêmê ferz kiriye. Wekî tê zanîn mazot yek ji pêdiviyên jiyanê yên sereke ye lewre ji ber dorpêça heyî derbasî herêmê nabe, gel nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Bi tunebûna mazotê av, nan û xebatên nexweşxaneyan tên rawestandin ev jî ji bingehên jiyanê ne ku pêwîst e qet neyên sekinandin. Di heman demê de ji ber tunebûna mazotê elektrîk li ser herêmê û wargehên koçberiyê hatiye qutkirin ku niha gel di nava tarîtiyê de jiyan û berxwedana xwe bi îsrar didomînin. Destpêkê me nêzî pênc saetan elektrîk pê dixist, lê bi tunebûna mazotê re ew jî hat qutkirin. Bi riya dorpêçê Hikumeta Şamê dixwaze di nava civakê de belavbûnek ava bike lê wê tu carî negihîje armanca xwe."

Divê dawî li dorpêçê bê

Lodmêla Horo di dawiyê de diyar kir ku aloziya kêmbûna avê jî li Şehbayê heye û got: "Ev bi salan e di demsala havînê de ji ber germbûnê av kêm dibe û krîza kêmbûna avê heye lê em hewl didin heya bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar. Îsal alaoziya kêmbûna avê zêdetir bûye ji ber ku bi çêbûna kareseta erdhejê gelek kesan ji Helebê û deverên ku ziyanê dîtine berê xwe dan Şehbayê û me ew li vê derê bi cih kirin. Bi zêdebûna hejmara kesan pêdiviya bi avê jî zêde dibe lewre ev yek bandorê li ser kêmbûna avê dike û bû sedem ku li herêmê aloziya kêmbûna avê çêbibe. Em di dawiyê de bang dikin ku rêgiriya Hikumeta Şamê li ser herêmê bê rakirin û mazotê bînin herêmê ji ber ku Şehba ber bi felaketek mirovî ve diçe."

Em di tarîtiyê de dijîn

Hûriyê Mustafa ya ku bû 5 sal li wargeha Serdem dimîne dorpêça ku tê re derbas dibin bi lêv kir û ev tişt got: "Ji roja ku em koçî Şehbayê bûne û li wargehan bi cih bûne ve, di şert û mercên dijwar re derbas dibin. Ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rojane êrîş pêk tên, li kêleka êrîşan jî Hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser herêmê ferz kiriye, nahêle em bi rehetî bijîn û pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber rêgiriya li ser me niha em di tarîtiyê de dijîn ji ber ku mazotê derbasî herêmê nakin elektrîk qut bûye. Em di dorpêçek gelek giran re derbas dibin. Bi demê re wê av û nan jî li ser me qut bibin ji ber tunebûna mazotê. Banga me ji cihên pêwendîdar re ew e ku bi lez bikevin tevgerê û mudaxele bikin da ku dawî li vê dorpêçê bînin ji ber zarok û kesên temenê wan mezin nikarin tehemul bikin her wiha deriyê nexweşxaneyê jî ji ber vê rewşê dê were girtin."