Kivarkên çolê debareke demsalî ye ji bo jinên penaber ên li Idlibê

Der barê feydeyên kivarkan û çawaniya cudakirina cureyên wan de, pispora xwarinê Dalia Hac Humêdan da zanîn ku kivark wek xwarineke kêmkalorî, çavkaniyeke baş a fîber û proteîn û dewlemend e bi potasyûm û vîtamîna B tê hesibandin û wiha berdewam kir: "Ew bergiriya bedenê zêde dike û pêşî li nexweşiyên bêhnê digre. Her wiha şiyana wê heye ku li dijî penceşêrê şer bike û şaneyên anormal di bedenê de têk bibe.”

Der barê feydeyên kivarkan û çawaniya cudakirina cureyên wan de, pispora xwarinê Dalia Hac Humêdan da zanîn ku kivark wek xwarineke kêmkalorî, çavkaniyeke baş a fîber û proteîn û dewlemend e bi potasyûm û vîtamîna B tê hesibandin û wiha berdewam kir: "Ew bergiriya bedenê zêde dike û pêşî li nexweşiyên bêhnê digre. Her wiha şiyana wê heye ku li dijî penceşêrê şer bike û şaneyên anormal di bedenê de têk bibe."
SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Bi nîveka zivistanê re û çêbûna mijê li deşt, mêrg û geliyan ku bû jîngeheke guncaw ji bo geşbûna kivarkên çolê, gelek jinên penaber berê xwe dan berhevkirina kivarkan û ji tiştên ku difroşin sûdê digirin da ku ji  zarokên xwe re xerc bikin, di nav wan şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku li kampên penaberan li Idlibê pê re rû bi rû dimînin.
Raîde Xelîl a 32 salî, serê sibê ber bi zeviyên çandinî û daristanî yên li nêzî kampa xwe ya li Kefer Ergê ya bakurê Idlibê ve diçe, ji bo lêgerîna kivarkên çolê. Ew wê yekê hêsan nabîne, ji ber ku ew neçar e di nav axa berfireh de bigere û dûr û dirêj bimeşe ji bo peydakirina mîqdarek zêde kivarkan da ku wan bifroşe û ji dahata wan sûdê bigre û hinek hewcedariyên çar zarokên xwe pêk bîne. 
"Bi kivarkan hinek be jî pêdiviyên xwe bi cih tînin"
Raîde Xelîl tîne ziman ku piştî penaberbûna wan ji bajarê wan Soran li gundewarê bakurê Hemayê, hevjînê wê karê xwe di zeviyên çandiniyê de winda kir û êdî karekî wan nemaye ku alîkariya wan bike, barên giran ên li ser milên wan hilgire û wiha domand: "Bihayên giran em bêhal kirine û xizanî bi bêrehmî jiyana me dixwe. Em gelek caran êdî nikarin nanê xwe yê rojane bi dest bixin. Ji ber vê demsala berhevkirina kivarkên çolê bû çavkaniya debara malbata min û gelek kesên ku li kar digeriyan dest bi berhevkirina kivarkan kirin. 
Raîde Xelîl kîloyek kivarkan bi 25 lîreyên tirk difiroşe xwediyê dikanên sebzeyan û carna jî ji kurê xwe yê 12 salî Ekrem rê dike ji bo ku wan yekser bifroşe ji tirsa ku xwediyên dikanan îstîsmar bikin û bi mîqdarên hindik bikirin.
"Bi hatina demsalê re jin û zarok ji bo xwarin û firotinê kivarkan berhev dikin"
Ji aliyê din ve, Sadiya El-Ceban a 40 salî, penabereke ji gundê El-Rafa û bi pênc zarokên xwe re li kampên Qah niştecih bûye. Di cudakirina kivarkên bi jehrî ji yên baş de zehmetiyan dikşîne û wiha dibêje: "Ez zêde bi cureyên kivarkan nizanim û ditirsim ferqê nekim navbera wan û bibim sedema zirarê lê ez di hilbijartina cureyên taybet ên kivarkan de baldar im, ez ji berhevkirina cureyên din ên ku nas nakim xwe dûr digrim.” 
Komkirina kivarkên çolê ne tenê bi jinan ve sînordar e lê ji bo zarokan jî bûye riya kar. Gelek caran zarok bi komî tên û kivarkan berhev dikin, difiroşin an jî wekî xwarinek xweş û bêpere ji bo xwe dibin malê.
Zarokê bi navê Waîl El Mehmûdî yê 11 salî bi kelecan li benda demsala kivarkan e, da ku bikaribe wê berhev bike û bikaribe alîkariya dayika xwe bike ku hin barê xerckirina dahata xwe hilgire û wiha dibêje: "Hêvî dikim ku demsala kivarkan tevahiya salê berdewam bike, demsaleke pir xweş e û zêde zehmetiya wê nîn e.”
"Kivark xwarineke baş e ji bo parastina bedenê gelek sûdên wê hene"
Der barê feydeyên kivarkan û çawaniya cudakirina cureyên wan de, pispora xwarinê Dalia Hac Humêdan da zanîn ku kivark wek xwarineke kêmkalorî, çavkaniyeke baş a fîber û proteîn û dewlemend e bi potasyûm û vîtamîna B tê hesibandin û wiha berdewam kir: "Ew bergiriya laş zêde dike û pêşî li nexweşiyên bêhnê digre. Her wiha şiyana wê heye ku li dijî penceşêrê şer bike û şaneyên anormal di bedenê de têk bibe. Tevî ku kivark biçûk e jî di parastina hevsengiya tenduristî û jîngehê de roleke çalak dilîze.”
Dalia Hac Humêdan diyar dike ku ji bilî zanîna hin taybetmendiyên ku bi her du cureyan ve girêdayî, ne hêsan e ku mirov kivarkên jehrî û yên ne jehrî ji hev cuda bike û dibêje: “Kîvarka jehrî li devera binê şapikê çîpên spî hene ku bi gelemperî rengê sor hildigire û bêhnek xwe ya nexweş heye lê kivarkên ne jehrî ku ji bo xwarinê guncew in xwedî rengek reş-qehweyî û bêhnek xweş in.”
"Bihayê her tiştî çend qat zêdetir bûye"
Bi xirabûna rewşa kampên Idlibê re, tîma "Kordînatorên Bersivdana Sûriyeyê" da xuyakirin, ku rewşa mirovî ber bi xirabûnê ve diçe û bûye şahidê zêdebûna bihayan û rêjeya bêkariyê. Tîmê di raporeke xwe de diyar kir ku bihayê xurek ji sedî 400, bihayên nexwarinê ji sedî 200, bihayê sotemeniyê ji sedî 350 û bihayê nan jî ji sedî 300 zêde bûye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku rêjeya feqîriyê gihîştiye asta rekorê, ji sedî 90 derbas kiriye û hat diyarkirin ku hejmara malbatên ku xwarinên bingehîn kêm kirine gihîştiye ji sedî 65, di nava kampan de jî gihîştiye ji sedî 89.