"Kêmkirina ava Feratê jiyana me zehmet kiriye"
Dewleta tirk li rex êrîşên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê qûtkirina derfetên jiyanê bi kar tîne.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Dewleta tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava rê û rêbazên cuda bi kar tîne. Piştî ku di şerê leşkerî û aborî de lewaz bû, vê carê jî dixwaze bi riya şerê kêmkirina ava çemê Firat ku hîmê bingehîn yê jiyanê ye xwe li ser lingan bigre. Çemê Firat ku ji çiyayê Torosê dizê, rûbarekî mezin yê jiyana gelên Mezobotamya yê ye ku jêdera xwe ji çemên Mûrad yê ji gola Wanê û Çiyayê Araratê li Bakurê Kurdistanê û ji Avareş ku ji çiyayên bajarê Erzûrûmê ye dertê. Firat li gel Dîcle rûbarên herî mezin ên Mezobotamyayê ne. 2.800 km dirêje ku 1.100 km di nava axa Kurdistanê de ye. Firat di gelî, newal û navrastên El-Ezîz û Meletî de dadikeve, di navbera Amed, Samsûr û Riha de tevlî hev dibe û dadikeve deşta Dîlokê. Her wiha di navbera deşta Til Bişar û beriya Haranê derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dibe. Di sûriyê de çemê Belîx û yê Xabûr jî tevlî Firatê dibin. Ji bajarê Cerablûsê dest pê dike û ber bi Reqqa û Dêrezorê ve diherike ku herî dawî li aliyê bajarê Ebû Kemal derbasî Iraqê dibe. Di dawiyê de Firat bi Dicle re dibin yek û Şet El-Ereb çêdikin ku ava wê derbasî bendava Besra dibe. Firat ji beriya 12 hezar sal heta niha çavkaniya bingehîn a çandiniyê ye, her wiha gelên kevnar yên ku li beravan dijiyan ji bo nêçîra masiyan, çûyîn, hatin û ji bo bazirganiyê sud ji Ferat girtine.
Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Li Sûriyê bikaranîna bendavan ji diyardeyên kevnare. Bi giştî hejmara wan 11'e ne ku 3 ji wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava ne. Bendava Firat ya Tebqayê ku mezintirîn bendave di Sûriyê de, di 1968`an de hatiye ava kirin. Bendava Rojava (Tişrîn) bendava duyemîn ya di Sûriyê de ji aliyê mezinî de ye û ya yekemîne ku ava Firatê pêşwazî dike. Di sala 1999'an de li bajarê Minbicê hat ava kirin. Her wiha bendava Azadî (Baas) li bajarê Reqqayê ye û di 1986`an de hatiye vekirin. Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê li ser Minbic, Tebqa û Reqqa yê de hersê bendavan jî zirarên mezin dîtin. Lê piştî çêkirina bendavan ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava hemû kehrebeya xwe ji bendavan digrin.
Hevpeymana parvekirina ava Firatê
Hevpeymana Tirkiye û Sûriyê di 17`ê Tîrmeha 1987`an de ji bo parvekirina ava Firatê di navbera rejîma Baas û dewleta tirk de hat îmze kirin. Di navaroka hevpeymanê de hat diyar kirin ku divê di her saniyekê de 500 Metre Kûp av derbasî Sûriyê bibe. Di 17`ê Nîsana 1989`an de Sûriye jî bi Iraqê re heman hevpeyman îmze kir ku para Iraqê ya avê ji sedî 58 be, wiha jî para Sûriyê ji sedî 42 bimîne. Bi hejmara giştî ya salane Sûriye 6, 627 Milyar Metre kûp, ya Îraqê 9, 106 Milyar Metre Kûp û ya tirkiyê jî 15, 700 Milyar Metre Kûp e.
Sûriye di sala 1994`an de hevpeymana parvekirina avê ya di navbera wan, tirkiye û Îraqê de li cem Neteweyên Yekbûyî tomar kir da ku mafê Sûriye û Iraqê yê avê neyê xwarin.
Ji 2017'an ve ava Firatê hatiye kêm kirin
Dewleta tirk ji sala 2017'an ve di her fersendê de ava Firatê kêm dike, ji Hezîrana 2020`an ve jî asta ava Firatê bi rengekî balkêş kêm bûye. Rêveberiya bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê derbarê de daxuyanî dabûn ku dewleta tirk him hevpeymana parvekirina ava Firatê binpê dike û him jî heger ev rewş berdewam bike dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qeyrana av û kehrebeyê re rû bi rû bimînin. Tevî kêmbûna avê jî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê herkîna avê ya ber bi Iraqê ve li gor bendên hevpeymanê dide. Dewleta tirk di vê demê de ji eslê 500 M.K 100-200-250 M.k di saniyê de ber dide, lê belê girtina avê li aliyê Tirkiyê û ne berdana wê ya bi kontrol jiyana niştecihên li beravên Firat û bendavan dixe xeteriyê. Piştî ku demekê av zêde bû, careke din dewleta tirk di meha sibatê de dest bi qutkirina ava Firatê kir, ev yek bû sedem ku kehrebeya gund û bajar bê kêmkirin û av li ser 83 û hin tax hatiya qutkirin. Av du rojan carekê tê û kehrebe jî li gor seatan li ser bajar û gundan tê belavkirin.
Di vê çarçoveyê de jinên ji gundê Teilikê yê li Rojavayê Kobanê nêrînên xwe derbarê qutkirina ava Firatê de anîn ziman.
"Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser Ekolojî dike"
Jina bi navê Sewlî Osman wiha behsa bandora avê li ser şêniyên gund dike: "Derdora 20 rojan ava gundê me û derdora me qute û em bê av mane. Raste li gundê me bîr hene lê ava wê neyê vexwerin, ji ber ava me tal e. Dewleta tirk ev ne cara yekeme ku avê qut dike, her sal van pilanên xwe yên qirêj dubare dike. Qutkirina ava Firatê bandoreke neyînî li ser ekolojî, berhemên çandinî û aboriya civakê dike, herî zêde jî li ser enerjî bandor dike. ji ber ku dayîna ernerjiyê yekser bi avê ve girêdayî ye. Ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Sûriyê dibe û welatiyên herêmê li ser vê avê dijîn, çi ji milê çandî, ava vexwarinê û kehrebê ve, dewleta tirk ji destpêka meha Nîsanê ve ava Firatê qutkiriye, dixwaze bi rêka avê gelê herêmê bixeniqîne. Ev yek jî bû sedema ku miqdara avê di bendavan de kêm bibe. Li ser kêmbûna avê, bandorên neyînî yên ku li ser dayîna enerjî, avê û çandiyê dike. dewleta tirk bi hemû cureyan êrîşî herêmê me dike."
"Welatiyên herêmê giraniya xwe didin ser çandiyê"
Bedîa Ibrahîm jî bilêv kir ku şêniyên gund li ser çandiniyê debara xwe dikin û wiha pê de çû: "Jiyana her mirov, nebat û lawir li ser avê tê jiyîn, ji lewra her kes mihtace ku av bighêje wan. Lê yê me wek gundê Telikê em bê avin, ava heyî jî nayê bikaranîn, heye lawir jî nikarin vexin. Di heman demê de ev av nexweşiyan bi mirovan re çêdike bi taybet ji bo medê ne başe. Dewleta tirk har bûye dixwaze kîna xwe bi ser me de derxîne. Bê av jiyan nabe, niha êdî jiyan zehmet dibe, di nava şert û mercên heyî de em jiyane zor û zehmet dikşînin. Erdogan av, kehrebe û şînkahî li ser me qut kiriye û hîna jî dev ji me bernade. Gelê me li ser axa wan koçber kir zarokên me qetilkirin ma hîna ji vê zêdetir maye. Tê bala min çend salan berê li gundê Boraz xaniyên gundiyan di bin avê de mabûn, lê niha nûqtek av jî li gund nemaye. Ji ber kiryarên dewleta tirk em nikarin lawirên xwe xwedî bikin."