Kêmbûna avê nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne
Penaberên li kampên bakurê Sûriyeyê, piştî sekinandina piştgiriyê, ji kêmbûna ava paqij û ava vexwarinê êşê dikşînin. Ev kêmbûna avê pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne, bi taybetî bi zêdebûna germahiyê re.
SIHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Piraniya kampan bingeha ava wan ji çavkaniyên ne tendurst e ku av bi riya sahrîcên avê (tankên avê) yên ne sterîl tê veguhestin û ava heyî bi miqdara ava rojane ne guncav e.
Jina bi navê Meryem El-Sedêrî ya 50 salî ji bajarê Maara El-Numan e û li kampa Meşhed Rûhîn li bakûrê Sûriyeyê dimîne, dibêje: "Piştî sekinandin rêxistinên civaka sivîl ji bo peydakirina ava vexwarinê ya belaş ji bo kampê, pirsgirêkên mezin çêbûne. Zêdetirî 3 mehan e ku hemû kesên li qampê dijîn ji kêmbûna avê êşê dikşînin loma neçar dimînin ku avê bi pere bikrin."
"Bê av nabe"
Meryem El-Sedêrî destnîşan dike ku xizaniya wê dihêle pereyê avê ji pêreyê lêçûna xwarinê bide hev û got:" Bê av nabe, em nikarin bi yek rengî dev ji avê berdin lê em dikarin hin hewcedariyên din ên bingehîn berdin da ku em bi pereyê wan avê peyda bikin."
Meryem El-Sedêrî ya 50 salî ya ku 5 zarokên kurê xwe yê sêwî xwedî dike, 5000 lître, avê hefteyê du caran dadigre bi bihayê 3 lîreyên tirk ku ev yek bi 15 hezarên Sûriyeyê ye û bang li kesên pêwendîdar dike ku rewşa koçber û xêzaniya wan bibînin û herî kêm ava vexwarinê ya belaş ji koçberan re peyda bikin.
"Ked û westandineke pir mezin tê dayîn heya ku em avê bi dest dixin"
Jina bi navê Necah El-Aîd 35 salî ye jinebî ye nikare avê bikire ji ber ku wê nikaribû ewqas derav peyda bikira da ku sarinca avê (tankên avê) bîne ji bo ku xizana (avêja) wê ya avê dagire ji ber vê yekê ew berê xwe dide sarîcên( tankên) komî yên ku di nava kamp de da ku kesên xêzan avê ji wir bibin.
Piştî dagirtina şûşeya avê ya mezin ew xwe amade dike ku bi rêwîtiyek dijwar ku kêliyeke baş di bin germahiya tavê de dimeşe heya ku digihîje konê xwe û dibêje: "Em ked û westandineke pir mezin didin heya ku em avê bi dest dixin. Tu çareyek min a din tune ye ku ez avê bînim û rojane şûşa avê hildigrim û tînim carna di rojê de sê caran ez tînim, ez pir diwestim, her ku avê radikim êşa pişta min zêde dibe heger wisa rewşa min bidome wê nexweşiyên hestî bi min re çêbibe."
Nexweşiyên çerm
Jina bi navê Hiyam El-Hesen a 32 salî hemû endamên mala wê bi nexweşiya çerm ketine, ew nema dizane çawa bike bi van nexweşiyan re ku her çar zarokên wê jî bi van nexweşiyan ketine û dema ku wê zarok birine bijîjk bijîşk ji wan re gotiye ku divê xwe biparêzin rojane xwe bişûn û vexwarina gelek şilav û ava paqij vexwin.
Her wiha Hiyam El-Hesen dide diyarkirin ku nexweşiya çerm ji yek hevalê zarokê wê li dibistanê giha wî û piştre belavî endamên malê bû.
Tîma "Koordînatorên Bersiva Sûriyeyê" belge kir ku li zêdêtirî 200 kampên li bakurê Sûriyeyê ji destpêka Gulana borî ve desteyek piştgiriyê ya ku ava vexwarinê ya ewledar peyda dike tune ye.
Bi hezaran kes ji ava paqij bêpar in
Nûnerê Tîmê Mihemed El-Helac dibêje: "Pirsgirêkên ku ji ber kêmbûna avê çêbûne pir mezin in û sedema herî girîng a belavbûna nexweşiyê ye û ger bûyerên şewatê çêbibin ew nikarin kontrol bikin, ji ber tunebûna avê. Her wiha bandora kêmbûna avê li ser jinan û zarokan heye ji ber girîngiya avê di warê paqijî û tenduristiyê de ye pirsgirêkên cidî hene."
Mihemed El-Helac hemû perpirsyariya rasterast digre ser hemû aliyên pêwendîdar û diyar dike ku pêdivî heye ev kêmasî were çareserkirin û hewldanên peydakirina avê çêbibin bi kolandina bîran li cihên nêzî kampan.
Li gorî aporên berê yên Neteweyên Yekbûyî li kampên ku 15.5 milyon sûriyeyî li wan hene tunebûna ava paqij zêdetir li kampên li bakurê Sûriyeyê zêde ye û teqez dike ku ew herêm herî zêde ji qeyrana avê zerar dîtine, ev yek bi wateya ku ji sedî 27 malbat nîvê lêçûna xwe li ser peydakirina ava paqij xerc dikin.