Kefa Xalid a li heremên Rêveberiya Xweser bi cih bûye: Ez çanda xwe azad dijîm

Kefa Xalid a ji ber şerê di navbera Rejîma Baas û çekdaran de ji Tedmur a parêzgeha Humisê reviyan û xwe spart in herêmên Rêveberiya Xweser dibêje ku ew çanda xwe bi azadî dijîn û bi gelan re jî têkiliyek xurt avakirine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Ji ber krîz û şerê ku li Sûriyê qewimî gelek malbat berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango herêmên Rêveberiya Xweser. Ji ber ewlehî û aramiya ku li vir tê peydakirin û her netew bi ziman, çand û rengê xwe bêyî ku bi nijadperestiyê re rû bi rû bimînin jiyan dikin. Herêmên Rêveberiya Xweser bûye stargeha giştî ji bo welatiyên Sûriyê, li vir di warê aborî, çand û civakbûyînê de bi xeman re rû bi rû namînin.

Kefa Xalid a dayika 3 zarokan tevî hevjîn û zarokên xwe, di sala 2011'an de ji Tedmur a parêzgeha Humisê ye, ji ber şerê di navbera leşkerên hikûmeta Şamê û çekdaran de reviya. Kefa Xalid û malbata wê ku xwe spartin heremên Rêveberiya Xweser 12 sal e li heremê ne û  çanda xwe ya koçeriyê jî didomînin. Tedmur an jî Palmêra ew bajarekî kevnar û xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ku niha li parêzgeha Humsê ye, li beşa navendî ya dewleta Sûriyê ye, dîroka kevnar a bajêr vedigere serdema neolîtîkê.

Rêveberiya Xweser ji bo wan bi ewle ye

Kefa Xalid got ku ew ji şerê li parêzgeha wan qawimî neçar man ku berê xwe bidin herêmeke ewle û wiha dom kir: "Kes şer naxwaze ku çêbibe, an jî kuştina mirovên bê guneh çêbibe lê şer dest pêkir û em neçar man ku ji bajarê xwe derkevin û berê xwe bidin herêmeke ewle. Me cihekî ji herêmên Rêveberiya Xweser ewletir nedît. Ji ber ku em koçer in û pezê me heye, em neçar in ku li ku derê bihar xweş be û şînkayî hebe berê xwe bidin wir. Mînak em li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê geriyan e. Di van salên dawiyê de jî êdî zuhabûneke hewayê heye û ev jî bandorê li xwedîkirina pez bi hejmarên zêde dike. Ji derveyî şer em bi hewaya zuha re rû bi rû man."

Têkiliyên civakî bihêz dikin

Kefa Xalid da zanîn ku ew di rêwîtiya wan a ji herêmekê ber bi herêmeke din ve gelek sûd werdigrin û wiha qala çanda netewan ên ku dibînin dike: "Ji derveyî ku em li pey biharê û xwedîkirina pezê xwe ne, em çanda xwe jî diparêzin û çandên netewên din jî nas dikin. Têkiliyên me bi cotkar û xwediyê zeviyan ji netewê Kurd, Ereb û Aşûrî re çêdibin ku em hem ziman û çanda wan nas dikin, hem jî têkiliyên xwe yên civakî xurt dikin. Her heftiyek deh roj em li cihek û bajarekî ne. Mala me ya li Tedmurê xira bû tenê bermahiyên şer jê mane, niha jî em bê erdin û ji bajarekî ber bi bajarekî ve diçin. Keştiya me li kuderê radiweste em li wir konê xwe vedigrin û jiyana xwe didomînin. Ne erdek û ne jî malek me ya sabit heye. Ji derveyî xwedîkirina pez tu karekî din destê me de tune ye."

Hişkesalî bandorê li sewalan dike

Kefa Xalid da payin ku ew berê jî ji parêzgehên ber bi herêma Cizîrê ve dihatin koçeriyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber hebûna du çeman Dicle û Firat û Xabûrê ku li herêma Cizîrê û Firatê şînkayî zêde ye, ji ber wê me her bihar berê xwe dida van herêman. Aliyê parêzgehên me zêde şînkayî tune ye û hema bêje zuhabûneke ne normal heye, ev jî zirarê dide pez û dihêle ku mirin çêbibe. Her kesek ji me jî xwedî erkeke, lê carnan em rola hevdû jî diguherin. Wekî dayik ez xwarinê ji wan re çêdikim, pez didoşim û ji berhemên şîr penêr û gelek tiştên din çêdikim û dew dikelînim, qirşikan didim hev. Zarok jî pez diçêrînin, bavê wan jî pêwîstiyên kon wekî av û tiştên wiha tîne."

‘Li heremên Rêveberiya Xweser aramî heye’

Kefa Xalid da xuya kirin ku wan di herêmên Rêveberiya Xweser de ewlehî û aramî dîtin û wiha pê de çû: "Ev herêm ji bo me ji parêzgeha me baştire, ji ber ku aramî û ewlehî li vir heye. Niha ew nikarin vegerin Humisê ji ber ku zarokên wê yê mezin hene û ji Rejîma Baas re tên xwestin. Ger ku em vegerin wê zarokên me ji me bistînin bikujin an jî di girtîgehan de birizînin. Li aliyekî din jî ez bawer im mayin jî li herêma me hene, ger em vegerin dibe ku bi mayinekê em jiyana xwe ji dest bidin. Bermahiyên şer zerarên mezin didin me. Aramî li wir tune ye, kesên nenas û yê rûgirtî hene ku diziyê dikin û welatiyan dikujin, em jî nikarin jiyana xwe bixin xeteriyê de. Lê li herêmên Rêveberiya Xweser me aramî dît û jiyan kir, me li vir rihetiyeke derûnî dît ku me li tu deverên din nedîtibû."

Kefa Xalid a ku ji sala 2011'an de dûrî parêzgeh û warê xwe ye wiha hêviyên xwe anî ziman û gotina xwe bi dawî kir: "Em dixwazin jiyaneke bêyî şer û kuştin û xwînrijandin bijîn, lê bi dest me nakeve. Em sarbûna axê û jiyaneke aşityane dixwazin para me û hemû gelan be. Hêvî û xwesteka min ewe ku zarokên min bixwînin. Bi hêvî me ku her der ji nû ve ava bibe û em vegerin warê xwe bêyî astengî û tirs bijîn."