Keda destên jinan jiyanê didomîne

Çandinî yek ji rêbazên domandina jiyanê ye û di vê qadê de jin kedeke mezin didin. Li kêleka şert û mercên zehmet ên koçberiyê Wîsal Mihemed ji bo debara mala xwe bike li ber konê koçberiyê zebzeyên zivistanê çandine.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Di mijara pêşxistina çandiniyê û birêvebirina aboriyê de, jin xwedî ked û roleke girîng in. Jin bi hev re dibin alîkar û bi jiyana komînal re hezkirina ji çandina li axê re didin nîşandan. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagiker êrîşê Serêkaniyê kir û bi hezaran mirov neçarî koçberiyê bûn. Her malbatek li Serêkaniyê erdên wan ên çandiniyê hebûn û jinan bi keda destên xwe xebatên çandiniyê bi pêş dixistin. Bi dagirkirina Serêkaniyê re berhemên di dest wan ketin di destên dagirkeran û mirov ji axa xwe mehrûm man. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan di 8'ê Mijdara 2020'an de li navçeya Telayî ya Kantona Hesekê kampa Serêkaniyê ava kir. Jina bi navê Wîsal Mihemed (38) dayika 5 zarokan e û ji Koçberên Serêkaniyê ye. Ji bo debara malbata xwe Wîsal bexçeyek li ber konê koçberiyê çandiye.
Di bin şert û mercên zehmet ên koçberiyê de, her wiha bi paşguhkirina rêxistinên mirovî ji kampa Serêkaniyê re mirov debara jiyana xwe dikin. Tevî vê jî hest û ruhê jiyanê di hundirê wan de zindî maye. Têkildarî mijarê Wîsal Mihemed behsa rêbazên domandina jiyana bi koçberiyê re kir. 
‘Jin li ku derê bijîn, jiyanê diafirînin’
Wîsal Mihemed bi çandina berxçeyan re mijûl dibe her wiha bi xwezayê re êşên xwe derdike û wiha dibêjê: “Girêdana jinan û xwezayê bi hev re qawîm e, ji bo wê jin li ku derê be jiyanê diafirîne. Ji zaroktiya xwe de karê çandiniyê dikim û di nav de mezin bûme. Li Serêkaniyê erdê me hebû, ji bilî wê li ber malê her tim me bexçe diçandin. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka me, em neçarî koçberiyê bûn. Em ji berhemên ku me bi keda destên xwe çandibûn, mehrûm man. Destpêkê em koçberî dibistanekê bûn, me rehetiya xwe li wir nedidît. Bi avakirina kampa Serêkaniyê re rewşa me baştir bû, ji bo ku em debara xwe bikin me bexçeyên xwe li ber konê koçberiyê çêkir.”
Li hemberî krîza aborî keda destên jinan zindî ye 
Wîsal da zanîn ku bi derketina krîza aborî re her wiha di nav şert û mercên zehmet de çandinî ji xwe re esas girtine û wiha pêde çû: “Her roj êrîşên dijwar li ser axa me tên kirin, li derdorê dijmin em kirine nava dorpêçeke aborî. Ji bo ku em ji van pirsgirêkan xelas bibin û krîzên aborî nejîn, em bi berhemên destên xwe aboriya xwe diafirînin. Her malbatek di kampa Serêkaniyê de li ber konê xwe bexçeyekî biçûk ji bo çandinê çêkiriye. Di bexçeyên me hemû cureyên şînahiyê hene mîna bexdenûs, reşad, tivir, silq û gelek cureyên din. Ev bexçeyê demsala zivistanê ye, niha jî em jê sûd digrin. Girîngiya çandiniyê ji bo pêşxistina aboriyê xaleke esasî ye. Rast e em koçber in lê em ê ji tunebûnê hebûnê ava bikin. Di bin şert û mercên zehmet de em li ber xwe didin. Em tenê vegera Serêkaniyê dixwazin.”