Kaniya avê giyan û jiyanê dide derdora xwe

Hezniya Osman ji Gundê Maşoqê ku dest bi avakirina kaniyên gundê xwe yên hatine xitmandin û zuhakirin kiriye, teqez dike ku dê ji bo vejandina kaniyan û bedewkirina gundê xwe bixebitin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Kaniya avê, li her cihê ku lê tê dîtin, giyan û jiyanê dide cih û lêgerên rizq û mêrgê li dora xwe dicivîne. Di heman demê de ew çav in ku lêgerê jiyanê bi xwe jiyanê dibîne. Ji demên kevnar ve, şaristanî li nêzî avê bi cih bûne û çem û kaniyên avê bingeha sereke ya şaristaniyan in ku li ku derê derdikevin. Piraniya eşîrên Beduyan ên digeriyan ji bo peydakirina ava zêde û avdana dewarên xwe ku çavkaniya debara wan bû, li nêzî kaniyên avê bi cih bûne. Di germahî û zilma çolê de, kaniyên avê ji bo rewîkirina tîbûnê û zuhabûnê her dem derman e û heta roja îro jî mane.

Berê ava kaniyan ji ava van rojan paqijtir bû

Dengê ku ji kaniyên avê tê, mezinahiya jiyanê ya ku ji bilî vê avê tu berdewamiya wê nîn e, dide te û dema ku tu nêzî wê yî, ewlehiyek dide te. Belê mirov ji bîr neke ku ava kaniyan berê ji ava van rojan paqijtir bû ku di roja îro de bi makîneyan tê parzûnkirin. Pîremêrdên ku êdî hest bi pakbûn û aramiyê nakin vê yekê teqez dikin, ji rexnekirinê dudilî nabin û gazinan dikin ji bajarîbûna ku çavên wan ên avî ku zuha bûne. Ev salên dijwar ên ji tevahî hêlan ve û nebûna taybetmendiyên şanoya zaroktiyê, tiştên gelek xweş winda kiriye. Her wiha li gelek cihan jî êdî kaniyên avê hatine zuhakirin û li cihên din jî winda bûne.

Yek ji wan gundên ku kaniyên wan hatine xitimandin gundê Maşoqê ye ku 13 km. dûrî Rojhilatê navçeya Girkê Legê ya girêdayî Qamişlo dikeve. Ev gundê kevnare di nav xwe de tiştên kevnar û pîroz dihewîne ku heta roja îro hin ji dîroka wê li erdê maye û tê dîtin. Gundiyên Maşoqê jî careke din kaniyên xwe yên avê yên ku hatine girtin û xitimandin, ava dikin û restorasyon dikin da ku av vegere kaniya gundê wan. Der barê vê mijarê de, Hezniya Osman a ji Gundê Maşoqê û di heman demê de yek ji alîkarên avakirina kaniyan ji me re axivî û parve kir.

“Kaniyên me hatibûn xitimandin”

Hezniya Osman behsa gundê xwe dike û wiha dest bi axaftinê dike: “Gundê me pir dewlemend bû bi kanî, dar, çandinî û mirovên xwe ve. Ev çend sal bûn ku kaniyên gundê me çikiya bûn, sedema vê yekê jî kêmbûna baranê û dûrbûna mirovan ji baldariya wan e. Nêzî 2 salan e me dixwest kaniyên xwe ji nû ve restorasyon bikin û bi awayê vejandina wê difikirîn. Bêguman em sûdên mezin ji van kaniyan digirin wekî çandinî, avdana sewal û dewranan û di heman demê de gundî bi xwe bêhnvedanek li ber kaniyê bistînin.”

Hevkariya ji bo restorasyona kaniyên gund

Hezniya Osman diyar kir ku ew wekî komek hevkarî bi hev re kirin û soza avakirina kaniyên gundê Maşoqê dan û wiha pêde çû: “Me wekî komek ji gundê xwe kom kir û soz da ku van kaniyên li gundê Maşoqê ji nû de ava bikin, helbet hin mirovên xêrxwaz ji derveyî welat jî alîkariya madî dane me. Du kaniyên me hene, em niha kaniya mêran çêdikin û em ê ya jinan jî di demeke nêz de çêbikin. Bûye çend sal ku gundiyan dev ji kaniyên xwe berdane û nema balê didin wan, belê dema ku kaniyên wan hatin zuhakirin êdî ketin wê ferqê ku ew muhtacê van kaniyan in. Eger kanî tune bin, jiyana gundan bêwate ye, ji ber di encamê de şînayî û çandinî jî zirarê dibînin û zuhayî belav dibe. Mirov bi teqezî dikare vê bibêje ku gund bi kanî û şînahiyê tê xemilandin û xweş dibe.”

Avakirina kaniya jinan

Hezniya Osman da zanîn ku ew niha amadkariya avakirina kaniya jinan jî dikin ku dê di pêşerojê de li ser bixebitin û wiha domand: “Em niha amadehiyê dikin ku kaniya jinan a li gundê Maşoqê restorasyon bikin, ji ber ku ew jî hatiye xitimandin. Ev gav bûye moraleke ji gundiyên din re jî û di vê dema dawiyê de nameya ji min re dişînin û dibêjin ku wan jî dest bi avakirina kaniyan kirine. Hêviya min ew e ku jin bibin alîkar di avakirina kaniyên ku hatine xitimandin de.”

“Av bingeha jiyanê ye”

Hezniya Osman teqez kir ku av bingeha jiyanê ye û bêyî wê helak dibe û wiha bi dawî kir: “Bingeha jiyanê av e û tişta herî girîng û sereke ye di jiyana mirovan de. Em wekî gundiyên Maşoqê pir ji hev hez dikin û em ê bi hev re gundê xwe xweş bikin û bixemilînin, em dixwazin ku bexçeyekî ava bikin di gund de her wiha li derdora kaniyê daran biçînin. Mirovê ku ji gund, erd û axa xwe hez neke dê ji tiştekî din jî hez neke, armanca me jî ew e ku gundê xwe xweş bikin û her mirovek derbas bibe bêhna wî/ê fireh bibe. Ne tenê ev, kolanên gund jî em dixwazin çêbikin. Em ji bîr nekin ku şaredariya gundê me jî alîkarî da me di vê projeyê de tevî zarok û gundiyan jî di dawiyê de ev kanî ji bo her kesê ye.”