Jinên Zirganê: Dîmen û wêneyên malên me çîroka dijwariya topbaranê vedibêje

Sivîlên ku li navçeya Zirganê ev sê roj in di bin topbaranê de dijîn û malên wan di encama topbaranê de hatine xirakirin dest bi paqijkirina malên xwe kirin, hest, helwest û hêviyên xwe anîn ziman û gotin ku malên ku bîranîn, hêvî, xewnên wan yên zaroktî di her qoncikek xwe de dihewand hate rûxandin, lê ruxmî wê jî man û ew ê bimînin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Dewleta tirk a dagirker ku di sala 2016'an de êrîşî axa Sûriyê kir û heya niha gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkir kiriye, bûye sedema bi sedan komkujî, qetilkirina jin, zarok, kal û pîran. Dewleta tirk di roja 21-22'ê Kanûnê piştî nîvro de dîsa hevpeymana agirbestê ya Cotmeha 2019'an di navbera Emerîka, Sûriya û Tirkiyê de derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatibû îmzekirin, bin pê kir. Rasterast navenda navçeya Zirganê û gundewarên wê yên wekî Esediyê, Um Hermel, Til El-Werid, Metmûra, Dada Ebdal û gelek gundên din û gundewarên navçeya Til Temirê Til Şinan, Til Cûma û Til Gerabêt yên Aşûrî û Um El-Kêf, Dirdara û Tewîla yê bi dijwarî bi obîs û hawanan topbaran kirin û ev yek heya roja îro jî berdewame. Di encama vê topbaranê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok û kesên temen mezin birîndar bûn, her wiha 2 dayik, 2 zarok û zilamek din jiyana xwe ji dest dan. Her wiha taxa rojavaya navçeya Zirganê ku di encama topbaranê de gelek zirar dîtibû, malên ku temenê wan bi dehan sal in hatin xirakirin û alavên di nava malê de hebûn êdî kêrî karanînê nayên. Ruxmî vê yekê jî dîsa xwediyên wan malan, piştî topbaran rawestiya serê sibê vegeriyan malên xwe û dest bi paqijiyê kirin. Ji bo em bêtir helwesta wan nas bikin, me nêrînê dayikên di nava kar de girtin girtin.
“Top li malê ket û hemû bîranînên min dibin wî xaniyê hilweşayî de ma”
Fatima Hesen a ku li ber mala keça birayê xwe a zewicî rûniştîbû li malê dinêrî û dilorand derbarê bûyerê de ev tişt ziman: "Duh dunya li vir xira bû, hemû dîmen li ber çavên te ne û tu dibînî ku çi felaket serê me de hatiye. Ez bi xwe tiştekî nabêjim, mala min a ji ber topbaranê hilweşiya hemû çîrokê vedibêje. Topbaran dest pêkir û kes kesî nedît, her kes xwe sipart devereke ewle, da ku zarokên xwe xilas bike. Ji ber dijwarbûna topbaranê, derfet nebû ku ez ji yê din re bêjim zû birevin û xwe bispêrin dîwarekî ango maleke binerdê wan hebe. Top bêyî ku ji hev qut bibin, wekî baranê bi ser me de dihatin. Keça birayê min tevî zarok û nexweşa ku li cem wan bû bi zorê dikarîbûn ku ji malê derkevin. Ji xwe piştî ku derdikevin jî bi çend kêliyan topek li malê dikeve, hemû xewin û bîranînên wan dibin wê mala hilweşayî de dimîne. Top ji jor de ketiye hundirê mala min û tiştek ser hev nehiştiye. Ne pencere û ne jî derî tiştekî ser hev nema ye, heya gelek tişt di hundir de bi dîwar ve li ba dibe. Bermîla mazotê, xizanê axê û gelek tişt êdî ji avêtinê re ne û kêrî bikaranînê nayên."
“Duh em ji mirinê xilas bûn”
Fatima da zanîn ku birîndar û şehîdên dibin topbaranê de mabûn parçebûyîbûn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ziman gelek tiştan nikare îfade bike, bi qasî ku êşa wê jiyan dike. Sivîlên ku dixwestin xwe bispêrin devereke ewle ji nişkêve ew şirqîna dengê topê dihat û li nava wan diket, gelek birîndar çêbûn û yên jiyana xwe ji dest dan jî hebûn. Duh em ji mirinê xilas bûn, ji me re hatibû nivîsandin ku divê em ji nû ve bijîn. Ma ev mal çawa were avakirin ji nû ve, ne dîwareke ku em bi axê lêkin û ne jî kelpîçeke ku em bibirin û ji nû ve avabikin, demek pêwîste ku em dîsa xwe komî ser hev bikin û ji nû ve dest bi avakirina wê bikin. Ji mafê me ye ku em bijîn, em jî jiyanê û sarbûna axê dixwazin. Em tenê dixwazin li kêleka dîwarê xwe rûnin û nan û avê bixwin, derveyî vê me tiştekî ku nabe nexwestiye."
'Her car em dibêjin dibe hevpeyman çêbibin û êrîş rawestin, lê mixabin!'
Fatima got ku ma bi reza me ye ku bilokên ji xwîna wan ku ev mal pêlêkirine birûxin û zarok bi xwe de bimîzin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ma bi reza me ye ku em bikevin vê rewşê de, an jî ev biloka ji xwîna me bişkê?. Her wiha di encama vê rewşê de zirar li piskilojiya zarokan bûye ku bûne di cihê xwe de dimîzin û navçûn bi wan re çêdibe. Em aramiyê êdî dixwazin, tenê em pê razî ne li warê xwe rûnin, av û nan bixwin jî. Cara sêyemîn e ku bi giranî topbaran dikin, her car jî em dibêjin dibe ku bisekine ango hevpeyman çêbibin û dagirker ji axa me derkevin yan jî êrîşên xwe bidin rawestandin. Lê wekî her car her roj navçe û gundewaran topbaran dikin." 
“Erdê kesk bûye, ji dijwariya topbaranê dihejiya”
Ayîşa Salih a ji gundê Um Hermela ye û hatiye alîkariyê bide mirovên xwe yên di encama topbaranê de zirar dîtine, derbarê topbaranê de ev tişt got: "Gundê me nehatibû topbarankirin, lê topbarana ku li gundewarên din û li navçeyê çêdibû wekî ku li gund bû. Hesab bike ku topbaran li cem bû, axa kesk bûbû, ji ber dijwariya topbaranê tevî derî û pencereyan dihejiya. Zarok tirsiyan. Ez hatime alîkariyê bidim mirovên xwe ku malên wan zirar dîtine. Em firax, nivîn û gelek tiştên din yê ku malê ji nava xewliyê derdixin û dibin aliyekî."
“Parçeyên mala xwe ya wendayî kom dikim”
Zeyneb Elî Ehmed jî da zanîn ku hatiye parçeyên mala xwe yê wenda kom bike û wiha pêl da gotina xwe: "Hema hema min zarokê xwe ji mirinê xilas kir, heya ku ez gihiştim taxên rojhilatî mala min topek lê ket û hat rûxandin. Mala min ne ew mala mezin e ku mirov lê bigrî lê hemû bîranîn, xewn û hêviyên me bi germahiya xwe hembêz dike. Ez serê sibê vegeriyam û min dest bi komkirina parçeyên malê yê wenda yî kir. Derî, pencere û alavên malê hemû heya tiştên ku em di xwe werdikin de wekî lihêf hemû hatine xirakirin. Lê dîsa me ji nû ve dest bi paqijkirin û sererastkirina wê kir. Em man û em ê bimînin, heya ku kesek ji malbatê jî wefat bike em ê bimînin, ji ber em bi axa xwe ve tên nasîn. Ji rêya mayinê zêdetir, em tu rêyên din hilnabjêrin. Em bi hêvî ne ku dîmenên hun dikşînin, reflekseke ji aliyê wîjdanê mirovahiyê ve derkeve, ne tenê bibînin û xwe bêdeng bikin. Duh zaroka min her dû tiliyên destê xwe xistiye guhê xwe û girtiye, ev nîşaneya tirsê ye. Ez zarokê xwe hîn dikim ku netirsin û dema topbaran çêdibe, ji dibistanê xwe bispêrin devereke ewle û nekeve panîkê. Lê ev mijar ji wî zarokî mezintire. Bi rastî em jiyanê najîne, tenê wext û saetan derbas dikin e. Ev ya ku em jiyan dikin ne jiyana ku me hêvî dikirî ye."