Jinên xwedî pêdiviyên taybet li Lîbyayê bi nebûna zagonan re dijîn

Xeyriya El-Farjanî û Emal Ebû Fanes balê dikşînin ser şiyanên jinên xwedî pêdiviyên taybet li Lîbyayê û zehmetiyên civakî û zagonî ku rê li ber beşdarbûna wan a bi bandor di siyaset û aboriyê de digrin eşkare dikin.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ

Lîbya – Jinên xwedî pêdiviyên taybet li Lîbyayê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin, di nav de cudakariya li ser bingeha astengdarî û zayendî jî heye. Ev jî dibe serdema dûrxistin, tundî û gihîştina maf û derfetan a sînordar. Tevî hebûna zagonên ji bo parastina mafên vê komê û pejirandina Peymana Navneteweyî ya Mafên Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet ji hêla Lîbyayê ve, ev zagon gelek caran bi têra xwe nayên bicîhanîn.

Hêz bi hêza bedenî nayê pîvandin

Şêwirmenda perwerdeyê Xeyriya El-Farjanî bawer dike ku jinên xwedî pêdiviyên taybet weke hemû jinên din xwedî şiyana beşdarbûn û serkeftinê ne di siyaset û aboriyê de ne. Xeyriya El-Farjanî wiha axivî: "Ji ber ku baweriya wan a hundirîn bi girîngiya hebûna wan di qadên curbecur de xurt dike. Ne zirar û ne jî şerm heye ku jinek xwedî pêdiviyên taybet be, bikeve siyasetê yan jî di cihên bilind de bimîne. Ji ber vê rola civakê di pêşxistina rolên jinên xwedî pêdiviyên taybet de gelek girîng e. Ew dikarin beşdarî xebatên ji bo avakirina civakê û welatê xwe jî bibin. Qada aborî yek ji qadên herî dijwar e ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet, ji ber ku ew ceribandinek dijwar e ku şiyana bidestxistinê hewce dike lê bawer dikim ku ew dikarin gelek tiştan bi dest bixin tevî dijwariyên ku pê re rûbirû dimînin."

Di navbera kêşe û zagondanînê de

Rojnamevan û çalakvana civaka sivîl Emal Ebû Fanes ku çavên wê nabînin, diyar kir ku jinên xwedî pêdiviyên taybet, ên çavên wan nabînin dikarin di civakê û jiyana giştî de bandora xwe çêbikin û wiha pêdiviyên wan anî ziman: "Ew hewceyê piştgirî û alîkariyê ne ji malbat, civak û hikumetê. Gelek jinên xwedî pêdiviyên taybet hene ku zanîngeh xwendine û xwediyên bawernameyên bilind in lê piraniya wan bê kar in û xizmet ji bo wan tune ye. Saziyên giştî û taybet ên li welat hê jî jinên xwedî pêdiviyên taybet red dikin, naxwazin kar bidin wan, ji ber ku bawerî bo şiyanên wan naynin."

'Divê rola jinên xwedî pêdiviyên taybet bê xurtkirin'

Emal Ebû Fanes der barê hişyarkirina li ser girîngiya zêdekirina rol û hebûna jinên xwedî pêdiviyên taybet di civakê de wiha axivî: "Nebûna hişyariyê û nekarîna medyayê ya piştgirîkirina dozên kesên xwedî pêdiviyên taybet, girîngiya beşdariya wan di saziyên hikûmetê de û zêdekirina hebûna wan di civakê de, bandorê li ser rola wan dike. Hebûna medyayeke bihêz ku van mijaran nîqaş bike û dezgehên hikûmetê neçar bike ku zagonên bikaranîna kesên xwedî pêdiviyên taybet li gorî Zagona Kar a Lîbyayê bi cih bînin, gelek girîng e."

Divê saziyên giştî ji van jinan re deriyên xwe vekin

Zagonên Lîbyayê çend zagonên ku jiyana kesên xwedî pêdîviyên taybet rêxistin û mafên wan diparêzin dihewîne, di nav wan de Zagona Hejmar 5 a 1987'an jî heye ku armanc dike lênêrîna kesên xwedî pêdiviyên taybet bike û feyde û avantajên weke rehabîlîtasyon, dabînkirina karên guncav, tesîsên veguhestinê, hêsankirina gihîştina cihên giştî û dabînkirina amûrên protez û alîkariya madî, ji wan re peyda bike. Divê saziyên giştî rêjeyek ji karên xwe ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet veqetînin.

Pirsgirêkên jinên xwedî pêdiviyên taybet

Emal Ebû Fanes mezintirîn pirsgirêka ku jinên xwedî pêdiviyên taybet li Lîbyayê bi wan re rûbirû dimînin û wiha got: "Mûçeyê wan tenê yê ewlehiya civakî ye ku ne pêdiviyên wan pêk tînin, ne jî bi bihayên bazarê, lêçûn û pêdiviyên wan re li hev tên. Ev mûçe ewlehiya civakî yan hevgirtinê ku bi hezar dînarên Lîbyayî tê texmînkirin, bi qasî 150 dolarî ye, têrê nake ku lêçûnên jinên xwedî pêdiviyên taybet ên nikarin bixebitin an jî çavkaniyeke din a dahatê peyda bikin, dabîn bike."