Jinên Til Temirê: Ji ber ku jin pêşengên şoreşê ne NATO li ser jinan hesaban dike

Jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê lihevkirinên ku li dijî gelê Kurd û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên nirxandin û gotin ku li dijî gelê Kurd bi taybetî polîtîkayên qirkirinê tê meşandin, lê berxwedana gel dê bi ser bikeve.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Dewleta tirk zêdetirî mehek e ji dema welatê Siwêd û Fînlandayê xwestin tevli NATO’yê bibin, gefa êrîşeke nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û vê yekê wekî avantajekê bi kar tîne. Ji ber gelê Siwêdê piştgiriya gelê Kurd dikir. Di 28'ê Hezîranê de civîneke çaralî ku li paytexta Îspanya Madrîdê hat destpêkirin. Sekreterê giştî yê NATO’yê Tirkiye, Siwêd û Fînlandayê beşdar bûn, hat gotin ku Erdogan tevlibûna Siwêd û Fînlandayê ji bo NATO'yê qebûl kiriye. Têkildarî vê mijarê jî jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.

"Hêzên hegemonîk li ser hesabê gelê Kurd berjewendiyên xwe pêk tînin"

Zêrîn Hecî di destpêkê de got ku lihevkirin û polîtîkayên di navbera hêzên hegemon de çêdibin, di bingeh de qirkirina gelê Kurd e û wiha domand: "Di 28'ê Hezîranê de Tirkiye, Fînlanda, Siwêd tevî NATO'yê civiyan, di vê civînê de tevî ku helwesta Siwêdê ji gelê Kurd re erênî bû. Lê diyar bû ku berjewendiyên her du welatan ji bîr, bawerî û piştgiriya ji doza gelê Kurd girîngtir bû ku di vir de jî Tirkiye roleke qirêj lîst. Ji bo berjewendiyên xwe, helwest tên guhertin. Xema hêzên hegemon ji binpêkirinên derheqê gelê Rojhilata Navîn û bi taybetî der heqê gelê Kurd de tê kirin, nîn e. Ji lewre êrîş û binpêkirinên li dijî gel û jinên Kurd û hemû netew û olên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên dagirkirî çêdibin tê kirin, nayê dîtin. Her wiha tu helwest li hemberî wê nayê nîşandan. Hêzên hegemonîk li ser hesabê gelê Kurd berjewendiyên xwe pêk tînin."

"Ji ber ku şoreşê birêve dibe bû sedem ku NATO bi xwe li ser wê hesaban bike"

Zêrîn Hecî da zanîn ku dengvedana berxwedan û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedem ku îro êrîş zêde bibin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber ku jinan pêşengiya şoreşê kir û di nava civakê de fikrên xwe belav kir ji welatên derve re bû cihê îlhamê. Ev yek bû sedema bingehîn û sereke ku hêrsa hêzên hegemonîk ên cîhanê birêve dibin wekî Tirkiye û NATO’yê li hemberî şoreşa jinan zêde bibin û bikevin nava liv û tevgerê ku çawa şoreşê têk bibin. Ji lewre divê ku em wekî jin ji berê zêdetir xwe birêxistin bikin her wiha ji bo cezakirina dewleta tirk em bixebitin û rastiya bûyer û binpêkirinan belge bikin. Ji lewre em dengê xwe digihînin rêxistinên mafên mirovan û taybet rêxistin û tevgerên bi jinan re elaqeder in."

"Em ji hêza xwe bawer in"

Meryem Mihemed jî ev tişt anî ziman: "Di civînên ku tên lidarxistin de bêguman lihevkirinek ji bo têkbirina gelê Kurd heye, di civîna ku li Madrîdê di navbera Tirkiye, Siwêd û Fînlandayê de hat lidarxistin eşkere bû. Em wekî gelê Ereb lihevkirinan bi vî rengî qebûl nakin. Li vir wekî gelê herêmê bi hev re têdikoşin, bi yekitiya xwe em hemû planan vala derdixin. Hebûna Tirkiyeyê li ser axa me nayê qebûlkirin. Ev lihevkirina ku çêbûye, diyar e wê sûcên nû li dijî gelê herêmê werin pêkanîn. Ger sazî û rêxistinên mafên mirovan destwerdana herêmê nekin, wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn bêtir mafên mirovan were çewisandin û binpêkirin. Bêguman ev lihevkirin wê bandoreke mezin li jinan bike û dixwazin ku ji hêleke din ve jinan bişkînin. Em ji hêza xwe bawer in ku em ê bi ser bikevin. Me tu carî pişta xwe bi Amerîka û Rûsyayê germ nekiriye, ji lewre em bi hêz in îro û serkeftin wê para me be."