Jinên Sûdanî ji bo aştiyê bi biryardarî dixebitin

Ji ber şerê ku ji Nîsana 2023’yan ve di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didome, herî zêde jin zirarê dibînin. Ji ber wê jinên Sûdanî ji bo riyên aştiyê werin dîtin ketine nava hewldanan û bi biryardarî dixebitin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Piştî ku di ser şerê navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de çend meh derbas bûn, jinên Sûdanî, ji bo çareseriyan, ji krîzên ku ji ber şer derketine re bibînin dest bi hewldanan kirin.

Ji aliyê 50 jinên ku li paytexta Uganda Kampalayê gelek çalakî û civînan li dar xistin ve, konferansek bi navê; “Jinên Sûdanî yên ku ji bo Aştî û Tifaqê Piştgiriyê Didin” li dar xistin. Beriya konferansê ji bo ku li Sûdanê şer were rawestandin û aştî pêk were, di meha Nîsanê de li bajar bi beşdariya 30 rêxistinên jinan civînek hat lidarxistin. Di civînê de plana çalakiyên hevpar a bi navê “Platforma Jinên Sûdanî ya ji bo li Sûdanê şer were rawestandin û aştî çêbibe koordînekirina komên Jinan” hat avakirin. Ji bo koorîdenkirina hewldanên ji bo şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi dawî bibe, 69 saziyên jinan li paytexta Misir Qahîreyê, bi jinên li Sûdanê re li ser rêbazên piştgiriyê axivîn.

Koma jinan di sala 2019’an de hat avakirin

Sania Adam a ku di Saziya Çandiniya Mekanîzeyê de endezyar e û li eyaleta Gedafef a li rojhilatê welat berpirsyara têkiliyên derve ya hevdîtina jinan e, diyar kir ku koma jinan di sala 2019’an de hatiye avakirin, rêjeya beşdariya jinan a siyasetê derxistye ji sedî 40’î. Sania Adam diyar kir ku piştî şer kom bi saziyên femînîst re ketiye nava tifaqan û wiha got: “Piştî avabûna komê, Hewldana Jinan a li Dijî Şer jî di nav de em bi gelek hewldanan re ketin nava têkiliyê lewre ên ku herî zêde ji şer bi bandor dibin û ji cihê xwe dibin jin û zarok in.”

Jin ji bo aştiyê dixebitin

Sania Adam, da zanîn ku Koalîsyona Jinan ji bo şer rawestîne çalakiyên protestoyî li dar xistiye lê ji ber ku şer gihîştiye asta herî dijwar, jin nikaribûne rola ku dikeve ser wan bi cih bînin. Sania Adam her wiha diyar kir ku wan bi Hewldana Piştgiriya Aştiyê re straneke hevpar ku tê de banga aştiyê tê kirin weşandine û wiha axivî: “Jin ji bo ku hewldanên xwe yên ji bo aştiyê li hemû herêmê bidin bihîstin, bi hemû beşên civakê re têkiliyan datînin.”

‘Em ê her dem li dijî şeran derkevin’

Endama Hewldanan Jinên li Dijî Şer û Alîkara Sekreteriya Giştî ya Rêxistina Pêşengên Jinên Ciwan, Mawada Babiker jî wiha got: “Avakirina tevgerê jî di nav de, ji bo rawestandina şer me gelek xebatan kir. Ji ber ku yên herî zêde ji şer zirarê dibînin jin in, me ji bo nobetên ji bo şermezarkirina şer tifaq çêkir. Me bi hinek jinên ku li navendên bicihbûnê dimînin re têkilî danî, komxebatên perwerdeyê, ji bo rawestandina şer û di şer de divê çawa nêzî jinan bibin, li dar xistin. Me hewl da em dengê xwe bi hinek saziyên mafên mirovan û yên navneteweyî bidin bihîstin. Heta ku van êşên mezin ên jin dikşînin bidomin em ê li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”

‘Divê jin ji welatan re bibêjin ku bedela şer jin didin’

Mudura Giştî ya Yekîneya Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan re Salima Îshaq jî bal kişand ku ên herî zêde ji şer zirarê dibînin û ji bo jiyan û ewlekariya xwe bedelên mezin didin jin in. Salima Îshaq, wiha domand: “Jinên Sûdanî hê jî êşa koçberiya ji cih û warên xwe dijîn. Ji ber ku şer berdewam dike, mafê bicihbûnê ji jinan re tune ye. Di van şert û mercan de, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên jinên Sûdanî. Divê jin ji welatan re bibêjin ku bedela şer jin didin. Piştî şer jî rola jinan mezin e lewre ji ber ku di çareserkirina krîzan de xwedî behremendî ne, di warê avakirin, nûkirin û asayîkirina jiyanê de pêşeng in.”