Jinên Sûdanê ji ber şer û tunebûnê alavên kevin bi kar tînin

Piştî derbasbûna sedan salan careke din jinên Sûdanê alavên malê yên destpêkê bi kar tînin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Piştî vegera ji Eyaletên ku lê mezin bûne li paytexta Xertûmê bi sedema şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de jinên Sûdanî li hemberî rastiyeke nû sekinîn. Ew jî pêwîstiyên xwe yên jiyanî ji xwarin û her wekî din in, niha bi awayên kevin ku beriya çend salan dihatin bikaranîn çêdikin.

Ibtîsam Mihemed Elî ji Eyaleta Bakur e û temenê wê 50 sal derbas kiriye, dibêje ku rewşa şer wê neçar kiriye ji paytexta Xertûmê ber bi Eyaleta Bakur ve koçber bibin û diyar kir ku ew vegeriyaye serdema dapîr û bapîrên xwe. Ibtîsam Mihemed diyar kir ku nan bi xwe çêdike, ji ber beriya şer wê li ser ocaxa xazê xwarinê çêdikir lê ji ber biha ye û tune ye neçar e li ser agir xwarinê çêbike.

Ji ber tunebûnê neçar dimînin avê ji bîran bikşînin

Li aliyê din jinên ku debara mala xwe dikin di peydakirina avê de jî gelek zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku avê ji bîran dikşînin, zehmet e ji ber rojane çend caran divê av were kişandin.

Şeza Mehcûb jî piştî ji paytexta Xertûmê koçberî Eyaleta ku lê mezin bûye kir, çîroka êş û azarên xwe di peydakirina avê de vegot û diyar kir ku ew zehmetiyeke mezin di peydakirina avê de dibînin. Şeza Mehcûb anî ziman ku ew neçar mane ava xwe ji bîran bînin mîna ku beriya sedsalan pîr û kalên wan dikirin.

Yek ji alavên malan ên di demên berê de dihatin bikaranîn jî bi zimanê Sûdanî “Meşelîb” bû. Meşelîb sîtileke ku ji pelên xurmê sê alî hatiye çêkirin e. Bingehek wê di teşeyê xeleka piçûk de ye û li jor jî qayîşek heye û li ser banê xanî tê daliqandin. Ew ji textan yan jî zenkê dihat çêkirin. Meşelîb di malê de cih digre, heta niha jî li gelek cihan li gelek herêmên Sûdanê yên elektrîka wan tune ne tê bikaranîn.

Bi amûrên kevin hewl didin jiyana xwe bidomînin

Zeyneb Babekir Omer dibêje ku alaveke bajarî ya destan e ji xurman an hesin çêdibe destên wê û binê wê hene ji bo ku sêniyên malan tê de cih bigrin û li şûna frûza jî tê bikaranîn. Ji bo xwarina mayî xirab nebe ger elektrîk qut bûbe tê bikaranîn. Zeyneb Babekir Omer destnîşan kir ku ev amûr di serdemeke kevin de ji aliyê kalikên wan ve dihat bikaranîn. Her wiha ji bo ziwakirina xwarinê jî ku dibe heta demek dirêj û bi rengekî baş were parastin dihat bikaranîn.

Piştî ku şerê li Sûdanê ket sala xwe ya duyem û gelek jinên Sûdanê ji paytexta Xertûmê ber bi herêmên kevin ve koçber bûn dest bi fêrbûna bikaranîna alavên kevin kirin.