Jinên Silêmaniyê: Divê sala li pêş ji bo me aramî û azadiyê bîne

Jinên Silêmaniyê dixwazin di sala 2023’an de zêdebûna komkujî û tundiya li ser jinan bi dawî bibe, wekhevî û azadiya tevahî jinan pêk were.

ŞÎNYAR PAYÎZ

Silêmanî – Bi meraqa ku sala 2022’an ji bo jinên li Herêma Kurdistana Federal a Silêmaniyê çawa derbas dibe, me mîkrofona xwe dirêjî jinên li kolanan kir. Li Herêma Kurdistana Federal ku atmosfera siyasî, aborî û civakî pir giran bûye, jin û ciwan ji tundî û qetlîamên li ser jinan aciz dibin. Jinên Silêmaniyê dixwazin di sala 2023’an de tundî û komkujiyên ji ber cudakariya zayendî, zextên civakî û krîzên herêmê pêk tên bi dawî bibin.

‘Divê êrîşê li dijî jinan werin rawestandin’

Perwîn Tayfûr a ku li Enstîtuya Hîva (Hêvî) dixebite, xwe ji gelek jinan bi şanstir dibîne. Perwîn Tayfûr, anî ziman ku herî kêm karekî wê heye, sala 2022'an weke saleke bi tundî û mirinê tijî pênase dike. Perwîn diyar kir ku li gorî salên berê tundiya li ser jinan zêde bûye û got: “Bi her awayî heqaret li rastiya jinan tê kirin. Bi hezaran jin ji aliyê hevjîn, bav û birayên xwe ve hatin qetilkirin. Zîhniyet û qalibên zayendparêz dibşin sedema komkujiyên li dijî jinan.”

Perwîn Tayfûr, anî ziman ku li Herêma Kurdistana Federal îradeya jinan ji aliyê mêran ve tê şikandin û divê jin jî azad bijîn, bixebitin û serxwebûna xwe ya aborî misoger bikin û got ku hêviyên wê ji sala 2023’an tenê ew in ku êrîşên li dijî jinan werin rawestandin.”

‘Bila bibe saleke xwedî biryarên girîng ên ji bo jinan’

Nîmet Dawût jî weke Perwîn balê dikşîne ser zêdebûna qetlîamên li ser jinan û şîdetê li herêmê û ji bo sala 2023’an jî bi heman rengî daxwazan dike. Nîmet bi gotinên “Divê civak baweriya xwe bi jinan bînin û jin îradeya xwe xurt bikin” diyar kir ku ew li dijî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya ku pirzewaciyê rewa dike jî disekinin û destnîşan kir ku ev biryar li dijî azadî û vîna jinan hatiye girtin. Daxwaza Nîmet Dawut di sala 2023’an de ew e ku hikûmet û qanûndêr barê azadiya jinan de biryarên nû bidin.

'Komkujî û tundiya li ser jinan zêde bûye'

“Sala 2022’an ji bo ciwanan jî saleke nebaş bû. Hikûmet jî soza pêşerojê nade ciwanan. Di tevahiya salê de ciwanan li zanîngehan bi xwepêşandan boykot kirin. Ciwan, nayên îstîhdamkirin. Hêviya wan ji pêşerojê nîn e, ji ber wê xwendinê tercîh nakin. Bêkarî di asteke pir zêde de ye.” Peyam Mewlûd bal kişand ku di sala 2022'an de komkujî û tundiya li ser jinan zêde bûye.

Peyam anî ziman ku civak û bi taybetî jî ciwan jiyanea bi zanebûn, rêxistinkirî û bi plan nakin û dema xwe li ser torên medyaya sanal derbas dikin de winda dikin, “Ger ji sedî pêncî û şêst pisgirêkên ku em dijîn ji ber siyaseta hikûmetê be, rêjeya mayî jî ji aliyê me ve ye. Ger em jiyana bi rêxistinkirî û plankirî tercîh bikin, em ê jî bi pirsgirêkên ku dijîn re têbikoşin û serfiraz bibin. Di şert û mercên jiyana me de jî dê başbûn çêbibin.”Peyam Mewlûd her wiha daxwaz dike ku sala 2023’an bibe salek ku hêviyên ciwanan ya ji bo pêşerojê zêdetir bibin.

‘Em li salên borî digerin’

Xwendekara Enstîtuya Teknolojiyê Şermîn Omer diyar dike ku sala 2022’an ew xeyalên wê şikandiye, wek xwendekar rastî zehmetiyên aborî hatiye û xercên wê ji aliyê dewletê ve nayê dayîn.

Şermîn Omer ku dibêje: “Em di rewşek wisa de ne ku her sal li Herêma Kurdistanê li salên derbasbûyî digerin” dibêje ku ew bi neyînî jiyanê dest nagire lê ev rastî ew ber bi encameke wiha ve dibe.”

Şermîn da zanîn ku bêîstîqrariya aborî, civakî û siyasî kiryarên hikûmeta heyî ye û diyar kir ku ne tenê ew, hemû ciwanên herêmê di sala 2023’an de bêhêvî ne.