‘Jinên rojnameger ji aliyê desthilatdarî û civakê ve rastî astengiyan tên’

Li herêma Kurdistanê rêgirî û tundîtûjiya li hemberî rojnamegerên jin berdewam dike, zêdebûna vê diyardeyê ji aliyê rojnamegerên jin ve dibe sedema nerazîbûnan.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan- Li herêma Kurdistanê rêjeya binpêkirina mafên rojnamegran her ku diçe zêde dibe. Hema bibêje kîjan rojneger li dijî desthilatdariyê nûçeyek yan jî nirxandinek bike yan ji kar tê dûrxistin an jî rastî tundîtûjiyê tê û dikeve girtîgehan. Pêşxistin û parastina mafên rojnamegeran erka herî sereke ya hemû hikumetan e. Lê belê li piranî welatên ku hikumetek baş tê de nîn e û tijî gedelî ne, piranî mafên mirovan tên astengkirin. Girîngî nadin tu qadan, bi taybetî mafên rojnamegeran, ji derveyî astengkirina mafên wan rastî tundîtûjiya derûnî û fizîkî tên. Dema ku rexne li desthilatdariyê tê kêrin, ji aliyê civakê ve rastî tundîtûjiyê tên. Ev rewşeji bo rojnamegerên jin zêdetir e. Ji ber astengî hem ji aliyê desthilatdariyê ve, hem jî ji aliyê aqilê civakê  ve berdewam dike.

Rojnameger Ziryan Mihemed der barê rêgirî û tundîtûjiya li herêma Kurdistanê, li hemberî rojnamegerên jin tên kirin ji ajansa me re axivî.

‘Civak jinên rojnameger qebûl nake’

Rojnameger Ziryan Mihemed behsa rêgirî û astegiyên li hemberî rojnamegerên jin kir û got: “Tundîtûjiya li hemberî rojnamegeran du aliyên xwe hene. Ya yekem civak e, ya duyem jî dema amadekirina raporan e. Gelek caran rojnameger, bi taybetî rojnamegerên jin dema ku rexneyê li desthilatdariyê dikin, an jî beşdarî şopandina xwepêşandanan dibin, rastî tundîtûjiyê tên. Her wiha di nava civakê de bi awayekî giştî jinên rojnameger qebûl nakin. Ji ber wê gelek caran rastî tundîtûjiyê tên û ev diyarde heta niha berdewam dike.”

‘Tundîtûjiya beramberî rojnamegeran zêde bûye’

Ziryan Mihemed destnîşan kir ku pêşîlêgirtinên ku li hemberî rojnamegeran tên kiriin zêde bûne û wiha got: “Diviyabû îsal rêjeya tundîtûjiya li ser rojnamegerên jin kêm bibûya. Lê belê mixabin dane li gorî salên din zêde bûne, heta rasterast tundîtûjî li hemberî rojnamegeran tê kirin û yan jî dest datînin ser amûrên wan. Xwediyên dezgehan jî mafên rojnamegeran binpê dikin. Em weke rojnameger ji rewşa zêdebûna daneyan nerazî ne, her çendî li gel gelek rêxistinan me li ser vê mijarê guftûgo kir jî lê belê mixabin heta niha tu riya çareseriyê nehatiye dîtin.”

‘Gilînekirina rojnamegeran daneyan kêmtir nîşan dide’

Ziryan Mihemed wiha got: “Li devera Germiyanê li gorî bajarên din kêmtir dezgehên ragihandinê hene. Ji ber wê kêmbûna hejmara rojnamegeran û dezgehan dane kêmtir kirine. Her wiha hinek ji wan rojnamegerên ku rastî astengiyan hatine, amade ne giliyê wan bikin, ev jî daneyên herêmê kêtir dike.”

‘Rêgiriyên malbatan daxwazên jinan li paş xistiye’

Ziryan Mihemed got: “Jin di karên rojnamegeriyê de yan jî karek din de bi taybetî ji aliyê civakê ve rastî tundîtûjiyê tên. Ji ber li gorî wan ger jin karekî bike li dijî fikrên civakê ye. Jinên ku ji bo xebatê ji derve hatine, rastî gelek rexne û bêmafiyan tên, gelek caran malbatan êrîşî wan kirine.”

‘Nûçegihanên ji derve zêdetir rastî tundîtûjiyê tên’

Ziryan Mihemed destnîşan kir ku herî zêde nûçegihan rastî tundîtûjî û rêgiriyê tên û wiha got: “Ji ber ku herî zêde ew ji derve ne û di nava gel de di nava têkiliyan de ne. Karê nûçegihanan zehmet e û erka li ser milên wan girantir e. Divê jin xwe di hemû qadan de bi pêş bixin, civaka me di hemû qadan de mafê tevahî nedaye jinan. Ji ber wê divê jin di hemû aliyan ve bi guftûgo û têgihîştina li ser mijaran kar bikin. Bi taybetî jin di karên rojnamegeriyê de divê cihê xwe bigrin.”