Jinên rojnamevan ên herema Kurdistanê rastî zoran tên

Li gor rapirsîna rojnamevan Hejan Xalid dabû destpêkirin bi giştî di nava dû salên derbasbûyî de li herêma Kurdistanê ji sedî 85 rojnamevanên jin rastî zorkêşiyê hatine û destnîşan kir ku serkeftina karê jinan a di ragihandinê de, serkeftina li hemberî zorkêşiyê ye.

 
TERZE TEHA
Silêmanî - Rojnamevan û xwendevana doktora ya beşê ragihandinê Hejan Xalid di derbarê zehmetiyên ku rojnamevanên jin li herêma Kurdistanê pê re rû bi rû mane de dû tez amadekiriye. Li gor encaman ji sedan 85 rojnamevanên jin di nav dû salên dawiyê de rastî zorkêşiyê hatine. 
Rapirsîna yekem bi navê zoriyên jinên rojnamevan ên li herêma Kurdistanê di qada ragihandinê de hate amdekirin. 50 rojnamevanên jin yên di xebatên cûda de kar dikin û temenê wan di navbera 18-35 salî debûn beşdar bûn. Li gor vê yekê ji sedî 31 rojnamevanên jin rastî zorkêşiya derûnî hatine, ji sedî 29 rastî bi zorkêşiyên online hatine, ji sedî 18 rastî zorkêşiya cudahiyê hatine, ji sedî 16 jî rastî zorkêşiya devkî û ji sedî 4 jî rastî êrişên zayendî hatine. 
Li gora encamên rêjeya zorkêşiyê ya rojnamevanên jin pê re rû bi rû mane, ji sedî 50 gelek caran rastî zorkêşiyê hatine, ji sedî 21’ê wê hinek caran, ji sedî 17 çend caran, ji sedî 8 rojane, ji sedan 4 jî carekê rastî zorkêşiyan hatine. Ji sedî 60 rojnamevanên jin di nava dezgahên ragihandinê de kar dikin rastî zorkêşiyê tên, ji sedî 19 rojnamevanên jin li cihê karê giştî rastî zorkêşiyê tên, ji sedî 13 li cihên din rastî zorkêşiyê hatine. Cihê balkêşiyê ye ku ji sedan 94’ê rojnamevanan tu bertek nîşanî van zorkêşiyan nedane. Li hemberî pirsa “Gelo hun çiqas rastî zorkêşiyan tên” ji sedî 56 rojnamevanên jin bersiva ‘herdem’, ji sedî 27 ‘hinek car’ ji sedî 11 ‘çend caran’, ji sedî 6 jî ‘gelek caran’ dan.
“100 jinên rojnemavan bejdarî rapirsê bûn”
Di beşa dûyem ya rapirsînê de 100 rojnamevanên jin bejdar bûn. Ji sedan 60 nuçegihan û rojnamevanên odeya nuçeyan bûn, ji sedan 28 pêşkêşvan, ji sedan 12 di beşêndin yên dezgahên ragihandinê de kar dikin bersîva rapirsa Hejan Xalid dane. Li gor beşa dûyemîn a rapirsînê derket holê ku ji sedan 81 rojnamevanên jin rastî zorkêşiya elektronîk hatine, ji sedan 19 rastî zorkêşiyan nehatine. Di rapirsê de 41 kes di medyaya ditbarî de kar dike, di nav 41 kesan de 35 kes rastî zorkêşiyê hatine. Li ser zorkêşanên medyaya elektronîk 35 kes beşdar bûn. Ji vana 29 kes rastî zorkêşiyê hatine, ango ji sedan 85 rastî zorkêşiyê hatine ji sedan 15 rastî zorkêşiyê nehatine.
Di medyaya bihîstbarî de 13 kes bejdar bûn. Ji wana 9 kes rastî zorkêşiyê hatine ango ji sedan 69 kes rastî zorkêşiyê hatine. Di qada xebatên rojname de 12 jin bejdar bûne ku ji wan 9 kes rastî zorkêşiyê hatine, rêjeya vê jî ji sedan 67’e.
Ji sedan 38 jin bi rêya peyamên di torê civakî de rastî zorkêşiyê hatine, ji sedan 7,4’an jin jî rastî bê rêziyê hatine. Her wiha ji sedan 19 rastî zorkêşiyên cûr be cûr hatine, ji sedan 18 bi rêyên cûda bi wêne û dîmenan rastî zorkêşiyê hatine. Ji sedan 79 ji aliyên kesên derve ve rastî zorkêşiyê hatine, ji sedan 11 di nava dezgahên xwe de, ji sedan 9 ji herdû aliyan ve rastî zorkêşiyê hatine. Li hemberî pirsa ‘gelo ev zorkêşiye pêşî li xebatên we yê ragihandinê digre’ ji sedan 79,56 bersîva ‘naxêr’ daye, ji sedan 33.3 bersîva ‘erê’ dan û ji sedan 9.88 bersîva ‘nizanim’ dan.
Li gor encamên rapirsînê hêjmara zorkêşiyan ji sedan 39.52 di nava kar de zêdeyî 10 caran rastî zorkêşiyê hatine, ji sedan 30.86 di nava kar de zêdeyî 5’an rastî zorkêşiyê hatine, ji sedan 29.62 ji carekê zêdetîr rastî zorkêşiyê hatine.
“Sedemê zorkêşiyê cûdahiya zayendî ye” 
Rojnamevan û xwendevana doktara ya beşa ragihandinê Hejan Xalid di derbarê encama rapirsînê de diyarkir ku di encama her du rapirsînên li ser zorkêşiyên rojnamevanên jin ên li Başûrê Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin de, derket holê ku sedemê zorkêşiyê ji ber cûdakarî û kêm ditina jinan e û got: “Pêwiste rojnamevan di dema ku rastî zorkêşiyê hatin de bizanin wê çawa nêz bibin, ji ber bê deng û bê helwestî dihêle ku zorkêşî berdewam bibe û jin her tim bêdeng dibin. Rojnamevanên jin wisa bawer dikin ku civak ne li gel wan e û li dijî wan disekinin.”
“Zagon mafê jinan nade”  
Hewjan Xalid destnîşan kir ku ji ber di peykerê damezrandinê de jin nîne ev dibe sedem ku zorkêşî li hemberî jinan bê kirin û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Divê jin şiyar bin, bizanin mafê wan çi ne. Berpirs her tim bi çavek mêrsalarî li jinê dinêrîn, jin bê hêvî dibin bila hişyar bin, pêwistiya hemûyan bi yek heye. Heta ku jin beidarî rêveberiya di nava dezgaha ragihandinê de nebin pêşî lê girtina zorkêşiya li ser jinan hêsan nabe. Serketina karê jinan a di ragihandinê de serkeftina li beramberî zorkêşiyê ye.”